• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê: Di 39 rojan de 16 kes hatin kuştin

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Rêya Hevrîşimê ya Navneteweyî diherife

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Devlet Bahçelî ser pêvajoyê axivî: Hewcehî bi mijûlkirinê nîn e

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Rejîma Îranê lez daye cezayê darvekirinê ya li dijî Kurdan

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

    Dadgehê li nûçegîhanê MAyê Mehmet Aslan doz vekir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Kongreya Yekitiyê pêk were’

Omer Demîr /AW

4 SIBAT 2026 - 10:43
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Remziye Alparslan diyar kir ku êrişên li dijî Rojava neqbûlkirina pergala azadiyê ya li wir hatiye bicihkirin û got: “Divê sazî û dezgehên gelê Kurd bi vê kelecan û hevgirtina mezin a ji bo Rojava yekîtî û kongereya xwe neteweyî pêk bîne.”

Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê di 6ê Çileyê de êrişî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di êrişên li ser Helebê de çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê piştî taxên li Helebê berê xwe dan Rojava. Li gel vê yekê li dijî Kurd û destkeftiyên Kurdan êriş berfireh bûn û ev yek bi xwe re berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan bi xwe re anî. Herî dawî jêkirina keziyeke şervaneke jin, di serî Kurd ji aliyê gelek welatên cîhanê û jinan ve bû sedema nerazîbûnên mezin. Bertek û berxwedana gelê Kurd kir k di 30ê Çileyê bi navbeykariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Fransayê di nabera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de peymanek hat îmzekirin. Tevî peyman heye jî dorpeça li ser Kobanê ev 15 roj in berdewam dike.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan têkildarî êrişên li ser Rojava û girîngiya yekitiya gelê Kurd ji ajansa me re axivî.

‘Herî zêde jin rastî êrişan tên ’

Remziye Alparslan diyar kir ku bi hişmendiya selefîtiyê, HTŞê êrişî gelê Kurd kir û ev tişt anî ziman: “HTŞ dixwaze jin tenê li malê bisekinin û tu azadiya jinan tune be. Lê pergala gelê Kurd ya ku li Rojava ava kirine, nîşaneya herî xurt ya li dijî van bû. Piştî ku di sala 2014an de pergala nû li Rojava hatiye avakirin. Azadiyê jinê bû navenda vê pergalê. Jin di rêveberiyê de cih girtin. Yên ku herî zêde rastî êrişan tên jin in. Bi taybetî êrişên îro pêk tên jî li ser wê sembolê ye. Ev pergal azadiya jinê ji xwe re kiriye navend. Bi vê navendbûnê ve bi gelên din re têkiliyan çêdike. Ev pergal ji bo her kesê ku li ser vê axê dijîn, mafê xwe bigirin têdikoşe. Ji bona wê armanca êrişan ev pergal e. Bingeha êrişan neqebûl kirina azadiya jinê ye. Dijminatiyeke li hember gelê Kurd heye. Hişmendiya jinê wekî sembola hişmendiya azadîxwaz tê xuyakirin. Jin armanceke taybet e. Heke sembola jinan li vir jê bikin; wekî keziya jinekê, ev ji gelê Kurd re peyamek e. Jixwe hişmendiya wan tundîparest e, rê nadin jinan, naxwazin jin xwe bi rêvebibin. Êrişên li ser jinan li ser vê bingehê pêk tên.”

‘Nikarin bi hêsanî Rojava bêbandor bikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Remziye Alparslanê anî ziman ku gelê Kurd divê piştgiriya xwe ya vê demê hê xurttir bike û ev tişt gotin: “Berdewamiya piştgiriyê pirr girîng e. Hêzên herême îro mixabin xwedî hêz in û dixwazin dîzayneke nû bikin û gelê Kurd ji derve bihêlin. Rejîma nû ya li wir hatiye avakirin dixwaze her daxwaza wê pêk were. Berê hin peyman hatibûn çêkirin lê belê hêzên herêmê her dem wan peymanan binpê kirin. Hêzên ku piştgirî dan û hikûmeteke veguhêz li vir ava kirin dizanin ku ew hikûmet li wir namîne. Bi piştgiriya dewletên din dixwazin li gorî dilê xwe tiştekî saz bikin. Naxwazin destkeftiyên gelê Kurd bên parastin. Ji bona wê her ku diçe Rojava teng dikin. Dixwazin Rêveberiya Xweser ji holê rakin an jî bêbandor bikin. Ji ber vê jî êrişên wan nasekinin. Divê gelê Kurd şiyar be.”

