Amed – Rêveberê TOD-DERê Herdem Dogrûl ku armancên komeleya xwe û nîqaşên li ser pirsgirêka kurd nirxandin wiha got: “Mûxatab diyar e, hêza wî jî diyar e. Dewlet, hikumet divê bi mûxatabê vê meseleyê bi birêz Ocalan re rûnin û vê meseleyê biaxivin.”
Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) di 6’ê Mijdarê de bi tevlibûna gelek sazî û dezgehên civakî bi daxuyaniyekê li Amedê hate avakirin. TOD-DER bibiryar e ku li dijî pevçûn û krîzên civakî, mekanîzmayên aştî, guftûgo û piştevaniyê pêş bixe û armanc dike ku hemû derdorên civakê bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoyên polîtîk û demokratîk bikin, ji bo nasname û komên cuda ji hev fêm bikin jî pirekê ava bike.
Rêveberê TOD-DERê Herdem Dogrûl armancên komeleyê û pêvajoya siyasî û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd nirxandin. Herdem Dogrûl qala nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd berdewam dikin kir û diyar kir ku ji sala 2015’an ve li welat pir şert û mercên giran hene û hêj jî berdewam dikin.
Herdem Dogrûl ji pirsa “Çima hewcehî bi komeleyeke wiha dîtin re” ev bersiv da: “Li gundan miletê me hevdû kuştin, di nav wan de pevçûn çêbûn, li hinek cihan zordarî çêbûn, bi taybetî di nav ciwanan de mesela tiryakê, madeyên hişbir û fihûş pir pêşket. Ev mesele hemû ji bo me di pêşîya aşitiya civakî de asteng û pirsgirêk in. Me jî weke komele û rêveberiya vê komelê xwe berpirsyar hîs kir û ev komele avakir. Ev komele bi rêveberîyekê avabû lê belê di pêşerojê de armanca vê komeleyê mezintir e. Heta ku karibin em dixwazin vê komeleyê mezintir bikin, temamî sazî dezgehên vî bajarî di nav komeleyê de bibin xwedî gotin û wek lijneyeke şêwirmendiyê di nava vê komeleyê de em xebatan bikin. Li ser hemû pirsgirêkên civakî yên ku ji aşitiya civakê re dibin asteng em serê xwe biêşînin û berpirsyarî bigirin.”
Xebat û armancên komeleyê vegotin
Herdem Dogrûl di berdewama axaftina xwe de xebat û armancên komeleya xwe wiha vegotin: “Niha di rêziknameya komeleya me de lijneya şêwirmendiyê heye. Lijneya şêwirmendiyê esas rêvebirê vê komeleyê ye rêvebira van kar û xebatan e. Em vê lîjneya şêwirmendiyê di nava xwe de Meclisa Rûsipiyan bi nav dikin. Em dixwazin di nava vê lijneyê de ne tenê sazî û dezgeh kesayet jî hebin. Ev rêveberiya ku ev komele damezirandiye dê piştî çend mehan biçe kongreyê. Di vê kongreyê de em dixwazin ev lijne xurtir bibe. Hem nûnertiyên sazî û dezgehên sîvîl hem jî yên saziyên pîşeyî hebin, yên di warê maf û hiquqê de hebin. Ji xêynî van jî dixwazin kesayetên ku di nav civakê de giraniyeke wan hene û gotina wan bi nirx e jî di nav vê lijneyê de cih bigirin. Li ser vî esasî çiqas hejmara me zêde be em ê ewqas bikaribin xwe bigihînin her derê û hemû pirsgirêkên civakê.
Armanca me ya yekem ev e li ser vî esasî jî xebatên me didomin. Di roja ewil de em li hemû sazî û dezgehên li Amedê geriyan. Em çûn bûn mêvanê wan, me ji wan re behsa vê komeleyê kir. Hemû berpirsyarên van saziyan jî bi vê xebatê kêfxweş bûn. Li her qada civakê, civak tespît dike ku pêdivî bi vê saziyê heye ku di vî warî de xebat bimeşîne.”
