Di doza weşanxaneya Aramê de ku rojnamevan Heqî Boltan û weşanger Delîl Zengeralp dihatin darezandin de ji bo mutale bê amadekirin doz hate taloqkirin.
Rojnamevan û xwediyê weşanxaneya Aramê Heqî Boltan û weşanger Delîl Zengeralp ê ku bi hinceta pirtûka siyasetmedar Hatîp Dîcle ya bi navê “Efrîn Dîrenîş Gunlugu” hatiye weşandin doz li weşangerên Aramê hatibû vekirin. Duyemîn rûniştina doza îro hate dîtin. Boltan û Zengeralp, ku ji ber hin pirtûkên ku di standa Weşanxaneya Aramê ya Fûara Pirtûkan a Amedê de hatine nîşandan bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin.
Di runiştina dozê de dozger ji bo mutaleya xwe amade bike dawa demê kir. Heyeta dadgehê daxwaza demê ji bo amadekirina mutaleayê qebûl kir û rûniştin taloqê 14ê Nîsanê kir.













