Dewleta Sûrî yek ji welatên cîhanê yê herî zêde di rojevê de ye. Bi taybetî di salên dawî de bi şerê Kurd û gelên herêmêyên li dijî DAIŞê tê zanîn û nasîn. Herî dawî bi xistina hikûmeta Baasê û hatina desthilatê ya HTŞê ket rojevê û xwe di rojevê de dihêle.
Yek ji welatên herî zêde di rojeva cîhanê de ye Sûrî ye. Pirsên ‘Çima Sûrî yek ji navendên şer e? Kî ji bo çi lêşer dikin? Kî lê dijîn? Aliyê wê yê jeo-polîtîk çiye? Dewlemendiyên wê yên ser erd û bin erd çine? Çima ji bo dewletên cîhanê cihekî stratejîk e? Zêde tên pirsîn.
Îro li cîhanê her kes zane ku Sûrî li kijan parzemînê ye. Dizane kijan welat cîranê Sûrî ne. Gelek bawerî, civak û netew lê dijîn. Di 14 salên dawî de herî zêde Kurd li vir tên naskirin. Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞê tên nasîn. DAIŞ jî bi hovîtiya xwe ya li dijî mirovahiyê tê nasîn.
Sûrî, bi fermî Komara Erebî ya Sûriyeyê (al-Jumhuriyya al-?Arabiyya as-Suriya). Welatekî li Rojavayê Asyayê ye. Li bakurê wê Tirkiye, li rojhilat û başûrrojhilatê Iraq, li başûr Urdun û li başûr rojava jî Îsraêl û Libnan heye. Welatekî biçûk e. Lê bi 5 welatan ve girêdayî ye. Her wiha aliyekî wê Derya Spî ye. Girava Kîprosê li rojava li ser Deryaya Spî dikeve. Li Sûrî 14 bajar hene. Welatekî deştên bi xêr û bereket, çiyayên bilind û çolistanan e. Sûrî cihê komên etnîkî û olî yên cihêreng e. Piraniya wan Ereb û Kurd in. Dîsa neteweyên Tirkmen, Suryanî, Ermenî jî lê dijîn. Di nava komên olî de misilman, xiristiyan, elewî, durzî û êzidî hene. Paytext û bajarê herî mezin Şam e. Li gorî rêzê bajarê deyemîn, Heleb, yê sêyemîn Humis, yê çaremenîn Latakya û piştre bajarên Heme, Dêrezor û Reqa bajarê mezin in.
Navê “Sûrî” di dîrokê de ji herêmeke berfirehtir re tê binavkirin. Bi berfirehî bi Şamê re hevwate ye. Bi erebî wekî el-Şam tê zanîn. Dewleta nûjen cîhên çend keyîtî û împeratorî kevnar dihewîne. Dewleta Sûrî ya nûjen di nîvê sedsala 20an de piştî bi sedsalan desthilatdariya Osmaniyan hate damezrandin. Piştî heyamek wekî fermanberiya Fransî (1923–1946), dewleta nû hatî damezrandin. Di 24ê Cotmeha 1945an de dema ku Komara Sûriyê bû endama damezrîner a Neteweyên Yekbûyî, de facto serxwebûna xwe bi dest xist.
Piştî şerê cîhanê
Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê Osmaniyan serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanya qebûl kir. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi peyman û vê rêkeftinê Iraq û Filistîn ket bin berpirsiyariya Brîtanyayê. Libnan û Suriye jî ket bin berpirsiyariya Fransayê. Wê demê kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpê kirin û xwest Suriyeyê bike bin desthilata xwe. Lê serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal diçe Iraqê. Berî şerê cîhanê yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de miadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina Almanan bo rojhilata navîn di hezîrana 1941ê de Brîtanyayê ji bo alîkarkirina Fransayê, Suriye dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945an de bi hevpeymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Sûrî ya serbixwe ava bû.
Li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û terefdarên Cemal Ebdulnasir bûn desthilat. Di reşemeha 1958ê de Sûrî û Misirê bi navê Komara Yekgirtî ya Ereb ava kirin. Lê li sala 1961ê de li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û ev komar jî hate rûxandin.
Piştî şerê 1967ê bi binketina dewletên erebî xelas bû, li nav dewletên erebî jî guherîn destpê kirin. Li Sûriyê li sala 1970ê de bi rêberiya Hafiz Esad derbeyeke leşkerî pêkhat û bû desthilatê nû. Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên îsraêlî yên li derdora Kanala Suezê. Di vî wextî de jî leşkerên Sûriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraêlê bidawî bû. Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên erebî û OPECê embargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. Du sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraêl pêkahtin û Îsraêl ji axen dagirkirî derket.
Piştî serdema hikûmeta Baasê
Heta girtina Şamê ji aliyê hêzên serhildêr ve, ew yekane welat bû ku ji aliyê neo-Baasiyan ve dihat birêvebirin. Hikûmeta nû-Beasî dîktatorîyeke totalîter bû û xwedî oleke kesayetî ya berfireh li derdora malbata Esed bû. Di sala 2024an de, ji bo rojnamegeran di cîhanê de bû yek ji welatê herî zêde talûke. Sûrî herî gendelî li herêma MENA bû û li ser Endeksa Têgihîştina Gendeliyê ya 2023an di cîhanê de di rêza duyemîn-xerab de bû. Sûriye jî bû navenda pîşesaziya Kaptagonê ya ku ji aliyê Esed ve tê piştgirîkirin, salane bi mîlyaran dolar dermanên neqanûnî hinarde dike û dike yek ji mezintirîn dewletên narko li cîhanê.
Gelek darbeyên leşkerî çêbûn
Piştî serxwebûna Sûriyeyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17ê Nîsana 1946an de, Sûriyeyê serdemeke bêîstiqrariyê derbas kir. Piştî sala 1949an çend derbeyên leşkerî çêbûn, di sala 1958an de serokê Sûriyeyê Şukrî Qiwetlî û serokê Misirê Cemal Ebdulnasir damezirandina Komara Erebî ya Yekbûyî ragihand. Lê komarê dirêj nekir, di sala 1961ê de bi dawî bû. Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baas di sala 1940î de ji aliyê Mîşêl Aflak û Selahedîn El Bîtar ve hat damezirandin. Di roja 8ê Adara 1963yan de komeke efserên Baasî bi hevkariya efserên neteweperest û Nasirî derbeyeke leşkerî pêk anî û di encamê de hikumeta Nazim El Qudsî hilweşand, rayedarên payebilind hatin girtin û parlemento betal kirin.
Serdema Hafiz Esad
Piştî ku Hafiz Esed hat ser desthilatê, dest bi tesfiyekirina dijberên xwe yên siyasî yên di nava Partiya Baas de kir û dest bi xurtkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî kir û rejîmeke otorîter ava kir. Hafiz El Esed dezgehên ewlekarî û îstixbaratê yên xurt ava kirin da ku çavdêriya xelkê bike û hewlên derbeyê bitepisîne. Xwe sparte derdoreke teng a alîgirên xwe ku piraniya wan ji mezheba elewî bûn, da ku desthilata xwe ewle bike û biparêze. Di dawiya salên 1970yî de, opozîsyona îslamî ya bi pêşengiya Îxwan El muslimîn li dijî Hafiz El Esed zêde bû ku di sala 1982yan de bi komkujiya Hemayê gihaşt lûtkeyê ku tê de rejîmê bi tundî Îxwan tepeser kirin û bi hezaran sivîl kuştin. Li gel îslamîstan, Esad rastî dijberiya hêzên çepgir û neteweperest hat ku bi tundî hatin tepeserkirin. Di mijdara 1988an de, Hafiz El Esed krîza dil a giran derbas kir. Piştî mirina Hafiz El Esed di sala 2000an de, kurê wî Beşar Esad hate ser desthilatê, mîna ku sîstema ku li welat hatiye pejirandin, sîstema qralî bû. Da ku Beşar bikare bibe namzed ji bo serokkomariyê, destûr bi awayekî lezgîn hate guhertin û referandûma giştî hat kirin û Beşar Esed wek serokê nû hat ragihandin. Piştî ku Beşar Esed hate ser desthilatê, soza reformên siyasî û aborî da. Lê ew reform seranser û bi sînor bûn, lewma di pêvajoya desthilata wî de yekdestî girantir bû û gendelî jî zêde bû.
Piştî serhiladan gelan rewşa Sûrî
Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne. Ji ber gendelî, nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de û bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî. Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, hêza leşkerî derxist pêş û êrîşî çalakgeran kirin. Ev bû sedema mîlîtarîzekirina şoreşê bi destên hêzên derve. Nemaze Tirkiye û Qeterê piştî vê yekê çek û çekdar ji her deverên cîhanê şandin Sûriyeyê.
Şerê li Sûrî û şoreşa gelan
Bi berdewamiya krîzê re, rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan. Piştre Sûriye veguherî qada şerê navneteweyî û herêmî. Hêzên Rûsya û Îranê ketin herêmê. Tirkiye piştgirî da komên çekdar. Piştre komên çeteyan li herêmên ku ji destê Sûrî derket zêde bûn. Sûrî ji xeynî herêma Rêveberiyên Xweser bû qad û hêlîna çeteyan. Rûsya Îran, Tirkiye, Qatar û gelek welatên cîhanê piştgirî dan DAIŞ, El Qaîde, El Nusra Artêşa Sultan Murad, Artêşa Nijtimanî ya Sûrî, Ceyş El Vatanî û gelek komên çeteyan. Van dewletên ku piştgirî dan çeteyan, xwestin bi destê van çeteyan alozî û kaosa li Sûriyeyê zede bike û bajarên ku bi piranî kurd lê dijîn dagir bikin. Bi taybetî Tirkiye û Qatarê bi piştgiriya hêzên navdewletî piştî 2024an DAIŞ bi rêxistin kirin û şandin ser herêma Rêveberiya Xweser û xwestin Kurdan li herêmê bê hêz bihêlin û tevî koçber bikin. Lê Kurdan axa xwe terk nekir û li dijî DAIŞê û komên çeteyan li ber xwe da. Xwe bi rêxistin kir û şer kir. Yekîtiya Parastina Gel (YPG) Yekîtiya Parastina Jinan (YPJ) û Hêsên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî van komên çete dest bi parastina gel kirin. Ji Hesekê heta Qamişlo, ji Kobanê heta Minbic û Efrînê ji destê komên çeteyan paqij kirin û Rêvberiyên Xweser ava kirin. Piştî ku Rêveberiyên Xweser hatin avakirin û Meclisên Demokratîk hatin sazkirin, li van bajaran modela Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Demokratîk û meclisên demokratîk hatin avakirin. Hemû bawerî, nasname, çand, ziman û zimanan di bin baneyên Meclisên Rêveberiya Demokratîk de cih girtin û bûn xwedî vîn û nasname. Bi pêşengiya jinan û yekîtiya gelan li Rojava şoreşek pêş ket. Ev şoreş bû mînak û remzek ji bo jiyana demokratîk û hevpar. Di nava 10 salên dawî de êdî pergala Neteweya Demokratî û Xweseriya Demokratîk hat avakirin. Hemû gelên cîhanê êdî ev model ji bo xwe kirin mînak. Li aliyekî hemû gelê cîhanê Kurd bi şerê li dijî DAIŞê nas kir, li aliyê din Kurd wekî pêşengên Rêveberiya Xweser û nûnerên Neteweya Demokratîk nas kirin. Kurd bi şerê xwe û rêveberiya xwe hatin nasîn û qebûlkirin.
Tirkiye Bajar dagir kirin
Piştî Rêvberiya Xweser li herêmê xurt bû û kanton ava kirin, Tiriye û Rûsya bi hevkariya hev ewil li Idlib, Ezaz û El Bab dagir kirin û li wir komên çeteyan perwerde kirin. Piştre Tirkiye berê xwe da herêmên Rêveberiyên Xweser û ewil Efrîn dagir kir. Piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Tirkiyeyê piştî dagirkirina van bajaran, herêm wekî parçeyekî axa xwe bi reve bir.
Di vê pêvajoya ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêş ket û belav bû de, hêzên navdewletî ji bo rê li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bigirin piştgiriya çeteyên ku li Idlib, Ezaz, Bab û Efrînê perwerde kiribûn, zêde kir. Rê li pêşiya van çeteyan vekir ku êrîşa zêde bikin. Li aliyekî berê Heyet Tehrîr El şam ku berdewama El Nusra ye da Helep, Hems û Şamê. Li aliyê din Tirkiyeyê berê çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûrî (ANS) Artêşa Sultan Murat û Ceyş El Vatanî ku wan ji bo plana Mîsakî Mîllî wekî amûr bikar tîne, da Şehba, Til Rifat û Minbicê. Ev nîşan dide ku Hêzên Navdewletî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdê kûr dikin, ji bo projeya Rêber Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk li Rojava geş nebe û belav nebe, bi rêya çeteyan xwestin disa teşeyeke din bidin Sûriyeyê. Xuya dike ku dîsa Sûriye di nava xwe de parve kirine. Hêzek bi rêya HTŞê dixwaze Şamê di kontrola xwe de bi rêve bibe, hêza din jî dixwaze bi destê çeteyan destkeftiyên kurdan tune bikin û êrîşên xwe zêde dikin.
HTŞ bû desthilat
Di 8ê Çile de HTŞ di serokatiya Colanî de ket Şamê û hikûmeta Şamê ji destê Beşar Esad derxist û rejîma Baasê têk bir. HTŞ çawa hat ser desthilatê hikûmetek nû û destûreke nû ava kir. Lê hikûmeta HTŞê jî wekî desthilata berê bêyî vîna gelên Sûriyeyê esas bigire li gorî xwe hikûmet û zagon ava kirin. Di vê pêvajoyê de dîsa di navbera HSD û HTŞê de peymana ji 7 xalan pêk tê hat îmzekirin û ji bo tevhiya Sûriye bi hevre bi rêve bibin diyalogêh Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi Şamê re didome.
Êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê sûrî didomin
Li aliyekî aloziya nava Şamê hêj didome, li aliyê din êrîşên Dewleta Tirk a li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî didomin. Di çend mehên dawî de geşedanên pir bi lez pêş dikevin. Ev jî nîşan dide ku dê guhertin bidomin.