Dozgerî xwest nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal û Mehmeh Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat werin cezakirin.
Derbarê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. Danişîna şeşemîn a dozê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat lidarxistin.
Dozgerî nûçeyên rojnamegeran amade kirine wek sûc hesiband û bi hinceta “endamê rêxistinê” xwest rojnameger werin cezakirin.
Parêzeran ji bo parastinê bikin daxwaza demê kir. Dadgeh daxwazê qebûl kir û dozê taloqî 9ê Hezîranê kir.













