Sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên li Amedê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li darxistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberiyê ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin.”
Di pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstituya Kurdî ya Amedê de di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê meş hate lidarxistin û pişt re daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê ji Qada Şêx Seîd heta Birca Keçîkê ya navçeya Sûrê meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankartên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” û “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hate vekirin.
Dowîzên “Dem dema zimanê kurdî ye” , “Jin Ciwan Çand û Ziman” , “Seba Kurdkî Têkoşîn” , “Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin” , “Dem demê ziwanê kurdkî yo” , “Kurd Kurdî Kurdistan” , “Bila kurdî bibe xwedî statu” , “Her der Kurdî her dem kurdî” û “Zimanê min sînorê welatê min e” hatin rakirin. Ligel erbaneyan stran hatin gotin û di tevahiya meşê de dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” , “Dîsa dîsa serhildan têkoşîn ji bo ziman” , “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Dema meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê.
‘Ziman tune be azadî tune ye’
Destpêkê mamosteyê MED-DERê Rifat Ronî bal kişand ser qedexekirina zimanan a li Komara Tirkiyeyê û wiha got: “Zimanê kurdî ji destpêka komarê heta niha bi zextan re rûbirû ye. Divê êdî zimanê kurdî weke zimanê tirkî bibe zimanê perwerdehiyê, pêwîste ji bo maf û azadiya ziman rê were vekirin. Di qanûnan de dibêje ji bilî zimanê tirkî oerwerde nayê dayîn. Her zimanek dewlemendiyeke. Ziman xemla jiyanê ye. Ziman tune be azadî tune ye azadî tune be jiyan tune ye. Endam û rêveberên rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Bajêr û navçeyan, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, parlamenter, hevşaredar û gelek kes beşdarî meş û daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî” hate vekirin û dirûşma “Zimanê Kurdî rûmeta me ye” hate berzkirin. Daxuyanî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî hate xwendin. Metna kurmancî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût, metna kirmanckî jî Hevseroka MED-DERê Şukran Yakût xwend.


Rûçem Elyakût diyar kir ku Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye û wiha got: “Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn e. Di nava zimanê Hînd Ewrûpîde cih digire. Bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl didin ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de û bi saya zargotina Kurdî ev hewldana asîmilasyonê bi tevayî bi ser neket.Ev hewldanên li dijî çand û zimanê kurdî hêj jî didomin û di fermiyetê de nayên qebûlkirin.”
‘Jiyaneke bê ziman ji bo Kurdan weke bedeneke bêmejî ye’
Rûçem Elyakût da zanîn ku pişaftin, qedexekirin, tunehesibandina çand û zimanê kurdî bi her awayî dewam dike û wiha berdewam kir: “Dixwazin ku kurdî were pişaftin, bihele, gav bi gav, bi demê re ji naverastê rabe. Gelê kurd li dijî vê hewldana neyînî radibe û destûr nade.Jiyaneke bêçand û bêziman, ji bo Kurdan weke bedeneke bêmejî ye. Çand û zimanê me hebûn, nasname, jiyana me ya neteweyî, azadî û neteweya me ye. Bingeha yekîtiya me ye. Gîrîngî û rol û rista perwerdehiya bi zimanê dayîkê nayê nîqaşkirin. Zarokên bi zimanê dayîkê perwerde nebin bixwebaweriya wan qels dibe. Karakterên wan lawaz dibin. Di jiyana rojane de bi ser nakevin.”
‘Rêzdar Abdullah Ocalan balê dikişîne ser girîgiya çand û zimanê dayikê’
Rûçem Elyakût, bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ balê dikişine ser girîngiya çand û zimanê dayîkê jî. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanêkurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin.
Di vê zimanê kurdî û statuya kurdan ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn’
Ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin, tecrîda li ser wî rabe. Di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn. Di makezagonê de bên misogerkirin.”
‘Ji bo zimanê kurdî merheleyeke nû ya têkoşîna ji bo zimanê kurdî didin destpêkirin’
Rûçem Elyakût, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in. Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em weke hemû saziyên zimanê kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratîk bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.
Em ê li hemû derên Kurdistanê bi hişmendiya hîndekariya zimanê kurdî belav bikin
Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin., bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên cihkî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye. Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin. Dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin.”
‘Em her derê bikin dibistaneke kurdî, kurdîgehek’
Rûçem Elyakût bi vê bangê axaftina xwe bi dawî kir: “Bi vê armanc û bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.
Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî, li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be! Bijî Zimanê Kurdî! Her Dem Kurdî Her Der Kurdî! Kurdî Yekîtî Azadî! Ji Bo Kurdî Her Dem Li Her Derê Têkoşîn û Xebat!”
Daxuyanî bi gerandina govendê û dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.