Bi hinceta demborînê Doza Sereke ya JÎTEMê ango doza kujerên salên 90î hate betalkirin.
Endamên JÎTEMê di salên 90î de li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bi hezaran kes kuştibûn. Li gelek endamên JÎTEMê doz hatibûn vekirin û ev doz yek bi yek bi necezakirinê bi encam dibin. Di doza ku weke Doza Sereke ya JÎTEMê tê zanîn de bi hinceta ku 30 sal bi ser re derbas bûne, biryara demborînê hate dayin.
Îddianameya di sala 1999an de hatibû amadekirin û 11 bersûc jê dihatin darizandin û îdianameya sala 2005an ku 5 bersûc jê dihatin darizandin, di sala 2010an de kiribûn yek dosye û weke “Doza Sereke ya JÎTEMê” dihat binavkirin. Doza navborî bi doza kuştina nivîskar-rojnameger Mûsa Anter ku di sala 2013an de hatibû vekirin û doza kuştina Ayten Ozturk a di sala 2019an de hatibû vekirin re kirin yek dosye.
Danişîna “Doza JÎTEM, Mûsa Anter û Ayten Ozturk” îro li Enqereyê hat lidarxistin. Bi hinceta ku bi ser re 30 sal derbas bûne, doz hate betalkirin.