• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kovara ‘Kewar’ dest bi weşanê kir

    Kovara ‘Kewar’ dest bi weşanê kir

    Komeleya Şêx Seîd: Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ye

    Komeleya Şêx Seîd: Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ye

    DOSYE: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 3  Di gel tevahiya hewldanên tunekirinê jî mûxatab dîsa Abdullah Ocalan e

    DOSYE: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 3
    Di gel tevahiya hewldanên tunekirinê jî mûxatab dîsa Abdullah Ocalan e

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê ne

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê ne

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kovara ‘Kewar’ dest bi weşanê kir

    Kovara ‘Kewar’ dest bi weşanê kir

    Komeleya Şêx Seîd: Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ye

    Komeleya Şêx Seîd: Hevrûbûn berpirsyariyeke dîrokî ye

    DOSYE: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 3  Di gel tevahiya hewldanên tunekirinê jî mûxatab dîsa Abdullah Ocalan e

    DOSYE: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 3
    Di gel tevahiya hewldanên tunekirinê jî mûxatab dîsa Abdullah Ocalan e

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê ne

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed li Munîhê ne

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

    ‘Jin dertbêj e, mêr jî dengbêj e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DOSYE: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 3
Di gel tevahiya hewldanên tunekirinê jî mûxatab dîsa Abdullah Ocalan e

Serdar Altan / AW

13 SIBAT 2026 - 11:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Komploya navdewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di sala xwe ya 27emîn de ye. Ev komploya ku di dîroka Kurdan de wekî “Roja Reş” hatiye pênasekirin, tevî şert û mercên dijwar ên tecrîd û dîlgirtinê jî, bi berxwedan û têkoşîna bêhempa ya Ocalan hate pûçkirin. Ocalan, ku têkoşîna wî ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi heyranî tê şopandin, bi banga 27ê Sibatê 2025 û bi manîfestoya serdema nû careke din nîşan da ku ew di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatabê herî girîng û jêveneger e.

Revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27 sal berê û birina wî bo Tirkiyeyê, di encama komployeke navneteweyî ku bi rêya hevpeymaniyên qirêj di navbera hêzên cîhanî û emperyal de hatibû organîzekirin bû. Her çend Ocalan piştî vê komployê li Tirkiyeyê li girtîgeha Îmraliyê di hucreyekî de rastî şert û mercên tecrîdê yên dijwar û hewldanên tasfiyeyê hat jî, têkoşîna wî ya ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hemû van planên tasfiyeyê yên qirêj têk bir. Pêşbînî û perspektîfa Ocalan hemû polîtîkayên ku hewl dihat dayîn bi rêya wî werin bicîhanîn, vala derxist.

Di beşa sêyem ya rêzedosyeya, “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve” emê piştî birina Ocalan girava Îmraliyê çi hatin jiyankirin, geşedanên din ava 27 salan de û têkoşîna Ocalan ji bo komployê li valahiyê derxe bi berfirehî bi we re parve bikin.

‘Ez di çarmixê de me!’

Pirsgirêka Kurd ku bi gelek nakokiyên hevgirtî ve girêdayî ye û di van dused salên dawî de şahidiya serhildanên mezin yên xwînî kiriye, di 15ê Sibata 1999an de kete konaxek nû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku serokatiya serhildana dawî yê Kurd dikir, êdî li Tirkiyê bû. Ocalan ji bo vê rewşe paşê dê wiha bigota: “Amerîka û NATO berpirsiyarê anîna min a vir in.” Piştî çend salan, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît dê kûrahî û mezinbûna komploya navneteweyî bi van gotinan qebûl bikira: “Ez hîn jî fêm nakim çima Ocalan radestî me hat kirin.” Ocalan vê komployê dişiband trajediya ku Îsa Mesîh jiyaye û wiha digot, ” Min li çarmixê dan. Mîxek li Rûsyayê, yek li Îtalyayê, yek li Yewnanîstanê û yek jî li Tirkiyeyê hat lêxistin.” Di axaftinekî xwe yê din de jî rewşa xwe dişiband ya Îbrahîm bêxember û vê yekê wiha bilêv dikir: “Tirkiye veguherî depoyeke daran û ez bi mancînîqê (balafirê) avêtin wir. Ji ber vê sedemê, utopyayeke aştiyê, mîna Gola Masiya (li Rihayê) jî dikare pêş bikeve. Ger em aştiyê sazbikin û biparêzin, efsaneya Îbrahîm dikare bibe rastiyek.”

Tecrîda girankirî û sîstematîk dest pê kir

Piştî ku Ocalan ji ber zextên li ser Sûrî û hevkariyek qirêj a ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatî pêşxistin ji Sûrî derket, 129 roj li derveyî welat derbas kir. Ev komploya ku mirov weke bûyera sedsalê dikare binav bike qonaxa xwe ya yekem di 15ê Sibata 1999an de bi revandina Ocalan û radestkirina wî bo Tirkiyeyê temam kir. Bi girtina Ocalan di hucreya yekkesî ya ewlehiya bilind a Girava Îmraliyê de, girav wekî herêmeke ewlehiya taybet bi tevahî hate ragihandin û tedbîrên leşkerî yên awarte hatin girtin. Berpirsiyariya giravê, ku polîtîkayên taybet lê hatin sepandin, rasterast radestî Serokwezîr hate kirin. Hemû şert û merc bi tevahî li gorî Ocalan hatin bicihanîn; girtiyên din hatin berdan û li dijî Ocalan polîtîkayeke tecrîda girankirî hate meşandin. Li gorî daneyên fermî, hezar leşker li giravê hatin bicihkirin û kontrola giravê bi tedbîrên leşkerî yên asta bilind radestî Hêzên Deryayî hate kirin. Girav bi temamî bi pergaleke kamerayê dihat kontrolkirin. Wekî din, herêma derdora giravê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve wekî “herêma qedexekirî ya leşkerî” ya pileya duyemîn hate ragihandin. Girava Îmraliyê veguherî giravek ku bi tevahî ji hêla polîtîkayên taybet ên dewletê ve tê birêvebirin.

Tiyatroya darazê li Îmraliyê

Piştî Ocalan li girava Îmraliyê hat zindanî kirin dewleta Tirk li dijî Ocalan di 31ê Adara 1999’an de darazeke bi rengê şanoyê da destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd naverok û pêşveçûyîna darazê wek berdewamiya komploya navdewletî pênase kir û wiha digot: “A ku di şexsê min de tê darizandin civakeke xwedî dîrokeke bi birîn û jan e. Divê sedsala 21mîn êdî bibe sedsala pêşketina jiyaneke bi hev re û bi aştiyane” Doza Ocalan ya ji bêqanûniyan û mîzansenekî pêk dihat pêşketinên girîng di nava xwe de dihewand. Di rûniştina yekem a doza Ocalan de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya 2yem a Enqerê, parêzerên wî ji aliyê malbatên leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane ve bi awayekî organîzekirî de rastî êrîşê hatin. Ev dadgerî bixwe jî weke sazîbûna komployê bû û tişta ku dihat xwestin bê kirin bi zelalî eşkere dikir.

Amadebûna Ocalan li dadgehê, bicihkirina wî di nav qefesek cam de, û rewşa tecrîdkirî hemî wekî beşek ji mîzansena dadgeriyê dihat xuyakirin. Ev di heman demê de nîşanek zelal bû ka tecrîda li ser wî çawa dê were domandin. Di rûniştina 31ê Gulana 1999an de, li Îmraliyê, 11 xizmên Ocalan û 11 parêzerên wî, malbatên 26 leşkerên ku di şer de mirine û 38 çavdêr beşdar bûn. 12 parêzerên din jî weke li dij wî mudaxilê dozê bûn. 12 rojnamevanên Tirk û heşt rojnamevanên biyanî jî ji bo çavdêriya dozê amade bûn. Di dema rûniştinê de, heyeta dadgehê biryar da ku doz li Girava Îmraliyê berdewam bike.

Di roja îdamkirina Şêx Seîd de biryar dan

Daraza dewleta Tirk di rûniştina 29ê Hezîrana 1999’an de di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara ‘îdamê’ da. Ev dîrok di heman demê de dîroka îdamkirina Şêx Saîd bû. Dewleta Tirk bi ve biryarê car din peyam dida gelê Kurd û rêberê wan. Biryara îdamê di dema koalisyona DSP, ANAP û MHPê de li hember 162 dengan bi 256 dengan, di çarçoveya zagonên Yekitiya Ewropayê de hat rakirin û ev biryar veguhest biryara cezayê giran a muebbetê.

Têkoşîna aştiyê û vala derxistina komployê

Piştî ku radestî Tirkiyeyê hat kirin Ocalan, li grava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ev 27 sal in di hucreyekê de dîl tê girtin. Rêberê gelê Kurd bi sekn û berxwedana xwe, komploya navdewletî li grava Îmraliyê deşîfre kir û di nav şert û mercên dijberî xwe, grava Îmraliyê veguhest keleha têkoşînê. Ocalan li gel tecrîda giran tu caran dev ji hewldanên xwe yên ji bo çareserî û aştiyê berneda. Bi perspektîfên xwe nexşerêya çareserî û aştiyê pêşkeşî civakê û dewleta Tirk kir. Her wiha PKK jî guh da hewldanên Ocalan û bi caran agirbest îlan kir. Di 2ê Tebaxa 1999an de Ocalan agirbesteke bêdawî ragihand û ferman da hêzên xwe ku ji sînor vekişin. Piştî vê yekê, PKKê hêzên xwe yên çekdar ji Bakurê Kurdistanê vekişand. Lêbelê, tevî van hemû nêzîkatiyên bi niyeta baş, dewleta Tirk û hêzên siyasî yên li ser serê wê di dema vekişîna gerîla de kemînên cûrbecûr çêkirin, ku di encamê de gelek gerîla jiyana xwe ji dest dan.

Biryara agirbestê û paşvekişandina hêzan da

Li gel vê yekê, wekî nîşaneyek niyeta baş û li ser banga Ocalan, PKKê yek ji Qendîlê û yek ji Ewropayê du Komên Aştiyê şandin Tirkiyeyê. Di 1ê Cotmeha 1999an de, Koma Aştiyê ya 16 endamî ya Qendîlê hate girtin, û di 29ê Cotmeha 1999an de, Koma 16 endamî ya ji Ewropayê di heman demê de hatin girtin. Girtina endamên Koma Aştiyê bû sedem ku hêviyên aştiyê yên ku di nav gel de çêbûbûn vemire.
Öcalan, ku di 1ê Îlona 1998an de agirbest îlan kir, di dema darizandina xwe de ew veguherand agirbesteke bêdawî. Ev agirbest di 1ê Hezîrana 2004an de, ji ber bêçalaktiya dewletê, hate şikandin. Piştî vê dîrokê, tecrîda ku rejîma AKPê li ser Öcalan ferz kiribû hîn zêdetir hate dijwarkirin. Piştî demekê li ser banga Ocalan di 19ê Cotmeha 2009an de ji Qendîl û Maxmûrê 34 endamên PKKê bi navê ‘Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk’ ji deriyê sînorê Xabûr derbasî sînorên Bakurê Kurdistanê bûn. Ev koma aştiyê li Bakurê Kurdistanê bi hêvîyek mezin hatin pêşwazîkirin. Lê tevî van hewldanên êrênî, dewleta Tirk bi pêşengtiya Recep Tayîp Erdogan û bi piştigiriya MHP û CHP’ê bi êrîşan hewl dan koployê bidomînin. Operasyonên KCKê yên di sala 2009an de li dijî siyasetmedarên Kurd pêk hatin, yek ji van pêlên mezin ên êrîşan bû. Her wiha di dema şoreşa Rojava de, rejîma Erdogan bi rêya çeteyên DAIŞê xwest destkeftiyên Kurdan têk bibe. Lê ev xwestek û hewldanên Erdogan û hevkarên wî bi berxwedana Kobanê ve ji xeyalekî derbastir nebûn.

