• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Meclisa ciwanan dê panela ‘Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan’ pêk bîne

    Meclisa ciwanan dê panela ‘Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan’ pêk bîne

    Rejîma Îranê rojnameger Kawashima girt

    Rejîma Îranê rojnameger Kawashima girt

    Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

    Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

    Meclisa ciwanan dê panela ‘Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan’ pêk bîne

    Meclisa ciwanan dê panela ‘Di avakirina civaka demokratîk de rista ciwanan’ pêk bîne

    Rejîma Îranê rojnameger Kawashima girt

    Rejîma Îranê rojnameger Kawashima girt

    Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

    Mazlûm Ebdî: Civîna bi Talabanî re hevkariya hevbeş xurt kir

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Wesayîtên Îsraîlê ketin Quneytîrayê

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

    Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê axivîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

Bazîd Evren - Onder Akbûlût / AW

22 MIJDAR 2025 - 08:13
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Jinên siyasetmedar ên Wanê li ser 25ê Mijdarê axivîn û bal kişandin ser têkoşînan jinan û gotin: “Azadiya me jinan divê ne girêdayî mêran, pergalan an jî dewletan be, lazim e em jin xwe bi xwe azad bikin.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jin 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan her sal bi kuştin û destdirêjiya li dijî jinan pêşwazî dikin. Tundiya li dijî jinan sal bi sal zêdetir dibe û rê li ber pirsgirêkan vedike. Li gorî daneyan ji Mijdara 2024an heta niha 281 jin hatine kuştin, 295 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî saziyên jinan ji sedî 35ê jinan ji aliyê mêrên ku pê re zewicîbûn, ji sedî 65ê wan jî di mala xwe de hatine kuştin. Jinên siyasetmedar ên Wanê derbarê 25ê Mijdarê de axivîn û bal kişandin ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê.

‘Divê em mafên xwe bizanibin’

Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Navçeya Tûşbayê ya Wanê Zeynep Yucedagê da zanîn ku li ser jinan zilmeke mezin heye û diyar kir ku bi zanebûn zilmê dikin ku jinan nezan bihêlin. Zeynep Yucedagê anî ziman ku heke jin nezan be, dê malbat jî, zarok jî, civak jî nezan be û got: “Lewma, zalim jî xwe li ser nezaniyê ava dikin. Polîtîkayên hemû cîhanê li ser vê esasê dimeşin û wisa hatiye avakirin. Dixwazin jin li malê bin, tiştekî nezanin û hîn nebin, tenê bila bi gotina wan bikin. Heq û hiqûqeke jinê li cîhanê nîn e. Lewma divê jin werin cem hev, mafên xwe bizanibin, hev biparêzin û li hev xwedî derbikevin.”

‘Divê jin xwe perwerde bikin’

Zeynep Yucedagê bi lêv kir ku divê jin xwe perwerde bikin û bixwînin. Zeynep Yucedagê diyar kir ku divê jin hertim di nava lêpirsînê de bin û ev tişt anî ziman: “Divê bipirsin ‘em kî ne, heq û heqûqa me çiye?’ Divê em jin xwe li ser esasê zanebûnê perwerde bikin da ku bikaribin polîtîkayên li ser me tên meşandin têk bibin. Jin dikarin biçin TJAyê û li ser mafên jinan agahiyan bigirin.”

‘Ji bo azadiya xwe li benda ti kesî nebin’

Aktîvîsta TJAyê Perîhan Sogukkulakê jî daxwaz kir ku êdî jin neyên kuştin û rastî destdirêjiyê neyên. Perîhan Sogukkulakê diyar kir ku jiyana cîhanê û mirovahiyê li ser jinê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Heke jin azad nebe, civak jî azad nabe û mirovekî neazad nikare mafê xwe biparêze. Azadiya me jinan divê ne girêdayî mêran, pergalan an jî dewletan be, lazim e em jin xwe azad bikin û em xwe bi rê ve bibin. Divê em ji bo azadiya xwe li benda ti kesî nebin. Her wiha ez tenê azad bim têrê nake, divê em derdorê xwe jî azad bikin.”

‘Bi saya serê Serokatî ye’

Perîhan Sogukkulakê destnîşan kir ku roj nîne agahiya kuştinê an jî destdirêjiyê neyê. Perîhan Sogukkulakê anî ziman ku ew bi vê yekê gelekî xemgîn in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşîlêgirtina kuştin û destdirêjiyê xebat lazim e, divê em derdorê xwe birêxistin bikin. Niha jinên Kurd li ber xwe didin, doza azadiya xwe dikin. Ev yek jî bi saya serê Serokatî Abdullah Ocalan e. Ne tenê jin, divê hemû civak bê birêxistinkirin. Divê em hev û du perwerde bikin da ku em bigehijin azadiya xwe.”

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

24 MIJDAR 2025
‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

24 MIJDAR 2025
Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

24 MIJDAR 2025
‘Şoreşa Rojava îspat kir ku jin jiyanê diafirînin’

‘Şoreşa Rojava îspat kir ku jin jiyanê diafirînin’

24 MIJDAR 2025
Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

22 MIJDAR 2025
‘Divê her kes bibîne ku Amedspor tenê ne tîma zilaman e’

‘Divê her kes bibîne ku Amedspor tenê ne tîma zilaman e’

22 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pêvajo bi çi rengî dewam bike bila bike, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (930)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne