Dadgeha Mafên Mirovan a Eworpayê (DMME), têkildarî kesên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin kuştin parastinê ji Tirkiyeyê xwest.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di salên 2015-16an de 137 rojan derketina kolanan hatibû qedexekirin. Di şerê li Cizîrê de di jêrzemînan de komkujî pêk hatibû. Têkildarî komkujiya jêrzemînan a li Cizîrê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrophayê (DMME) parastinê xwest. Parêzeran ji bo komkujiyê serî li AYMê dabû. Lê AYMê jî serlêdan red kiribû û parêzeran doz biribûn DMMEyê. DMMEyê jî di 22ê gulanê de agahî ji Tirkiyeyê re şand û xwest têkildarî komkujiya li Cizêrê parastinê bike.