• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan: Divê demildest komîsyoneke rayedar bê avakirin

Enqere / AW

27 HEZÎRAN 2025 - 13:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku têkildarî pêvajoyê ji bo avakirina komîsyoneke li Meclîsê, mutabaqata esas heye û got: “Divê demildest komîsyoneke rayedar a taybet were avakirin.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên siyasî yên di rojevê de, li Navenda Giştî daxuyanî da. Ayşegul Dogan, di serî de biryara bihincet a Doza Kobanê nirxand û got ku metneke dikare di 15 rojan de were nivîsandin di 13 rojan de hatiye amadekirin û bi vê yekê re mafê azadiyê yê siyasetmedaran hatiye binpêkirin. Ayşegul Dogan, got ku di 32 hezar û 630 rûpelan de tu hinceteke hiqûqî nehatiye dîtin.

Ayşegul Dogan pêvajoya heyî bi bîr xist û got ku divê geşedanên ku pêvajoyê xurt dikin bêş bikevin. Ayşegul Dogan diyar kir ku bi avêtina gavên wiha biçûk dikare baweriya gel jî were xurtkirin.

Ayşegul Doganê diyar kir ku weke DEM Partiyê fikra wan ew e ku komîsyona li Meclisê tê avakirin “Komîsyoneke xwedî peywirên taybet be” û ev yek anîn ziman: “Em dibînin ku têkildarî avakirina komîsyonê, hem di partiyên siyasî de hem jî di nava civakê de mutebeqetek heye. Mutebeqeteke wiha heye; divê komîsyon were avakirin. Di vê mijarê de pêşnûmeya me amade ye û em ê di roja duşemê de pêşkeşî Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bikin. Girîng e ku serokê meclisê bi partiyan re civiya û li fikrên wan guhdarî kir. Her wiha daxuyaniyên Serokkomar Erdogan hene. Ev tevek, nîşaneya konsensuekê ne ku em nikarin niha hûrgiliyên wê parve bikin. Ji ber ku hevdîtinên têkildarî wê didomin. Em dixwazin di mijara komîsyonê de cidî nêz bibin. Ji bo çek bi temamî ji dewrê derkevin, divê hemû mekanîzmayên pêwîst tavilê bikevin meriyetê.”

Ayşegul Dogan behsa hevdîtina serokwekîlên koma partiya wan a li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî kir û got: “Rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bû. Heke li vî welatî qala demokrasiyê were kirin, divê girtiyên nexweş di hundir de nebin. Ev, binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e. Ji ber sedemên siyasî hûn di hundir de digirin. Mafê darizandina adilane berçav nayê girtin û dibin sedem ku girtî rojê xwe yên dawî bijîn. Girtiyên nexweş ên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wan asteng dike hene. Divê ev, rojeva hemû partiyan be û xwedî helwest bin.”

Etîket: Ayşegul DoganDEM PartîkomîsyonMeclîspêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

1 NÎSAN 2026
Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

30 ADAR 2026
Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

28 ADAR 2026
Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

Li Amedê panela jinan: Jin dikarin di aştiyê de roleke diyarker bilîzin

28 ADAR 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
Karasu: Seba serkewtişê prosesî azadîya fîzîkî ya Rayberîye şert a

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

26 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (26)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne