• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

Navenda Nûçeyan / AW

25 SIBAT 2026 - 09:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamentoya Ewropayê ji bo beşdariya civînek bi mijara, “Rojava û Sûriye” bibin Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandara Gijtî ya YPJê Rohilat Efrîn hatin vexwendin. Di heman demê de Îlham Ahmed dê bi Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar re tev li panela, “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û demokrasî” bibin. Îlham Ahmet û Rojhilat Efrîn dê bi rayedarên Parlementoya Ewropayê û gelek derdorên cuda re hevdîtinan bikin.

Tevlêbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed di rojevê de cihek girîng girt û hate nîqaş kirin. Piştî Muhînê niha jî Parlamentoya Ewropayê ji bo beşdariya civînek bi mijara, “Rojava û Sûriye” bibin Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandara Gijtî ya YPJê Rojhilat Efrîn hatin vexwendin.

‘Dê bi civîna çapemeniyê dest bi bernameyê bikin’

Li gorî agahiyan Îlham Ahmed û Rohilat Efrîn gihiştin Ewropayê û dê îro bernameya wan dest pê bike. Têkildarî mijarê Nûnerê Brûkselê yê DEM Partiyê Eyûp Doru ji Medya Haber TVyê re axivî û derbarê bernameyê de agahî dan. Duru anî ziman ku bernameyek berfireh a hevdîtinan heye û şande dê bi civînek çapemeniyê dest bi bernameya xwe bike. Duru anî ziman ku şande dê bi rêveberiya Parlementoya Ewropayê, nûnerên komên sosyalîst û gelek sazî û dezgehên cuda re bê cem hev. Duru serdana şandeyê wekî pêşketinek girîng nirxand û derbirî ku di heman demê de bi beşdariya bi sernavê “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û demokrasî” dê panelek pêk bê û Îlham Ahmed dê beşdarî vê panelê bibe.

Panela Kurd û Tirkiye pêk tê

Ligel konferansa, “Rojava û Sûriyeyê” li Parlementoya Ewropayê (PE) panela, “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û demokrasî” jî pêk tê. Gelek kesên navdar tev li panela îro li paytextê Belçîqayê Brûkselê pêk tê dibin. Panel ji hêla Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû ya PEyê ve tê organîzekirin. Her wiha Nûnerê Niyeta Erênî yê PEyê û zimanzanê Amerîkî Prof. Noam Chomsky, siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Xwediya Xelata Nobelê Şirîn Ebadî jî piştgirên panelê ne.

Gelek kesên navdar tev lê dibin

Endama Lijneya Rêveberiyê ya EUTCCyê Dersîm Dagdevîren, Endama Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû ya PEyê Evîn Încîr û Endama PEyê Andreas Schîeder dê axaftina destpêkê ya panelê bikin. Îlham Ahmed dê bi Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar jî dê di panelê de axaftinê bikin. Hevdîtin û xebatên dîplomasiya Kurd hindî diçe zêdetir eleqe dibîne û bandorek girîng dike.

Hêzên hegemonîk dîzaynê didomînin

Cîhan ji pir aliyan ve ber bi xetereyeke mezin ve diherike. Şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re, pêşketinên li Sûriyê û metirsiyên vegera DAIŞê, peyrana li Filistîn, Libnan û Yemenê, polîtîkayên mitînger ên Tirkiyeyê, şerê Rusya-Ûkranyayê, rageşiya DYA û Çînê rewşa cîhanê têra xwe datîne ber çavan. Di nava vê kaosê de herî zêde hesaba têkoşînê tê kirin. Têkoşîna civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkeri wek hêza çareseriyê xwedî rol û mîsyon e.

Têkoşîn destê dîplomasiya Kurdan xurt dike

Di van şert û mercan de heq, hiquk, maf, wekhevî, azadî û hêmayên wisan jî neçarin ku çeka wan hebe. Çeka van têkoşîna civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkerî ye. Bi hêza civakê, çandê, aboriyê, dîplomasiyê û leşkeriyê rastiya heqiqetê tê parastin. Hemû pratîkên şênber diyar dikin ku ev nebin her tişt di ber lingan de diçin. Têkoşîna Gele Kurd ji aliyê pîvanên mirovîn û rastiya heqîqetê de xwedî sekin û helwesteke bi îstîkrar e. Li heremê pêşengiyê dike. Di roniya vê siyasetê de hevgiriya gelê Kurd pêk anî, piştgiriya navneteweyî mezin kir. Li ser biratiya gelan û demokrasiyê pergala xwe pêş xist. Bi vê têkoşînê senpatiyeke mezin ya navxweyî, heremî û navneteweyî hat organîzekirin.

Têkoşînê bersiva Peymana Parîsê da

Heke siyaset li ser mafên xwezahî û rastiya heqîqetê li pêş biketana divê li dijî vê siyaseta Kurd komplo û êriş pêk nehatana. Berovajiyê vê komplo jî êrşên qirkirin û tunekirinê jî yek li ser yekê pêk tê û didome.
Êrişa 6ê Çileya 2026an hêj zindî didome. Êriş rasterast di çarçoveya plana tunekirin û qirkirinên li dijî Kurdan dest pê kir. Plan li Parîsê hat ristin. Li Şêxmexsut û Eşerefiyê dest pêkir. Di tunekirin û qirkirina Kurd û Kurdistaniyan de sînor hildan. DAIŞiyên bêrû yên li Şamê ji bo qirkirin û tunekirina Kurd û Kurdistanê hatin zêrandin. Konsepta navneteweyî ya êrişkaran bêdeng mijar temaşe dikir û li benda encamê bûn.

Dîplomasiyê derket astek jor

Kurd ne xerîbê van koployên bêyom yên navneteweyî ne. Gelê Kurd naveroka êrişê demildest fam kir û lez da têkoşînê. Kurd û dastên xwe yên enternasyonal li çar parçeyên Kurdistanê û çarmedorê cîhanê kirin qada têkoşînê. Hêz mezin bû û qad fire bû. Sempatî derket lutkeyê. Yekrêziya têkoşînê, yekrêziya yekîtiya gelê Kurd, yekrêziya piştgiriya aboriyê, yekrêziya leşkerî bi yek carek rengê êrişê û helwesta êrişkaran guhert. Hêz û têkoşîna Kurd hat ser maseyê û di muzekereyên çareseriyê de bûn xwediyê rol û mîsyon. Piştî vê helwestê û têkoşînê her diçe li ser maseya dîplomasiyê nûnerên Kurdan hê bêtir tên pêşwazîkirin. Vexwendin û beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmet ya Konfeansa Ewlehiya Munîhê asta têkoşîna Kurdî derxist radeyeke jortir.

‘Mazlûm Ebdî dawetî Washîngtonê kirin’

Gelek serokên, wezîr û dîplomatên dewletan û taybet jî Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Marco Robio li Munihê bi nûnerê Kurdan Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re civînên berbiçav pêk anîn. Mazlum Abdî di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku Marco Robio ew vexwendina Amerîkayê û wan jî ev vexwendinê qebûl kirine. Dîplomasiya Kurd di pêşengiya nûnerên Kurd, parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, Mazlum Abdî û Îlham Ehmed mohra xwe li dîplomasiya li Konferansa Ewlehiyê ya li Munihê xist.

Çekên têkoşînê zêde dibin

Hêjmareke zêde pisporên mijarê di şîroveyên xwe de qala vê pêşketinê kirin. Lê hêza dînomo ya vê pêş xistê pêk tîne, destnîşan nekirin. Gelek ji wan bi zanîn ev rastî dernexistin pêş. Lê gelê Kurd baş zane ku wan bi têkoşîna xwe yekrêziya navxweyî çêkir û bi hêza xwe li ser maseyeya dîplomasiyê ji nûnerên xwe re cih vekir û destê wan jî xurt kir. Herî dawî ji bo beşdarê civîna li Parlamentoya Ewropayê bibin Îlham Ehmet û Fermandara Gijtî ya YPJê Rohilat Efrîn hatin vexwendin. Ev ne tenê diplomasiye, ev dê bi xwere sitatû û naskirina Kurd û Kurdistanê pêş bixe. Riya pêşxistinê “çekên” têkoşînê yên hatin destnîşankirin in û dinamoya wan jî gelê Kurd û hişmendiya xwe ya ji Rêberê xwe wergirtiye.

Etîket: dîplomasiya KurdMazlum EbdîMunîhParlementoya EwropayêRohilat Efrîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li hev civiyan

24 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026
Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

Rojnameger Civîroglû: Tevlibûna Kurdan a Konferansa Munîhê encama civîna Kongreya Amerîkayê bû

19 SIBAT 2026
Ceylan Akça: Konferansê kir ku Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin

Ceylan Akça: Konferansê kir ku Kurd dîplomasiya xwe xurttir bikin

19 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

17 SIBAT 2026
Entegrasyon û peymana li Sûriyeyê rojeva çapameniya cîhanê ye

Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (903)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne