• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek’

Fexredîn Kiliç - Firat Tûnç / AW

21 ÇILE 2025 - 08:17
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Derhêner Metîn Ewr û Şanoger Omer Şahîn ên kuştina Bavê Teyar şermezar kirin, wiha gotin: “Cûma Xelîl nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengiyê bike. Em jî dê îro bikevin ser şopa Cûma Xelîl û divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek.”

Şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn, di 18ê Çileyê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû û di 19ê Çileyê de li Nexweşxaneya Tebqayê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Şanoger Bavê Teyar kesayetekî ji şanogerê Kurd û Kurdistanî bû û zêdetirî 30 sal bûn xizmeta şanogeriya Kurdî dikir. Derhêner Metîn Ewr û Şanoger Omer Şahîn têkildarî kuştina Bavê Teyar ji ajansa me re axivîn.

‘Cihê ku zilm û zordarî lê hebe li ber xwe dan ferz e’

Metîn Ewr ku êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê şermezar kirin, wiha got: “Cihê ku zilm, zordarî û dagirkerî lê hebe li ber xwe dan ferz e, heq e. Ya ku em li Rojava dibînin jî ev e. Li dijî van êrişan gelên ku tama azadiyê dîtine û careke din naxwazin dîl û bindest bin li ber xwe didin. Bi berxwedana xwe radibin. Bi protestoyan gotinên xwe tînin ziman. Lê ji aliyê hêzên dagirker û çeteyan ve tên qetilkirin. Du roj berê jî bombebaranek çêbû û kesên sivîl hatin qetilkirin. Di nava van de hunermend Bavê Teyar jî hebû. Ev yek jî diyar dike ku divê rola hunermendan çawa be. Bi canê xwe bi me da hîskirin. Berê jî di hunera xwe de anîbû ziman û gotibû ‘Qelenê welat ne erzan e’. Me ev şahidî jî kir. Em pê diêşin. Cûma Xelîl careke din rola xwe ya hunermendiyê lîst. Nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengiyê bike. Li hemberî neheqiyê bi gelê xwe re be, ji bo axa xwe bedel çi dibe bila bibe divê her tim li pêş be û di vê oxirê de be.”

‘Divê em bi dengekî bilindtir bibin dengê Rojava’

Metîn Ewr xwest ku hunermend li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilindtir bikin û wiha berdewamkir: “Ji ber ku dixwazin dengê hunera kurd, hunermendiya kurd, yên pêşengtiyê dikin, yên bi gelê xwe re dimeşin, yên li axa xwe xwedî derdikevin, yên li hunera azad û berxwedêr xwedî derdikevin û bi gelê xwe re ne bibirin. Ev êriş ji ber vê yekê tên kirin. Ji îro ve divê em bi dengekî bilindtir bibin dengê Rojava. Ji ber ku Rojava mala me, dengê me û hebûna me ye.”

Metîn Ewr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Cûma Xelîl di skeceke xwe de digot ‘ew çi bikin, ew çi tiştê me xera bikin, cihê me bombebaran bikin jî em ê yeke din ava bikin.’ Em jî dê îro bikevin ser şopa Cûma Xelîl û divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek.”

‘Bûyerên li vir diqewimin divê hemû dinya pêbihese’

Şanoger Omer Şahîn jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û wiha got: “Di vê meha dawî de li wir qetlîamên pir mezin pêk tên. Êrişên pir mezin çêdibin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Rojava ji bo ku pêşiyê li van êrişan bigirin çûbûn aliyê Tişrînê. Di nava wan de siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û ji gel gelek kes hebûn. Di êrişên beriya niha de rojnamevanan jî jiyana xwe ji dest dan. Di êrişeke bombebaranê ya li ser gel de şanogerê kurd Bavê Teyar û Hevseroka PYDê ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan. Em weke kesên li Bakur dijîn pir diêşin û dilê me jî dişewite. Di hin aliyan de dibe ku dest û lingê me girêdayî be lê divê mirov van bigihîne hemû dinyayê. Bûyerên li vir diqewimin divê hemû dinya pêbihese ku li vê derê heqaretek, zilmek çawa tê kirin. Divê gelê me yê li hemû dinyayê vê yeke bibînin û bertekeke mezin nîşan bidin.”

‘Êrişeke li ser ken, moral û motivasyona gel e’

Omer Şahîn axaftina xwe wiha domand: “Tişta ku mirov herî zêde di bin bandora xwe de dihêle ew e ku Bavê Teyar di zarokatiya hemû kurdan de cih digirt. Li her malê bû. Em zarok bûn me CDyên wî temaşe dikir û bi vê yekê em dikeniyan. Ev ne tenê êrişeke li ser gel e. Êrişeke li ser kena gel e, li ser moral û motivasyona gel e. Lê bi çi awayî be jî têkoşîn berdewam dike. Divê mirov li çand û hunera xwe xwedî derkeve. Çanda xwe ya gelerî xwedî derkeve. Girîngiya Bavê Teyar di vir de bû. Parastina çanda gelerî dikir. Di nava gel de bû. Bi pêşxistina hunera xwe kete nava dilê hemû kurdan. Bavê Teyar dê heta hetayê di dilê kurdan de bijî. Ez bawer dikim ku girêdayî vê yekê dê di pêşerojê de gelek Bavê Teyar derkevin. Hêviya min jî ev e.”

‘Bavê Teyar bêtirsbûn nîşanî me hemûyan da’

Omer Şahîn got ku “Dê xwe bispêrin wê reya ku Bavê Teyar lê diçû” û ev tişt gotin: “Bavê Teyar mîrateyeke pir mezin e. Di warê hunerî de berpirsyariya herî mezin ku daye ser milê me ew e ku em ê bi gel re bin. Em ê her tim bi gel re xebatên xwe bimeşînin. Bavê Teyar bêtirsbûn nîşanî me hemûyan da. Bavê Teyar gotina ‘Qelenê welat ne erzan e’ di kesayeta xwe de derxist holê. Dê hunermend, henekvan û komedyenên kurd di pêşerojê de vê mîrateyê her tim bi hurmet bi bîr bînin.”

‘Ji bo ku em bi paş ve gavê bidin avêtin divê bixebitin’

Omer Şahîn têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê muzîkjen di konserên xwe de vê yekê bînin ziman. Şanoger di listîkên xwe de, siyasetmedar di civînên xwe de vê yekê bînin ziman. Bi vî awayî hişyarbûnek di nava gel de çêdibe. Divê mirov hestiyar bin. Ev çend roj in li ser medyaya dîjîtal dengekî mezin derket lê ev ne bes e. Heke em di jiyana xwe de xwedîderketinê nişan nedin dê lingek her tim qels bimîne. Ji ber vê yekê daxwaza min ji hunermendan, ji kesên ku ji zarokatiya xwe ve Bavê Teyar temaşe kirine, bi skecên wî keniyan e, siyasetmedaran ew e xebatan bimeşînin ku li dinyayê her kes bizane li Rojava komedyenekî kurd ê navdar bi vê rêyê hatiye kuştin. Divê ev ji aliyê hemû cîhanê ve bê zanîn. Ji bo ku em bi paş ve gavê bidin avêtin divê bixebitin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

ROJEVA 7ê ADARa 2026an

7 ADAR 2026
Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

7 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

7 ADAR 2026
Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

6 ADAR 2026
Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

6 ADAR 2026
Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (243)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne