Amed – Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn qala xebatên komeleya xwe kir û wiha got: “Divê li her taxeke Amedê komeleyeke çandê bê vekirin. Divê civak çand, ziman û dîroka welatê xwe hînî zarokên xwe bike.”
Piştî ku Navenda Çanda Mezopotamyaye hat avakirin, bi boneya li her derê xebatan bide meşandin li gelek bajarên din jî navendên çandê vekir. Di berdewama xebatên çandê de li Amedê jî di sala 2003an de Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê hat avakirin. Piştî ku navendê bi salan li navçeya Sûrê xebatên xwe meşandin di sala 2016an de bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Dû re Mala Hunerê û Kafeya Duçem hate vekirin. Ji ber ku ev der ne komele bû di sala 2019an de Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hate vekirin. Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn derbarê pêvajoya avakirina komeleyê û xebatên wê de ji ajansa me re axivî.
Celal Ekîn ê qala pêvajoya girtina Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê kir, wiha got: “Roja hate girtin me gotibû hûn bigirin em ê careke din vekin. Me kafeyeke bi navê Duçem vekir. An ku bi wateya Dîcle û Firatê. Me xebatên xwe bi vî awayî berdewam kirin. Ji ber ne komele bû me careke din serlêdan kir ku Dîcle û Firatê vekin. Ji ber biryara girtina wê hatibû dayîn, me jî bi navê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê komele vekir. Armanca me ew bû ku em saziya xwe ji nû ve ava bikin û xebatên ku di nivî de mabûn bidomînin. Lê mixabin hêj salek derbas nebûyî pandemî hat. Pişt re êrişî saziya me kirin hin kompîtur û alavên me desteser kirin. Dû re me got em xebatên xwe bidomînin erdhej çêbû. Me sazî ji gel re vekir. Bi sedan mirovên me, malbatên me qasî du mehan me li vir bi cih kirin. Em xwedî li wan derketin.”
Celal Ekîn, diyar kir ku piştî pêvajoya erdhejê xebatên xwe ji cihê mayî berdewam kirin û wiha domand: “Niha jî xebatên me yên li ser zarokan, xebatên dengbêjiyê, qursên tembûr, erbane, govendê hene. Dengbêjên me hene. Bi Mala Dengbêjan re bi hevkarî xebatên xwe dikin. Dawiya hefteyê rojekê em li vir dîwana dengbêjan datînin. Zêdetirî du salan e ev bername didome. Wekî din qursên me berdewam dikin. Gel jî serî lê dide xwedî lê derdikeve. Hevalên me yên li vê dere bi dilxwazî û bêyî berjewendî xebatên xwe dikin.”
‘Perwerdehiya ziman didin zarokan’
Celal Ekîn, destnîşan kir ku divê li her taxeke Amedê komeleyeke çandê bê vekirin û ev tişt got: “Kesên ku tên vir dizanin ku li vir komeleyeke çanda kurdî, zimanê kurdî, dîroka kurdî, muzîka kurdî, hunera kurdî dixwaze pêş dixîne heye. Kesên ku serî li vir didin bi vê zanebûnê tên. Hunermend divê çawa be, çi karî bike, çawa bike li ku bike? Em van bi şagirtên xwe re parve dikin. Hin zarokên biçûk ên tên zimanê dayikê nizanin, em perwerdehiya ziman jî didin. Stranên zarokan dixwazin, em wan nîşanî wan didin. Rîtmên xwezayî yên kurdewarî yên cuda cuda hînî zarokan dikin. Govendê hînî zarokan dikin. Dawiya hefteyê em zarokan ji malên wan kom dikin û tînin saziyê piştî dersa wan diqede bi wesayîtê dibin malên wan.”
‘Gel bi dil û can xwedî lê derket’
Celal Ekîn, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tu caran gel serî netewandî ye. Dema di sala 1991an de Navenda Çanda Mezopotamyayê vebû. Gel bi dil û can xwedî lê derket. Hevalên di çandê de dixebitîn bi fedakarî û dildarî xebatên xwe dimeşandin. Saziyên ku piştî 1991an hatin damezrandin hemû berhemên wê demê ne. Ew kesên di qada çandê, hunerê de bin, li ku hunermendek, rewşenbîrek hebe divê karê xwe bike.”
‘Divê hunermend zêdetir bixebite û biafirîne’
Celal Ekîn bal kişand ser zextên li ser hunermendên kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ku derê bibe bila bibe divê ev êriş bên şermezarkirin. Divê hunermend zêdetir kar û xe xebatên xwe bikin. Hunermend divê karê xwe bike û biafirîne. Ya din divê têkiliyên xwe bi gel re rast deyne. Divê têkiliyeke fizîkî were danîn. Heke tu bi gel re vê têkiliyê deynî dê gel jî xwedî li te derkeve. Em dixwazin li qada çand, huner, ziman li her qadê ev têkilî were danîn. Têkiliya fizîkî enerjiyeke erênî dide mirov.”
‘Li derve pergaleke gemar heye’
Celal Ekîn, banga xwedî derketina li saziyan li civakê kir û ev tişt gotin: “Divê civak çand, ziman û dîroka welatê xwe hînî zarokên xwe bike. Zêdetir bi saziyên çand û hunerê re têkiliyê deynin û zarokên xwe bişînin van deran. Derve weke hutekî ye. Hişbir, dizî, qumar tiştên nebaş hene û pêşî li van tê vekirin. Li derve pergaleke gemar heye. Ji ber vê divê xwedî li zarok û ciwanên xwe derkevin û wan bişînin saziyên çand û hunerê. Divê hunermend û rewşenbîr di van saziyan de cihê xwe bigirin. Bi dildarî kar û xebatên xwe bikin.”