Şerê gel ê şoreşgerî û grevên birçîbûnê

Piştî ku 2011an de hevdîtinên li Osloyê bê encam ma û tecrîda giran li ser Ocalan hat birêvebirin, li Kurdistanê careke din rewş giran bû. 2012an de HPGê pêngava “şerê gel a şoreşgerî” da destpêkirin û li herêma Colemergê gelek deveran xist bin kontrola xwe. Girtiyên zindanan jî, li hember tecrîdê û mafên rewa a gelê Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev bi yek carî li tevahî zindana belav bû nezî deh hezar girtî başdar bûn. Ev grev her ku diçû li tevahiya Kûrdistanê belav dibû, çalakiyên gel zêde dibûn. Di encamê de dewletê zêdetir nikaribû li ber xwe bida û carekî din berê xwe da girava îmralîyê. Piştî cara yekem birayê Ocalan, Mehmet Ocalan çû giravê, Abdullah Ocalan banga bidawîkirina grevan kir û di encamê de grevên birçîbûnê bi dawî bûn. Her wiha hevdîtin di nav dewletê û Ocalan de hat destpêkirin. Di vê navberê de Qetlîama Parîsê ya ku di 9ê Çileya 2013an de li dijî jinên kurd ên pêşeng Sakîne Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemezê bi destê MÎTê pêk hat. Ocalan ev qatlîam wek darbeyeke li dijî pêvajoya çareseriyê pênase kir.

Pêvajoya aştiyê ya 2013-2015an

Digel hewldanên xirakirina pêvajoyê jî, Ocalan nameyek şand Newroza 2013yan a Amedê û dîyar kir ku pêvajoya çareseriya pirgirêka Kurd daye destpêkirin. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de di navebera Ocalan, heyeta Îmraliyê û hikumeta AKPê de bi caran hevdîtinên girîng pêk hatin. Ev hevdîtin di 28ê Sibata 2015an de bi daxuyanekê li qesra Dolmabahçeyê hat deklerekirin. Di vê civîna ku ji aliyê raya giştî ve wek “mutabaqata Dolmahçeyê” tê nasîn heyeta Îmraliyê û li ser navê hikumeta AKPê cigirî serokwezîrê Tirk ê wê demê Yalçın Akdogan cihê xwe girtin. Lê ev mutabaqata ku ji 10 madeyên bo çareseriyê hat îmzekirin, ji aliyê Tayîp Erdogan ve hat red kirin. Erdoganê ku berî ku îmze bê avêtin çareserî dianî ziman, li ber qamerayan bi gotina “ez vê mutabaqatê rast nabînim û erê nakim” maseya çareseriyê rûxand.

Tecrîda girankirî dest pê kir

Bi rûxandina maseya çareseriyê di serî de li dijî Ocalan, li dijî gelê Kurd û Kurdistanê konsepteke nû ya şer destpêkir. Bi taybetî li dijî Ocalan rejîma Erdogan asta tecrîdê derxist herî jor. Tevî hevdîtin malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê bi hincetên cur be cur hatin astengkirin. Ocalan ji piştî 27ê Tîrmeha 2011an bi parêzerên xwe re, piştî 6ê Cotmeha 2014an bi malbata xwe re û piştî 5ê Nîsana 2015an bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk anîbû, careke din nehêlan ku kes biçe cem wî. Di wê heyamê de piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an, di 11 Îlona 2016an de birayê wî Mehmet Ocalan li grava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê girevên birçîbûnê a ku li zindana û li derve hatibûn destpêkirin bi dawî bûn.
Lê belê tecrîda giran a li ser Ocalan piştî vê salê jî berdewam kir. Her çiqas civaka Kurd a li Kurdistan û diasporayê hewl dan rewşa tecrîdê bigohere jî, encamek ji van hewldanan derneket. Saziyên navnetewî a wek CPT û Konseya Ewropayê jî bêdengiya xwe parastin.

