Danişîna doza 7 rojnameger û 2 siyasetmedaran pêk hat. Di danişînê de dozger xwest 7 rojnameger bên cezakirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 19ê Kanûna 2024ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin. Li dijî kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê, di 21ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyanî hate dayin. Bi hinceta tevlibûna daxuyaniyê, der heqê rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, nûçegîhana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol de bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Mixalefeta qanûna hejmara 2911” doz hate vekirin. Danişîna 3yemîn a dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hate lidarxistin. Di danişînê de ji ewil weke “şahid” li 2 polîsan hate guhdarîkirin. Polîsan, îdia kirin ku ji ber qedexeya Qeymeqamiya Beyoglûyê midaxileyê rojnamegerên li pêşiya Şaredariya Şîşliyê kirine û beriya midaxileyê banga “belav bibin” kirine.
Dozger xwest bêne cezakirin
Dozgerê ku berê têkildarî îdianameyê de mutalaaya xwe pêşkêş kiribû, bi îdiaya “Propagandeya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmara 2911” xweset ceza li rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal û siyasetmedar Haci Ugîş û Îmam Şenol were birîn.
Parêzeran, ji bo parastinê li dîjî mitaleayê dem xwestin. Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 2yê Cotmehê kir.