‘Peyman dê bi têkoşînê pêk bê’

Di berfirehiya axaftina xwe de Remziye Alparslanê bal kişand bandora xwedîderketina Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd bajarên Ewropa, Kurdistan, Tirkiye û welatên din ên cîhanê xwedî li Rojava derketin. Ev xwedî derketin diyar kir ku ew hêz nikarin bi hêsanî Rojava bêbandor bikin. An jî ew rejîma li wir çi bixwazê nikare bi rehetî bike. Xwedîderketina gelê Kurd ya Rojava derxist holê ku ev xelek dişke û diwar jî diderize. Ev peymana dawî jî ji bo gelê Kurd baştir e, hin tiştan mîsoger dike. Ew hêz hêzêke tundîparest e, her çiqas rûyê xwe biguherîne jî tu kes nikarê ji gelê Kurd bixwaze ku li dijî wan xwe bêparastin bihêle. Têkoşîna gelê Kurd jî derxist holê ku gelê Kurd xwe bêparastin nehêlê. Bi saya gelê Kurd ev pêk hat. Pêkanîna peymana jî dê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were.”

‘Divê em xwedî hêz û yekitî bin’

Remziye Alparslan destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji niha û şûn de yekitiya xwe hê zêdetir xurt bike û biguherîne forumek wekî Kongereya Neteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew ne tenê gotinek e, rastiyek e. Heke tu perçe perçe bisekinî, dê nakokiyên di navbera te de ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û paşê jî tê bêhêz bikin. Lê tu li derdora daxwazekî hevdû bigrî û werî ba hev, wê demê dê vîna te qebûl bikin. Paşê tu jî li ser axa xwe dibî xwedî hêzêkê. Ji bona wê divê gelê Kurd yekitiya xwe gavekî din bi pêş ve bibe. Me qadê dît ku gelê me tu carî ji hev perçe nebûye û xwe gihandiye hev. Ev pêk hat, lê divê ev tişt hê zêdetir di meriyetê de bimîne. Divê gelê Kurd kongereya xwe pêk bîne, sazî û dezgehên xwe bîne gel hev. Heke ev yekitî neyê pêkanîn, em ê di rojên pêş de dîsa perçe perçe xuya bikin. Netew dewletên derdorê jî li gorî berjewendiya xwe her kesî cuda cuda muxatap bigirin û paşê jî wan berdidin hev. Ji bo ev holê rabe divê em xwedî hêz bin û yekitiya xwe ava bikin. Rojava ji bo me pêk hatina her tiştî ye û ji bo me gelek girîng e. Piştî Başur, em li cihekî din ser axa xwe bi statu bijîn e. Heta ku li vir statuyek çênebê divê em yekitiya xwe berdewam bikin.”

 

Etîket: Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî ya StenbolêKongreya YekitiyêRemzîye Alparslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê meşa 21ê Sibatê: Zimanê Kurdî azad bibe dê pêvajo jî pêş bikeve

Li Stenbolê meşa 21ê Sibatê: Zimanê Kurdî azad bibe dê pêvajo jî pêş bikeve

22 SIBAT 2026
Samî Tan: Divê her Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne

Samî Tan: Divê her Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne

21 SIBAT 2026

‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

20 SIBAT 2026
Beşdarên Deklarasyonê: Divê dewlet mafê zimanê Kurdî qebûl bike

Beşdarên Deklarasyonê: Divê dewlet mafê zimanê Kurdî qebûl bike

19 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    Şiyarbûna xwezayê û çar hêmanên wê: Cemre

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyvên Kurdî ‘pirsgirêk’ dîtin, ji bo pirtûkê bidin 5 hezar lîre xwestin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî Balyozxaneya Îsraîlê êrîş: kesek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DYA-Îsraîlê li çar welatan li hedefên Îranê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinnews: Di Adarê de 29 jin hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa ‘Aştî Bê Me Nabe’ hate aşkerakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (278)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne