Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber parvekirina nûçeya “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin” der barê T24ê û rojnameger Seyhan Avşar de dest bi lêpirsînê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê nûçeya bi sernavê “Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Sûriyeyê hatin kuştin” a li ser T24 hate weşandin û parvekirina li ser medya dîjîtal a derhênera weşana giştî ya Gerçek Gundemê rojnamevan Seyhan Avşar de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina agahiyên şaş li nava gel” kirine dest bi lêpirsînê kir.
Seyhan Avşar di parvekirina xwe ya li medya dîjîtal de gotibû: “…Ji bo mirov mafên mirovan biparêze, gelo pêwîst e ku bi me re heman nêrînê parve bike, bi heman rêbaza me rojnamevaniyê bike? Em li gorî çi û li gorî kê ‘terorîst in’? Em çi zû wan gotinan qebûl dikin, ku hinekan ji xwe nabînin. Ma nêrîna me û ya Sînan Ateş yek e ku em xwedî li wî derdikevin? Yan jî, dema ku rojnamevanek ku nêrîna me û wê/î qet naşibe hev, dema ku hate kuştin em ê çi bikin? Em ê bêdeng bimînin? Gelo feraseta me ya edaletê, baweriya me ya heqîqetê li gorî cih û sekna mirovan wê bê guhertin? Heyf e ji me hemûyan re heyf e… Doh du rojnamevanên li vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn bi SÎHAyan hatin kuştin. Dema ku ew hatin kuştin em bêdeng man, her ku em bêdeng man em biçûk bûn…”