Li Kurdistanê bi hezaran sal in du çem bi hev re xweş diherikin. Yek bi ala desthilatdarî, dewlet, şer, kuştin û qetlîaman diherike. Ya din li dijî ewqas têgînên dij-mirovî û dij-civakiyê diherike û di her qonaxa ku derbas dibe vê rastiya xwe diparêze. Navê vî çemî jî çemê şaristaniya demokratîk e.
Dîrok a rast ne tenê dîroka desthilat û dagirkeran e. Lewre dagirkeran qasî ku xwestine bibin serdest, li dijî wan dij-serdest jî çêbûne. Dîrok ne tenê şer, pevçûn, qetlîam û kuştin e. Ev dîroka serdestan e. Bi zimanekî xweş pesnê ewqas rûreşiyên xwe didin. Lê li aliyê din rûmeta hemû mirovahiyê heye. Her ku desthilat û dagirkeran xwestin ax û warê wan talan bikin, ew li dijî wan têkoşiyan, berdêlên mezin dan û navê xwe di dîroka rast de nivîsandin.
Dema ku behsa têkoşînê tê kirin cara yekem gelê kurd tê bîra mirov. Lewre li ser axa kurdan çi tişt heye ku bi hezaran salane di hedefa dagirkeran de ne. Çîroka Gilgameşê ku dixwest Kurdistanê dagir bike tê zanîn. Di vir de tişta balkêş Enkîdû ye. Enkîdû kesek di nava jiyan û civaka xwezayî de mezin bûye û dûvre bi destê biriqîna dewlet û bajarvaniyê ango bi destê Gilgameşê qiral îxanetê li rastiya civaka xwe dike û heta tê wê astê ku êdî hespê wî wekî berê bi wî re naleyîze û naçe cem wî. Êdî tê wê astê ku qedrê wî di çavê hespekê de jî nemaye.
Belê Gilgameş bi destê Enkîdû dixwaze Kurdistanê dagir bike. Lê li aliyê din Hûmbabayê serdemê heye. Ew jî têkoşer e. Ji aliyê Enkîdû ve tê qetilkirin lê têkoşîna wî dibe dilopa yekem a çemê şaristaniya demokratîk. Ji wê rojê û heta niha pênç hezar salin çemê heqîqet û dagirkeriyê û nemaze yê îxanetê bi hev re diherikin. Ji ber wê jî dîrok qasî ku Gilgameş û Enkîdû dinivîse, ji wê zêdetir Hûmbabayê têkoşer dinivîse.
Dîrok di tu serdemê de serdestan, kujeran û desthilatan nanivîse. Ew bi rûreşiyên xwe tên bîra civakê. Lewre dîrok zilma Nemrûd nanivîse lê têkoşîna Îbrahîm xweş dinivîse. Têkoşîna Zerduşt, Kawayê Hêsinkar, Sokrates, Mûsa, Îsa, Pavlûs, Manî, Mûhammed, Hallacê Mansûr, Brûno û bi hezaran têkoşer dinivîse. Bê tirs û bê xem ewan li dijî serdestiya desthilatdariyê fikra şaristaniya demokratîk parastin û bûn dilopek ji çemê şaristaniya demokratîk.
Têkoşeriya li Kurdistanê jî hinekî cuda ye. Lewre barê ewqas dîrok û berxwedaniyê li ser milê Kurdan e. Bi siyaseta xwe, bi hunera xwe û bi rêxistiniya xwe di her qonaxa dîrokê de ev bar li ser milên xwe girtin e. Di 50 salên dawî de ev bar girantir bûye. Lewre Enkîdû zêde bûne. Lê kurdan jî hene gelek navdar û têkoşer. Kurdan jî hene Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan. Kurdan jî hene Bavê Teyar.
Bavê Teyar mîrateya vê dîroka têkoşîna azadiyê yê di asta bilind de ye. Ew, bi bedena xwe û bê tirsiya xwe mîrateya Hûmbaba û têkoşeriya serdemê kir. Bavê Teyar nûnerê mîrateya têkoşîna kurdistanî ye. Li çar aliyê welat di demên ku zimanê Kurdî qedexe, Bavê Teyar bi hunera xwe li dijî vê pişavtiniyê bû. Ew, jiyana xwezayî ya ku Enkîdû û Enkîdûyên serdemê jê revîn bi hunereke qedirbilind dida nîşandan.
Bi taybetî li dibistanên Tirkan ên bakûrê Kurdistanê zarok bi zordariya lêxistinê hînê zimanê Tirkî dihatin kirin. Li dijî vê rewşê Bavê Teyar ken û fikra Kurdî bû. Bi wî Kurdî dihat fikirandin û ken bi kurdî bû. Bavê Teyar xwedî mîrateyek ewqas qedirbilind bû. Li kolanan, li dibistanan, li kargeh û li her malên Kurdan de henekên Bavê Teyar li ser lêvan bû. Li dijî pişavtina tirkî, erebî û farisî Bavê Teyar bi serê xwe hebû.
Bavê Teyar bi rojan bû li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriya dewleta tirk di nava çeperên berxwedanê de bû. Bi gotinên xwe bang li hemû cîhanê dikir. Huner û hunermendiya rast nîşanî herkesî dida. Bê tirs bû. Gotin di gewriyan de dimîne ku bêjin ew şehîd ketiye. Zarokatiya bi milyonan kurd bû Bavê Teyar. Ew êdî bavê herkesî ye. Erka her malbatên Kurd e ku bi huner û rastiya Bavê Teyar zarokên xwe mezin bikin. Bavê Teyar Hûmbabayê serdemê ye û li dijî Enkûdûyên xayîn û Gilgameşên serdest ew bû dilopek ji çemê şaristaniya demokratîk. Bavê Teyar xeta welatparêzî û Kurdbûyînê ye.