Dozger li ser îfadeyên Melîk Canbay ê teslîm bûbû û “poşmantiyê” sûd girtibû, der heqê rojnameger Azîz Oruç de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz vekir.
Dozger, der barê rojnameger Azîz Oruç de dozeke nû vekirin. Melîk Canbay di 24ê Îlona 2024an de li Deriyê Sînor ê Xebûrê teslîm bûbû, li ser Azîz Oruç îfade dabû. Dozger li ser vê yekê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz vekir.
Melik Canbay, îdia kir ku “di sala 2018an de li Herêma Federe ya Kurdistanê Azîz Oruç weke edîtorê beşa Tirkî ya Ajansa Rojnewsê dîtiye, di sererastkirina tevahiya nûçeyên dihatin ajansê û weşandinê de Oruç berpirsyar e, dema firsend didît bi rayedarên payebilind ên rêxistinê re li derdora Silêmaniyeyê hevpeyvîn dikir.” Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî di çarçoveya îfadeyên Canbay de îdianame amade kir û bi daxwaza “yekkirinê” ji 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. Di îdianameyê de Azîz Oruç, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin.
4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî di 21ê Sibatê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê qebûl kir û biryara yekkirina dosyeyan da. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Azîz Oruç, ji heman îdiayên Canbay kirin beriya niha hatibû darizandin û beraet kiribû. Di danişîna 11emîn a doza rojnameger Azî Oruç de ku di 18ê Çileya 2023yan de li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê hat lidarxistin, bi sedema ku delîlên “endamtiya rêxistinê” nînin biryara beraetê hatibû dayin.