Endamê OHDê Veysî Atmaca têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin diyar kir ku divê her beşên civakê tev li komîsyonê bibin û got: “Divê hemû nûnerên civakê tev li vê komisyonê bibin û xizmeta aştiyê bikin.”
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di 27ê Tirmehê de daxuyanî da û diyar kir ku dê komîsyona meclisê bê avakirin. Komîsyon dê di 5ê Tebaxê de dest bi karê xwe bike. Piştî daxuyaniya Numan Kurtulmuş partiyên siyasî endamên xwe yên komîsyonê aşkere kirin. Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Veysî Atmaca têkildarî armanc û xebitandina komîsyonê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Divê nasnameye gelê Kurd bê naskirin’
Veysî Atmaca diyar kir ku kêşeya Kurdan kêşeyeke dîrokiyê û wiha axivî: “Sed sal in ev pirsgirêk li holê ye. Piştî damezrandina Komara Dewleta Tirk makezagoneke yekperestî hat avakirin. Ev helwesta yekperestiyê heta îro berdewam kir. PKK û dewleta Tirk 50 sal in şer dikin. Di vî şerî de gelek binpêkirinên mafên mirovan derket holê. Hiqûq hat binpêkirin. Îro pêvajoyek hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de divê mafên gelên din jî bê çareserkirin. Kêşeya Kurdan kêşeyeke zagonî ye. Îro qanûna bingehîn a dewleta Tirk li ser feraseteke nijadperest hatiye avakirin. Divê nasnameye gelê Kurd bê naskirin. Di vê pêvajoyê de divê ewil zagona 66emîn bê guherandin. Di vê zagonê de tê gotin ku kesên hemwelatiyê dewletê ne ew tirk in. Ev zagon gelê Kurd dixe nava xetereyê. Ya din jî îro gelê Kurd nikare bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Ev pirsgirêkên esasî ne. Lê divê ev maf nebe mijara danûstandinê, ji ber ku ev mafê mirovahiyê ye.”
‘Divê hemû beşên civakê beşdarî komîsyonê bibin’
Veysî Atmaca destnîşan kir ku divê ne tenê partiyên siyasî, hemû nûnerên beşên civakê beşdarî komîsyonê bibin û wiha bi lêv kir: “Divê netewên din jî tev li komîsyonê bibin. Tevgera jinan û ciwanan, saziyên civakî; wekî OHD û ÎHD jî divê beşdarî komîsyonê bibin. Li vir dê qanûna bingehîn bê avakirin û divê tevahî beşên civakî li vir bin. Di sala 1982an de qanûna bingehîn a leşkerî ava kirin. Tu beşên civakê tev li qanûna bingehîn nekirin. Heta îro Tirkiy bi vê qanûna bingehîn hat rêvebirin. Divê vê carê tevahî beşên civakê li wir bin.”
‘Di xala 66emîn de tenê mafê gelê Tirk tê parastin’
Veysî Atmaca bi bîr xist ku di zagonan de divê tenê mafê neteweyekî neyê parastin û wiha pê de çû: “Divê zagon mafên hemû kesên di nava dewletê de dijîn biparêzin. Îro di qanûna bingehîn de xala 66emîn tenê mafê gelê Tirk diparêze. Divê ev xal bê guherandin. An divê navên tu neteweyî nekeve nava zagonê, an jî divê navê hemû neteweyan di zagonê de cih bigire. Gotina yek neteweyî wekî nijadperestiyê ye. Divê tevahî gelên ku li Tirkiyeyê dijîn mafê wan bê parastin.”
‘Di salên dawî de gelek maf hatin binpêkirin’
Veysî Atmaca anî ziman ku komîsyona îro tê avakirin divê ji bo paşêrojê lêkolîn bike û ev tişt got: “Di navbera PKKê û dewleta Tirk de di 10 salên dawî de şerekî dijwar heye. Di van 10 salan de gelek kes hatin kuştin. Gelek bajar hatin ruxandin û binpêkirina mafê mirovan derket holê. Di heman demê de çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn. Ev çek di peymanên navneteweyî de hatine qadexekirin. Hewceye ku ev binpêkirinên mafên mirovan bên lêkolînkirin. Îro cenazeyên bi sedan kesan hêj jî winda ne. Tevahî ev tişt divê di nava mafê mirovan de jî bê lekolînkirin.”
‘Mînakên Îspanya, Îngilistan û Afrîkaya Başur jî hene’
Veysî Atmaca bal kişand ser mînakên pêvajoyên dewletên din û axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Welatên ku şer bi diyalogê çareser bûne hene. Kêşeya Kurdan dê di pêşerojê de bê çareserkirin. Mînakên Îspanya, Îngilistan û Afrîkaya Başur jî hene ku ew pirsgirêk çawa hatine çareserkirin. Rêveberên ku wekî “terorîst” hatine pênasekirin paşê bûne serokên dewletan an jî ketine meclisê. Endamên PKKê jî divê tev li civakê bibin, lê divê ne bi rêya efûkirinê tev li civakê bibin. Divê li gorî zagonan bên tev li siyasetê bibin. Divê rêya siyasetê li endamên PKKê bê vekirin ku têkoşîna xwe êdî bi siysaetê bidomînin.”