Şerê îmhayê hat ferzkirin

Beriya vê pêvajoyê dewleta Tirk konsepteke şer ya giran li hember civaka Kurd da destpêkirin. Qetlîam û êrîşên tunekirinê jî di vê demê de pêk hatin. Di 20ê Tîrmeha 2015an de, li navçeya Suruçê ya Rihayê, 33 ciwanên sosyalîst ên ku hewl didan alîkarî bigihînin Kobanî, bi piştgiriya rejîma AKPê ji aliyê DAIŞê ve bi hovane hatin qetilkirin. Di 22ê Tîrmehê de, li navçeya Ceylanpinar a Rihayê du polîs ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin. Bi karanîna vê bûyerê wekî hincet, rejîma AKPê di 24ê Tîrmehê de êrîşeke berfireh a hewayî li dijî Qendîlê da destpêkirin. Ev êrîş, ku 52 balafir tê de beşdar bûn, bi rojan berdewam kir. Bi vî awayî, şer bi fermî dest pê kir. Berxwedana mezin a gerîlayan li dijî êrîşên artêşa Tirk bû sedema rêze êrîşên întîxarî yên domdar. Hêzên dewleta Tirk êdî nema dikarîbûn ji çeperên xwe derkevin.
Piştî vê yekê di 2015an de şerê bajaran û berxwedana cewherî ya gel pêk hat. AKP ji bo berjewendiya xwe ya şexsî bajarên Kurdistanê şewitandin û wêran kirin. Ev êrîşên li ser bajaran bi berxwedaneke mezin ya bi biryirdarî û fedayîane hat pêşwazî kirin. Di encamê de bi dehan sivîl û aliyên çekdar jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dewletê jî wendayiyên mezin jiyan.

Şerê topyekûn dan destpêkirin

Di dawiyê de, bi karanîna hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, rejîma AKPê Rewşa Awarte ragihand, ku wekî derfetek ji bo dagirkirina şaredariyên li Kurdistanê hate bikar anîn. Piştî dagirkirinê, bi dehan şaredar hatin girtin û zindanîkirin, li bajaran qeyûm hatin tayînkirin û vîna gel ji dest hat girtin. Dîsa, li gorî qanûnên Rewşa Awarte, hema bêjin hemî saziyên Kurdan, di serî de dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Piştî vê yekê operasyonek berfireh li dijî HDPê hate destpêkirin û gelek parlamenter, rêveberên navendî yên partiyê û rêveberên parêzgeh/navçeyan, di nav de hatin girtin. Hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yüksekdağ jî di çarçoveya vê konseptê de dîl hatin girtin û zindanîkirin. Ev bûyerên ha bi temamî di dîroka Kurdistanê de bûn pêvajoyên girîng.

Li dijî tecrîdê careke din grevên birçîbûnê

Li aliyê din li Îmralî tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan berdewam dikir. Digel hemû hewldan û bangawaziyan ku encam nehat girtin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamenterê HDPê Leyla Güven di 7ê Mijdara 2018an li zindana Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva ku Leyla Guven da destpêkirin piştî demekê pêl bi pêl belav bûn. Li Hewlêrê Nasır Yağız, girtiyên li zindana, Kurdên li Ewropa û hin welatên din dest bi greva birçîbûnê kirin. Yek xwesteka berxwedêrên grevên birçîbûnê hebû, ew jî rakirina tecrîdê a li ser Ocalan bû. Hikûmeta AKPê ji bo berxwedanê bişkêne roja 12ê Çileya 2019an rê da ku birayê Ocalan Mehmet Ocalan here girava Îmraliyê. Lê belê berxwedêrên gireva birçîbûnê vê hevdîtinê qebûl nekirin û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bi temamî bê rakirin.

Li Herêmên Parastina Medya êrişên îmhayê

Ji wê demê heta dawiya sala 2024an dewleta Tirk, di pêşengiya AKP û MHPê de konsepteke îmhayê li dijî PKKê dane destpê kirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan caran hewldanên dagirkirina Herêmên Parastina Medyayê pêk anîn. Şerên pir dijwar rû dan. Şervanên PKKê di serî de li herêmên Zap, Avaşîn, Behdînan, Gare û herêmên din yên di bin kontrola wan de berxwedaniyek mezin meşandin. Bi taybet şerê tunelan û berxwedana li vir hate bi pêş xistin, di heman demê de nîşaneya guhertina taktîkên şerê gerîla bû.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Piştî geşedanên li Kurdistanê û bi giştî hewldanên hêzên hegemon ji bo ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn, rewşeke nû derkete holê. Dewleta Tirk ji bo xwe ji vê rewşa nû ku rejîm diguherîn û sînor ji nû ve dihatin xêzkirin biparêze dest bi hewldanan kir. Di qada navnetewî de ev hewldan bê encam ma. Ji ber vê yekê hewcedarî bi rêbazeke din dîtin. Di nava pirsgirêkeke weke pirsgirêka Kurd de tu kes nikaribû xwe ji geşedanên dijwar biparêze. Evcar dîsa adres Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ocalanê ku di bin tecrîdeke girankirî de hatibû hiştin, careke din dibû hêvî ji bo tevahiya gelan. Piştî li Meclîsa Tirkiyeyê pêwendiyek di navbera Serokê MHPê Devlet Bahçelî û rêveberên DEM Partiyê pêk hat, bi axaftinên radîkal yên Bahçelî yên weke “Bila deriyên Îmralî vebe, Ocalan were Meclîsê biaxife” pêvajoyek nû destpê dikir. Bi rastî jî deriyên Îmralî vebûn û heyetek ji DEM Partiyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Serdemek nû da destpêkirin

Piştî vê yekê Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” deklerasyonek eşkere kir. Di deklerasyonê de banga fesihkirina PKKê û çekdanînê hebû. Ev bang li ser tevahiya civak û raya giştî tesîreke mezin kir. Di encamê de PKK ragihand ku ew li dûv rêberê xwe ne û talîmatên wî bi cîh anîn. Di nava yek salê de gelek geşedanên girîng pêk hatin. Yek ji van geşedanan jî li Sûrî û Rojava ji bo têkbirina statuya Kurdan hewldanên hatin kirin bûn. Ev hewldanên ku weke komploya duyem ya navdewletî dihat pênase kirin careke din bi hêz û feraseta Rêberê Gelê Kurd Ocalan têk çû.

Ocalan komplo pûç kir

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sale li grava Îmraliyê li ber xwe dide. Ocalan tevî hesab û planên komplogeran bi sekna xwe ya têkoşer komployê vala derxist. Hêzên dagirker ên ku bi komployê xeyal dikirin ku di şexsê Ocalan de têkoşîna azadiya gelê Kurd tasfiye bikin her roj têkçûyînên mezin dijîn. Tevgêra azadiya Kurd li gel tecrîda li dijî rêberê xwe, bi persperktîfa ku ji Ocalan girtin, her roj destkeftiyên xwe mezintir kirin. Di encama vê têkoşînê de li hember planên dagirkeran ên li dijî Rojava, bi pêşengtiya tevgera azadiya Kurd û gelê ku fikr û ramanên Ocalan ji xwe re wek nexşerê dibînin, li Rohilata navîn Şoreşa Rojava pêk anîn. Pêvajoya piştî şoreşê û pêşketina gelê Kurd car din da serkiftina Ocalan û vala derketina planên hêzên komploger da xuyakirin.

Bê guban hebûna Kurdan û îttîfaqên stratejik ên ku gelê Kurd îro bi hêzên navnetewî re pêk tînin, bi saya ked û têkoşîna Ocalan û tevgera azadiya Kurd a ku bi perspektîfa wî tevdigre pêk tên. Ev yek jî wek mizgîniya serefraziyê ye ji bo gelê Kûrd û Rojhilata Navîn.

BI DAWÎ BÛ…

Etîket: Abdullah Ocalankomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

13 SIBAT 2026
Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

13 SIBAT 2026
Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

13 SIBAT 2026
Serokê KON-MEDê Gok: Meşa Strasbourgê peyamek ji bo Ewropayê ye

Serokê KON-MEDê Gok: Meşa Strasbourgê peyamek ji bo Ewropayê ye

12 SIBAT 2026
Yûsûfoglû: Berxwedana gelê Kurd komployê pûç kir dora azadiyê ye

Yûsûfoglû: Berxwedana gelê Kurd komployê pûç kir dora azadiyê ye

12 SIBAT 2026
DOSYE — Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 2   Xwestin bi komployê Abdullah Ocalan bixin lê Kurd ketin rojeva cîhanê

DOSYE — Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 2
Xwestin bi komployê Abdullah Ocalan bixin lê Kurd ketin rojeva cîhanê

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (476)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne