• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    Nivîskar Wasfî Ak: Parastina Kurdî erkeke wîjdanî û exlaqî ye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 21ê SIBATA 2026an

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Rapora komîsyonê di malpera Meclisê de hat weşandin

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Belgefîlma “Kirasê ji Agir” li Wanê hat nîşandan

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê jin pêşengiya kongreya neteweyî bikin’

Omer Demîr / AW

4 TÎRMEH 2025 - 08:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînet Dînçer li ser mijara “Kongreya Neteweyî” axivî û diyar kir ku divê jin pêşengiya avakirina kongreya neteweyî bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 23ê Hezîranê de xwestibû ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe. Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gel de nîqaşa Kongreya Neteweyî dest pê kir. Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Zînet Dînçer têkildarî amadekariya Kongreya Neteweyî ji Ajansa Welat re axivî.

‘Kongreya Neteweyî gelek giring e’

Zînet Dînçer diyar kir ku yekrêzî ji bo gelê Kurd gelek girîng e û wiha got: “Me di konferansa 3yemîn a Yekîtiya Jinên Kurd de banga yekîtiya neteweyî li gelê Kurd kir. Ji bo vê Kongreya Neteweyî gelek girîng e. Piştî konferansê me dest bi karên kongereya neteweyî kir. Divê jînen Kurd bi rol û mîsyona xwe rabin. Ji ber ku di nav aştiyê de barê jinan gelek e. Di şer û pevçûnan de jin gelek êş kişandin e. Em banga Abdullah Ocalan gelek girîng dibînin. Êdî bila dayîk negirîn. Berî çend rojan salvegera şehadeta Şêx Seîd bû û tevahî partiyên siyasî bi yek dengî Şex Seîd bibîr anîn.”

‘Divê jin pêşengiya kongreyê bikin’

Zînet Dînçer da zanîn ku divê her aliyê Kurdistanê gel xwe di nava kongreyê de bibîne û wiha pêde çû: “Divê jin pêşengiya kongreye bikin. Jin wekî dayîk cihê xwe di kongreyê de bigirin. Em dibêjin ‘Kongreya Neteweyî’ ji bo vê divê her her kes xwe di kongreyê de bibîne. Kongre dê bandorê li tevahiya Kurdan bike. Tevahî cîhan wê bibîne ku Kurd mil bi mil in. Dengê Kurdan yek be wê ev jî bandorê li cîhanê bike.”

‘Çi werê ser milê me em ê bikin’

Zînet Dînçer destnîşan kir ku jinan kuştina zarokên xwe dîtin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Tevahî jinan û dayikan gelek êş kişandin. Çi ji destê me were em ê bikin. Wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd me biryar da ku çi bar bikeve ser milê me, em ê bikin. Em ê li ser gora Ehmedê Xanê konferansek pêk bînin. Tevahî partî û sazî dê werin nerînên xwe bînin ziman. Li vir hevdu hembêz bikin. Banga min ji pêşengên gelê Kurd re ev e; mil bidin milê hevdu. Em bi kongreya neteweyî ser bikevin.”

Etîket: Abdullah OcalanKongreya NeteweyîPlatforma Yekitiya Jinên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

21 SIBAT 2026
Pervîn Buldan: Ma do demêko nêzdî de şêrê Îmrali

Buldan: Ocalan naskirina ziman, nasname û çandê wekî şertê bingehîn dibîne

20 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

20 SIBAT 2026
OHD: Bi caardişê heqê hêvî do rayîrê demokratîkbîyayîşî zî abo

Bend û berfirehiya rapora hevpar: Niha jî çav li ser çêkirina qanûnan e

18 SIBAT 2026
Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

Koçyîgît û Beştaş: Divê pêşniyazên rapora hevpar demildest bibin qanûn

18 SIBAT 2026
Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

Abdullah Ocalan: Divê rapora Komîsyonê li gorî rastiyên bingehîn ên civakê be

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meclîsê cara yekem pêşnûmeyek Kirmanckî hate qebûlkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê civîna Neteweyî ya Kurd li dar bixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ziman a Zazakî: Windabûna Zazakî windabûna hezarê salan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parka Gulistana Zimanan bi pirzimanan hat xemilandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya TJAyê ya 8ê Adarê eşker bû: Wê li Bakurê Kurdistanê 6 mitîng bên lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (764)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne