Rojnameger Eylem Babayîgît ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, banga piştevaniyê kir û got: “Kedkarên Çapemeniya Azad li hûndir jî dê binivîsin. Hûn jî bibin dengê derve.”
Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de 22yê Çileyê hate binçavkirin û 24ê Çileyê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Eylem Babayîgît bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.
Eylem Babayîgît ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe ev peyam şand: “Ji bo pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne, divê her ciwaneke Kurd xwe weke generalên biçûk ên Apê Mûsa bigihînin. Divê her jina ciwan li ser rêya Gurbetellî Ersoz bimeşe û mîrateya wê dewr bigire. Weke kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî, em ê li hundir jî binivîsin. Dê ev darizandin û girtinên nehiqûqî nikaribe bi me paş ve gavê bide avêtin. Hûn jî bibin dengê derve.”