Heta ku şer berdewam bike xerabiyên di nava civakê de jî dê zêde bin
Herdem Dogrûl, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê li Bakur û Başûrê Kurdistanê berdewam dike ev tişt gotin: “Di serî de divê mirov tespîta vê tiştê bike; heta ku li Kurdistanê ev şere dewam bike di nava civakê de ev xerabiyên ku em behs dikin dê her hebin û zêde jî bin. Ji ber ku şer firsendê dide hin kesê ku dixwazin ji şer berjewendiyan bidest bixin û civakê û nirxên civakê birizînin. Ev komele beriya her tiştî meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bide pêşiya xwe. Di vî warî de heke berpirsyariyek bê xwestin ev komele ji bo vê berpirsyariyê amade ye. Ez bawerim her mirovekî ku di vê meseleya şer de diêşe û aşitiyê dixwaze, dixwaze di vê di meselê de berpirsyarî bigire. Ev komele bi vê berpirsyariyê avabûye.”
‘Divê dewleta Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsyariyê bigire’
Herdem Dogrûl, got ku “Li Rojava ji 2011’an ve şer didome” û wiha bi lêv kir: “Bi milyonan mirov hatin kuştin, qetilkirin. DAÎŞ hebû, piştî wê hinek tevgerên din derketin, îro li wir rewşeke cuda heye. Di serî de banga me ji hikumeta Tirkiyeyê ra heye; divê her dewletek, herkes ji bo ku ev agir vemire, berpirsyariyê bigire. Di berdewamkirina şer, hêz dayîna aliyekî şer de berjewendî û qenciya tu kesî tune ye. Ev çend roj in em dîmenan dibînin, dîmenên ku deh sal berê DAÎŞê nîşanê me dan em îro dîsa dibînin. Dîsa mirovên sivîl tên kuştin, mirov têne serjêkirin. Êdî bes e divê ev tişt ji holê rabin. Berpirsyariya mezin li ser milê dewleta Tirkiyeyê ye. Divê dewleta Tirkiyeyê ji bo aşitiyê berpirsyariyê bigire. Rola xwe bilîze. Em dikarin vê bangê li wan bikin.”
Herdem Dogrûl, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Amedê bi dehan zarokên 8,9 û 10 salî hene ku ji ber firotin û bikaranîna tiryak û madeyên hişbirê derketine pêşberî dadgehan. Heke li welatê me zarokekî 8 salî, ketibe nav vê qirêjiyê û ji ber vê derketibe pêşberî dadgehan her mirovekî vî welatî ji vê berpirsyar e. Divê herkes wisa hîs bike, divê em zarokên vî welatî, ciwanên vî welatî biparêzin vê civakê biparêzin. Civaka kurd li ser nirxên xwe bi hezaran salan e li ser piyan maye, ne bi dewletê. Divê em van nirxan biparêzin. Em van winda bikin ji civakê tiştek namîne. Ji bo vê ne tenê ev komele divê hemû civak bi berpirsyarî, bi cidiyet tevbigere.”
‘Sedemê bingehîn ê rizîbûna civakê şer e’
Dogrûl, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê rizîbûna civakî şer e û ev tişt gotin: “Em bi rehetî dikarin bibêjin ku sedemê vê rewşê şer e. Heta ku ev şer dewam bike dê ev mesele jî çêbibin, li hemberî vê meselê jî dê têkoşînek bidome. Cihê ku şer lê hebe, mînak li Tirkiyeyê mixabin mirov tu tiştekî nikare rast biaxive. Li ser tu meseleyê bi cidiyet tu nikarî biaxivî, manîpulasyoneke pir xurt heye. Tu li ser çi meseleyê diaxivî dawiya dawiyê diçe bi vî şerî ve tê girêdan. Ji ber vê pêşiya pêşî çareseriya tevahî van meseleyan sekinandina vî şerî ye. Pêvajoyek dest pê bike dê di dawiya vê pêvajoyê de jî aşitiyeke bi rûmet, rastî, heqîqî derkeve meydanê. Civaka tirk jî civaka kurd jî; miletê ereb jî miletên ku li Rojhilata Navîn dijîn bi sedan salan in di nava vî şerî de ne û ez bawer nakim ku tu kes jî ji vî şerî razî be. Lê komek desthilat bi israr dixwaze ev şera dewam bike. Di encama vî şerî de jî di nava civakê de mesela tiryakê, fihûşê, diziyê, întiharê, qeyrana aboriyê tev derdikevin holê.
