• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    ‘Em ê yekîtiya gelê Kurd bi agirê Newrozê bidin nişandan’

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Li Esenyurtê agirê Newrozê geş bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Quntara Qerejdaxê bi agirê Newrozê ronî bû

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Agirê Newrozê li Agiriyê hat pêxistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Li baregeha Koalîsyonê Navneteweyî ya Hesekê dronek hate xistin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dilbihar: Divê kurd xwe bi xwe zimanê xwe fermî bikin

Bîlal Guldem / AW

29 MIJDAR 2024 - 08:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Polîtîkaya înkar, redkirin û qedexeya li ser ziman û çanda kurdî didome. Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku divê kurd guh nedin desthilatdariyê û di navbera xwe de zimanê kurdî fermî bikin û got ku qeyûm jî ji bo tunekirina zimanê kurdî tên tayînkirin.

Zext, astengî û qedexeyên desthilatdariyê û dewletê yên li ser ziman û çanda kurdî berdewam dikin. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve astengiyên li ser zimanê kurdî bênavber didomin. Ji sala 2016’an ku qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin, astengî û qedexeyên li ser ziman û çand û hunera kurdî veguherîne merhaleyek din. Herî dawî konserên çar hunermendên kurd hatin qedexekirin. Bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê re xebatên kurdî li şaredariyan hat sekinandin û beşa kurdî ya malperên şaredariyan jî ji holê hatin rakirin.

Ji ber polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku sed sal in li ser kurdan berdewam dikin, kurd yanî zarokên kurdan ji mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar dimînin.

Daxwaz û serlêdanên kurdan ên ji bo dawî li polîtîkaya asîmîlasyonê were û perwerdehiya bi zimanê zikmakî nayê qebûlkirin. Di çend salên dawî de her çiqas kurd bi tevî hemû sazî û dezgehên xwe ve, daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî lê ev daxwaz tê redkirin û nayê pejirandin. Lê kurd mîna “xeta sor” li zimanê xwe dinêrin û tevî ewqas polîtîkayên asîmîlasyonê jî rê nedan ku zimanê kurdî tune bibe.

Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar têkildarî astengî û qedexeyên li ser ziman ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Têkoşîna ji bo Kurdî

Dilbihar bi bîr xist ku bi sedan sal in li ser zimanê kurdî êrişên gelek mezin pêk tên û wiha got: “Qedexeyên mezin pêk hatin. Dorpêçkirin û helandin û ji holê rakirina zimanê kurdî tu caran bi dawî nebû. Tevî vê jî gelê kurd di nava vê têkoşîna xwe ya 50 salên dawî de, daxwaza desthilatdarên ku xwestin kurdî ji holê rakin, di qirika wan de hişt. Qedîmbûn û têkoşîna gelê kurd, zimanê kurdî heta îro parastiye. Zimanê kurdî yek ji zimanê herî qedîm û dewlemend ê dîrokê û yê cîhanê ye. Diviyabû ku li hemberî têkoşîna 50 salan rewşa zimanê kurdî gelek baştir bûya.”

‘Maden ew yekin em di nava xwe de fermî bikin’

Heval Dilbihar da zanîn ku niha jî bênavber û bi awayek tund li ser zimanê kurdî, gelek êriş hene û axaftina xwe wiha domand: “Polîtîkayên nûjenkirî yên ji holêrakirina zimanê kurdî di dewrê de ne. Heke gelê kurd li her derê têkoşîna xwe ya zimanê kurdî bilind bike û gelê kurd bi zimanê xwe biaxive, wê zimanê kurdî di roja me ya îro de gelek geş bibe. Desthilatdar niha bi tu awayî naxwazin zimanê kurdî azad bibe û bigihîje xwedî statuyekî. Madem wisa, divê em kurd li her çar milên Kurdistanê, bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê û li Ewropayê, li her cihek ku kurdek lê dijî, em di navbera xwe de zimanê kurdî bikin xwedî statu. Em di navbera xwe de perwerdehiya zimanê kurdî bidin binecihkirin. Em di navbera xwe de zimanê kurdî bikin zimanekî fermî. Em siyaseta xwe, xizmetên xwe, hemû dan û standinên xwe yên polîtîk, yên civakî yên entelektuelî em bi zimanê kurdî bikin.”

