Rûspiyên Hesekê diyar kirin ku parastina jiyana hevbeş a tevahî pêkhateyên herêmê girîng e û anîn ziman ku divê xebata pêşîn ji bo aramî û têkbirina fitneyê be.
Desteya Rûspiyan û Meclisa Rûspiyan a Heseke bi dirûşma “Bi hev re ji bo parastina civaka xwe, mil bi mil ber bi yekitî û aramiyê ve. Aştiya sivîl berpirsiyariya me ya hevpar e, gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re” li Hola Şeto ya bajarê Heseke civînek li dar xist. Nûnerên eşîrên Ereb û Kurd û pêkhateyên din, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya civînê şêwirmendê Êla El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş kir, got: “Em îro ji bo parastina civaka xwe mil bi mil, arastina herêmên xwe ber bi yekitî û aramiyê ve kom bûne. Wê parêzgeha Hesekê xaka jiyana hevbeş û biratiyê ku tê de Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzidî bi hev re dijîn, bimîne. Gelê Hesekê li hember fitne û tehrîdê disekine û têk dibe.”
Dûre Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî axivî û diyar kir ku wan peymana 29ê Çileyê îmze kiriye û di pêvajoya pêkanîna wê de ne. Ebdî destnîşan kir ku ev peyman wek çarçoveyeke sereke ya ji bo hemû gavên siberojê ye.
Gelek axaftin ji hêla şêxên eşîran û rûspiyên herêmê ve hatin kirin û hat diyarkirin ku ew piştevaniya lihevkirina 29ê Çileyê dikin, zimanê nefretê û hewldanên derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de red dikin û dixwazin girtî werin berdan.
Mazlûm Ebdî jî li ser daxwaza rûspiyan got ew ê efûyek giştî ji bo girtiyan derxin, di çend rojên bê de bi aliyên eleqedar re mijara girtiyan çareser bikin.
Di dawiya civîna Desteya Rûspiyan de daxuyaniyek hat dayîn û hate gotin ku “Ji cîhanê tevahî re diyar dikin ku wê Hesekê xaka jiyana hevbeş, xweşik û biratiyê bimîne û rojekê jî nabe qada fitne yan jî tehrîdê yan jî zimanê nefretê.
Di vê dema dawî de tehrîdkirin û derxistina fitneyan li tevahî Sûriyeyê bi taybet jî li herêma cizîrê zêde bû û hinan hewl dida mozaîka civakî ya xurt a Sûriyeyê têk bibin. Em ji wan re dibêjin ku em xelk û pêkhateyên Cizîra Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen, Misliman, Xiristiyan û Êzidiyên xwe di dirêjahiya dîrokê de mînaka zindî ya biratiyê bûn, me nan, av û aqûbeta xwe bi hev re parve kiriye û hev du di zehmetiyan de parastiye û li dijî rêxistina terorîst sekiniye û têk biriye.
Em wek eşîrên ji tevahî pêkhateyan em ê her tim mertalên ewlehiyê û dibistanên zanîn, hişmendî û aqilmendiyê bin. Em îro di qonaxeke hestiryar re derbas dibin ku pêdiviya wê em ruhê berpirsiyariya dîrokî hilgirin.
Ji lew re em dixwazin ev xalên jêrîn pêk bên:
Pabendîbûna bi bicihanîna lihevkirinên ku dê entegresyonê pêk bînin û rijandina xwîna Sûriyan rawestînin.
Berpirsiyariya eşîrî: Pabendbûna bi nirxên eşîrî re û em ne artêşek di nav artêşê de ne yan jî şûna artêşê ne.
Rewşenbîrên me: Em rola we di belavkirina çanda hezkiriyê de tekez dikin.
Ciwanên me: Hûn stûnên pêşerojê û xeta yekem a parastinê ji bo welat in.
Zimanê nefretê: Em hemû cureyên zimanê nefretê, tehrîdkirinê û cudakariya neteweyî yan mezhebî bi tundî şermezar dikin.
Hevgirtin di demên dijwar de: Em pabend in ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî piştgiriya hevbeş peyda bikin.
Berpirsiyariya ragihandinê: Em bang li çalakvan û saziyên medyayê li Sûriyeyê dikin ku pabendî yasayên exlaqî yên pîşeyî bin û ji têgînên tehrîdkirinê yên ku mozaîka civakî ji hev dixin dûr bisekinin.
Zimanê diyalogê: Em bi diyalog û danûstandinê bawer dikin ku rêbaza yekane ya çareseriya nakokiyan e.
Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dubarekirin ku mil bi mil yekitî û aramiyê xurt bikin, civakê bi hevkarî û danûstandinê biparêzin û Hesekê modela jiyana hevbeş, xwişk û biratiyê ya tevahî pêkhateyan bimîne.







