Rêveberên MEBYA-DERê li gundê Haca Kurmanca yê navçeya Bismilê bi girseyî çûn şîna endamê PKKê Mustafa Akyildiz û Eşref Akyildiz. Girseyê di şînê de diyar kirin ku dê şoparên rêya wan bin.
Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Yekîtiyê ya ji bo Kesên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) li gundê Haca Kurmanca yê navçeya Bismilê ya Amedê çûn şîna endamên PKKê Mustafa Akyildiz (Mîlîtan Heqî) û Eşref Akyildiz (Mahîr). Di serdanê de Hevserokên DEM Partiyê Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Amedê Komeleya Endamên dayîkên Aştiyê, Komeleya 78an, endamên meclisa şaredariyên navçeyan amade bûn. Girseyê ji bo Mustafa Akyildiz û Eşref Akyildiz û hemû şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erde namîne” berzkirin.
Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz anî ziman ku vî gundî di têkoşîna 52 salan de bedelên pir mezin daye. Li gelek deveran navê vî gundê tê gotin. Em îro bi saya wan dikarin bi hêsanî bi zimanê xwe biaxivin. Beriya sê rojan şervanên Azadiyê bi awayekî exlaqî û mutevazî vekişiyan. Divê em jî bibin şopdarên rêya cangoriyan.”













