Saziyên mafên mirovan ên Stenbolê ji bo rewşa girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar daxuyanî dan û diyar kirin ku roja ku Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de tê ragirtin jiyana wî dixe bin xeterê û binpêkirina mafên jiyana wî derdixê holê û gotin: “Divê demildest Mehmet Edîp Taşar bê berdan.”
OHD, TOHAV, ÇHD, THÎV û ÎHD li avahiya ÎHDa Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê OHDê Baran Elma ve hat xwendin.
‘Mehmet Edîp Taşar heta îro 19 caran anjiyo bûye’
Baran Elma diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar yê 70 salî ji 27ê Kanûna 2022yan ve li Girtîgeha Marmareyê ya hejmara 5an de tê girtin û got: “Îro rewşa Mehmet Edîp Taşar di bin talûkeyekê mezin de ye. Mehmet Edîp Taşar heta îro 19 caran anjiyo bûye. Ji Mehmet Edîp Yaşar nexweşiya dil, şekir, tansiyon, prostat, KOAH û gurçikê heye. Di hevdîtina ya parêzerê xwe re ya 9ê Sibatê de bi kursiyê biteker ve derketiye. Bi teneya serê xwe nikarê êdî xwarin jî bixwe. Her ku diçe nexweşiyên Mehmet Edîp Taşar dijwartir dibe û divê ameliyat bibe. Di serlêdanan de ji aliyê lijneyên çavderiyê ve biryara “dikarê li girtîgehê de biminê” hate dayîn. Di vê hefteyê de Mehmet Edîp Taşar serî li Dadgeriya Bakirkoyê daye lê hê tu biryar ne hatiye dayîn.”
‘Divê Mehmet Edîp Taşar demildest bê berdan’
Baran Elma destnîşan kir ku girtina Mehmet Edîp Taşar îşkence ye û wiha got: “Mehmet Edîp Taşar di 12ê Sibatê de dîsa rakirin nexweşxaneyê û anjiyo kirin. Her roja ku Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de tê ragirtin jiyana wî dixê di bin xeterê de û binpêkirina mafê jiyana derdixê holê. Di Paketa Darazê ya 11emîn de rewşa girtiyên nexweş cih negirt, ev biryar di hiqûqa netewî de tune ye. Divê Tirkiye li pişt peymanên ku îmzekiriye bisekine. Astengiyên ku pêşiya tedawiya girtiyên nexweş divê bê rakirin. Ji bona wê divê Mehmet Edîp Taşar demildest bê berdan.”