Divê mesele bi rêya diyalogê çareser bibe
Mînak li ber çavên me ye; li Tirkiyeyê ji sala 2013yan heta 2015yan nêzî du sal û nîvan; şaş rast, kêm zêde pêvajoyekê dewam kir. Di wê pêvajoyê de rewş û derûniya civakê li holê bû. Me hemûyan ev tişt dît. Li Rojava şer berdewam dikir lê li Bakûr û li qada Tirkiyeyê derûniya gel guherî bû, aramiyek hebû. Herkes ji vê rewşê razî bû. Divê ev tişta dîsa dest pê bike û bigihêje encamê. Divê ev mesele êdî li ser maseyê bi rêya siyasî û diyalogê formulîze bibe. Çareya yekem ev e. Ya duduyan ev pirsgirêkên niha em dibêjin di nava civakê kolanan û di nava ciwanan de didomin, ji bo ku meseleyan di roja îro de em çareser bikin, divê saziyên weke me, tevahî saziyên vî bajarî bêhtir êdî li kolanan bin. Yanê yek bi yek bi wan zarokan re, ciwanan re em têkilî deynin. Herkes di vê meseleyê de berpirsyar e. Qulûbên sporê, saziyên hiqûqê, saziyên pîşeyan û komeleyên weke me herkes di vê meseleyê de berpirsyar e. Divê em yek bi yek xwe bigihînin wan ciwanan, kûçe û kolanan, xwe bigihînin malbatan vê meselê di nava xwe de çareser bikin. Em zarokên xwe, ciwan û civaka xwe ji vê qirêjiyê biparêzin.”
‘Mûxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e’
Herdem Dogrûl, bal kişand ser nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd tên kirin û got: “Ya esas bi salen e civaka kurd ji dewletê re banga birêz Ocalan dike, dibêje mûxatabê vê meseleyê birêz Ocalan e. Dibê dewlet eger bixwaze vê meselê çareser bike gere bi birêz Ocalan re rûnê, jê bişêwire, pê re nîqaş bike. Ji ber vê meseleyê em dizanin niha bi sedan hevalên me di girtîgehan de ne. Demekî qampanyayek li kurdistanê hebû; digo kesê ku bije ‘birêz Ocalan’ sûc dike. Bi hezaran hevalên me ji ber vê yekê hatin darizandin. Dawiya dawiyê roja ku em hatinê birêz Bahçelî jî dibê mûxatab birêz Ocalan e, bila were li Meclisê biaxive. Ê wê demê çi hewce hebû me bîst sal wenda kirin. Ev rastiyeke, dewletê jî êdî ev rastî qebûl kiriye. Vê rastiyê êdî dewlet jî dibîne, partiyên siyasî jî dibînin.”
‘Divê hikumeta Tirkiyeyê jî berpirsyariya xwe bi cih bîne’
Herdem Dogrûl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em jî dikarin bangawaziya vê tiştê bikin; mûxatab diyar e, hêza wî jî diyar e. Dewlet, hukumet, partiyên siyasî divê bi mûxatabê vê meselê re bi birêz Ocalan re rûnên vê meselê biaxivin. Divê êdî ev axaftin, nîqaş jî êdî ji civakê re aşkere bin. Pirsgirêka 2013yan çi bû, dewletê hemû tişt veşartî dimeşand, tu tişt ji civakê re aşkere nekir. Pêvajo xelas bû kesî nezanibû çima xelas bû. Vêya jî ji civakê re, ji gel re negotin. Çima destpêkir çima xelasbû, sedem çi bû? Ev mesele divê êdî aşkere bê axaftin, bi muxatabê wê re bê axaftin. Şert û mercên axaftinê ava bibin. Yanê li Îmraliyê di hucreyekî de ev axaftin pêk nayên. Divê şert û mercên fîzîkî jî ava bibin û li ser vî esasî ji bo çareseriyekî her du alî li ser maseyekî rûnin û ev mesele bên axaftin. Rojhilata Navîn li ber çavên me ye. Ev 15 sal in, 20 sal in welat bi welat, dewlet bi dewlet wêran dibin. Tevî pirsgirêkên navxweyî ne. Ji ber ku hikumet û dewletên wan welatan pirsgirêkên navxweyî bi rêyên aştiyane çareser nekirin dawiya dawî ev mesele hat pêşiya wan. Ji ber vê esasê jî divê hukumeta Tirkiyeyê jî berpirsyariya xwe bîne cih û ev pêvajoya dest pê bike. Saziya me jî heke ku pêdiviyek hebe di vê pêvajoya ku dest pê bike de roleke me jî hebe hemû hevalên me, temamî sazî û dezgehên kurdistanê amade ne ku di vê meseleyê de rola xwe bilîzin û berpirsyarî bigirin.”