• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dorpêça Kobanê: Birîndar hene, xetereya li ser jiyanê zêde dibe

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 15:07
Kategorî: ROJANE
A A
Dorpêça çeteyên HTŞê û DAIŞê yên girêdayî Tirkiyê li ser Kabonê berdewam dike. Rayedarên Kobanê û niştecihên bajar diyar kirin ku kêmbûna pêwistiyên jiyanî hatiye astek xetere û banga piştevaniyê kirin. Ji çar perçeyên Kurdistanê, sazî û dezgehên biyanî jî banga rakirina dorpêça li ser bajar dikin.

Li Kobanê dorpêça çeteyên HTŞê û DAIŞê ên girêdayî Tirkiyeyê hindî diçe zêde dibe. Rayedarên Kantona Kobanê û niştecihên gund bi dîmen û peyamên didin raya giştî de balê dikişînin ser xeteriya dorpêçê. Dermansaz Aram Elî hişyarî da ku ji ber dorpêça giran derman li Kobanê pir kêm bûye û hejmara birîndaran pir e. Aram Elî banga lezgîn kir. Aram Elî yê ku li Kobanê dermansaze, diyar kir ku ji ber dorpêçê dabînkirina dermanan zehmete û banga alîkariya lezgîn kir. Li Kobanê ji ber dorpêça li bajêr pirsgirêka dabînkirina derman heye. Aram Elî yê ku li Kobanê dermansaze û ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî, diyar kir ku nexweşxaneyên ku berê xizmetguzariya tenduristiyê ji bo 800 kesan dida niha tenê dikare li rewşên lezgîn binêre.

‘Gelek derman tunin’

Elî diyar kir ku Kobanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ji ber dorpêçê di serî de dermanên zarokan derman nayê dabînkirin. Elî rave kir ku dermanên tansiyon, penceşêr û diyanetê kêm bûne û beşa diyalîzê bi tevahî hatiye rawestandin. Aram Elî, anî ziman ku ji ber dorpêçê destur nayê dayîn ji bo derbaskirina kelûpelên bingehîn û dermanan. Elî destnîşan kir ku ger rewşa wiha bidome dê krîzekî mirovî ya mezin li Kobanê rû bide û ev tişt got: “Şer didome. Hejmara birîndaran pir in û derfetê emeliyatê nîn e. Dermanên me pir hindik in. Hinek birîndar ji ber nebûna dermanan şehîd dibin.” Elî, di dawiya axaftina xwe de ji bo rakirina dorpêçê bang kir.

SOHR: Li Kobanê kirîz mirovî girantir bûye

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî da ku li Kobanî ji ber dorpêça dijwar a çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û şert û mercên dijwar ên zivistanê kirîz mirovî girantir bûye û daxwaza mudaxeleya mirovî ya lezgîn kir. SOHRê hişyarî da ku bajarê Kobanî di bin dorpêça dijwar a çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab v diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku “tavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin.” SOHRê diyar kir ku Kobanî “zêdetirî hefteyekê ye bi tevahî hatiye dorpêçkirin”, ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn.

Hebûna bi deh hezaran koçberî rewşê girantir dike

SOHRê da zanîn gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê, û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên, “di şert û mercên zivistanê yên dijwar û barîna berfê de”. Der barê rewşa tenduristî de SOHRê ragihand ku “oksîjen li yek ji nexweşxaneyên bajêr xilas bûye”, ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye. Li ser heman mijarê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) duh der barê “kirîza mirovî li bajarê Kobanî û gundewarê wê”, hişyarî da û bal kişand ser “girtina hemû rêyên ku diçin bajêr û kêmbûna pêdiviyên bingehîn”.

 

Etîket: çeteyên HTŞê û SMOyêDAIŞKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

30 ADAR 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

16 ADAR 2026

Şandeya Bakur li Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin            

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne