Parezêr û malbata Diyar Koç diyar kir ku dozgeriya Amedê biryar daye ku Diyar Koç dê ji bo tedawiyê sewqî Enqereyê bê kirin û rewşa wî ya dawî jî stabîl e.
Cîwanê bi navê Diyar Koç ku di 20ê Çileyê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di çalakiya xwedîderketina Rojava de bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin û bêyî ku tedawiya wî temam bibe ji nexweşxaneyê hate derxistin û hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Lê rêveberiya girtîgehê ji ber rewşa Diyar Koç a bi rîsk qebûl nekir ku li wir bê ragirtin û got ku divê Koç sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Piştre Diyar Koç sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin. Li gorî agahiyên ku malbat û parêzer wî ji bijîşk wergirtine, rewşa Diyar Koç hê jî stabîl e û bijîşk gotiye ew hê nizane xwîn çûye ser mêjiyê an neçûye.
Malbat û parêzerê Diyar Koç ji ajansa me re ragihandin ku dozgeriya Amedê biryar daye ku dê ji bo tedawiyê Diyar Koç sewqî Enqereyê bê kirin. Lê nehat zanîn ku dê Koç çawa û kengê bibin Enqereyê.