Xwebûna Kurdan: Kurdî ye

Heval Dilbihar dibêje, “Bi rastî jî ziman rûmeta me ye. Zimanê kurdî rûmet, hebûn, xwebûna gelê kurd e” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ziman tenê ne alav û amûrekî ragihandinê û lihevkirinê ye. Hemû kodên çand, felsefe û dîroka kurdan, hemû nirxên kurdan di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê çendê jî xwedîlêderketina zimanê kurdî, xebat û berpirsiyarekî wîjdanî, însanî, neteweyî, civakî, gerdûnî û xwebûnî ye. Em teqez ji nav û avê zêdetir girîngiyê bidin zimanê kurdî.”

‘Divê partiyên Kurd xwe di pêjinga Kurdî de derbas bikin

Heval Dilbihar ji bo pêşnexistina ziman rexne li qada siyaseta kurdan jî dike û wiha pêde çû: “Qada siyasî ya kurdan jî bi awayek wêrekî û zelal hemû kêmasî û nebesiyên xwe yên di her mijaran de bibîne. Qada siyasî ya kurdan, helbet di serî de DEM Partî û hemû partiyên din ên kurdan divê xwe di bêjinga têkoşîna dîroka kurdî de derbas bikin. Gelek êriş û zextên desthilatdaran li ser zimanê me heye, lê wezîfe û berpirsiyariya partiyên kurdan ew e ku têkoşîna çand û ziman jî li her derê belav bikin. Di vê mijara çand û zimanê kurdî divê em wek qada zimanê kurdî bi rexnedayîn nêzîkî xwe bibin. Peywîra me ya yekemîn ew e ku em hem li dijî pergala desthilatdar têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her derê berfirehtir bikin. Hem jî di nava mekanizmayên partiya xwe de hemû xebatên xwe bi kurdî bikin. Bi taybetî jî li Kurdistanê û li her cihê ku kurd lê dijîn. Divê siyasetmedarên me di hemû xebatên li Kurdistanê de hemû siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin.”

‘Qeyûm nûjenkirina înkara kurdî ye’

Heval Dilbihar bal kişand ser tayînkirina û qeyûman bi van tayînkirinan re jiholêrakirina xebatên bi kurdî û got: “Qeyûm rêbazek e. Rêbazeke encama komara dewleta Tirk a sedsalî ye. Ev komar li ser tunehesibandin, pişaftin, qedexekirin û ji holêrakirina ziman û çanda kurdî û zimanên neteweyên din hatiye avakirin. Ev sedsale ev polîtîka didome. Qeyûm nûjenkirina rêbazeke hewldanên berdewamkirina qedexekirin, dorpêçkirin, helandin û di nava demê de ji holêrakirina zimanê kurdî ye.

Dema qeyûm şaredariyên me dagir dikin, ewilî êrişî zimanê kurdî dikin. Di tayînkirina qeyûmên dawî yên danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, pêşî êrişî zimanê kurdî kirin. Malperên şaredariyê yên bi kurdî girtin. Qeyûm encama polîtîkaya desthilatdariya sedsalî ye.”

Statuya ziman

Dilbihar herî dawî jî bal kişand ser statuya zimanê kurdî û wiha got: “Divê em bi têkoşînek hin berfirehtir û xurttir vê desthilatdariyê ango dewletê neçar bikin ku ji bo fermîkirin û statuya zimanê kurdî gav biavêjin.”

Etîket: Heval DilbiharKurdîQeyûmstatuziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

Tîryakî: Li Tirkiyeyê pêwistî bi reforma rêveberiyên xwecihî heye

12 ADAR 2026
Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

Newroz Uysal Aslan li meclisê bang kir: Ji Kurdî re statu

26 SIBAT 2026
Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026
DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

21 SIBAT 2026
‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

21 SIBAT 2026
Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê Newrozê yê salên 90î: Gelo ev der ku der e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Avahiya Ronahî TVyê şewitî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (479)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne