Wan – Akademîsyen Dr. Îsmet Xabur ku tev li sempozyûma “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a li Wanê bû, bal kişand ser xebatên zimanî û got: “Ziman, çand û huner aîdê ti fikrên siyasî û îdelojiyan nîn e, ew babetên neteweyî ne û divê em hemû bi hev re û yek dil bixebitin.”
Çalakiyên ji bo zimanê Kurdî sal bi sal zêdetir dibin û digehijin merheleyeke nû. Ji bo avakirina hişmendiya zimanê dayikê gelek xebat tên kirin. Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê jî du sal in bi navê “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” sempozyûmekê li dar dixe û hewl dide ji hemû parçeyên Kurdistanê akademîsyen, zimanzan, mamoste û zimanhezan bicivîne û fikr û ramanên wan hîn bibe. Dr. Îsmet Xabur ku li Zanîngeha Duhokê akademîsyen e, tev li sempozyûma îsal ya Egîtîm Senê bû û di mijara xwe ya pêşkêş kir de siyasetmedarên Kurd rexne kir.
‘Serdest hewl didin çand û huner Kurdan bikin malê xwe’
Dr. Îsmet Xabur ku ji ajansa me (AW) re axivî, bal kişand ser polîtîkayên serdestan ên li ser zimanên kêmnetewe û bindest û diyar kir ku hebûna bindestan meseleya çand, huner, ziman û dîrokê ye û hebûna wî miletî ye. Dr. Îsmet Xabur destnîşan kir ku miletên serdest ji aliyê nivîsîn, rewşenbîrî, çand, zanist hwd. ve pêşketiye ji ber ku serdestî û hêz girêdayî zanînê ye. Dr. Îsmet Xabur bi domdarî wiha got: “Lê çand, huner û floklora miletên bindest bi devkî ne, ne bi nivîskî ne û li cem bindestan nivîsîn gîro dibe. Li Kurdistanê serdest hewl didin edebiyat û çanda me ya devkî ji bo xwe bibe. Muzîka me, hunera me, xwarina me, cil û berg hwd. simayên ku neteweyekê dide nasîn, li ser navê serdestan tê tomarkirin û xelk jî wan wisa nas dike.”
‘Li hemberî hêzan tu jî bibe dijî hêz’
Dr. Îsmet Xabur behsa nexwendabûna Kurdan kir û got ku li Kurdistanê heta 1950yan jî ji sedî 95 Kurd nexwenda bûn. Dr. Îsmet Xabur anî ziman ku Kurdan li ber xwe da û li başûrê Kurdistanê piştî serhildana 1991an 49 zanîngeh û saziyên akademiyê avakirin. Dr. Îsmet Xabur bi bîr xist ku beriya niha tenê 2 zanîngeh hebûn û wiha pê de çû: “Ev yek tiştekî gelek baş e û taybetî di mijarên çand û hunerî de bandorê li ser parçeyên din jî dike. Her çiqas hêz li ser zimanê Kurdî hebin jî, divê tu jî bibî dijî hêz. Li dibistanên me, saziyên me gotar tên derxistin, lê gorata serdestan e. Gotara serdestî çawa ye? Te nas nake, baweriyê bi zimanê te, bi çanda te nayne û hemû gotarên serdestan li ser vî rengî bûne. Lê her gotarekê dijî gotarek heye, her hêzekê dijî hêzek heye û pêdivî ew e ku divê em di mijara dijî hêzê de şareza bin û bi hev re kar bikin.”
‘Hêza dirust zanîn e’
Dr. Îsmet Xabur ji bo Bakur û Rojhilat got ku divê Kurdên li her du parçeyan binivîsin, nivîsîn gelekî girîng e. Dr. Îsmet Xabur bal kişand ser cudakirina xebatên ziman ji xebatên din û wiha dawî li axaftina xwe anî: “5 pirtûkên bi zimanê Kurdî tên nivîsîn, ji gelek çekan bihêztir e. Divê Kurd fokûsa xwe bikin çand, huner, floklor, ziman, wêje hwd. û xizmeta wan bikin. Ev yek dê ji bo me bibe hêz. Hêza dirust zanîn e û deh mirov dê wan 5 pirtûkan bixwînin û dê Kurdbûn li cem wan jî şirîn be, zanebûna wan zêdetir be. Dûrî ji karkirinê, bi dirûşmeyan ziman nayê parastin. Em ji bo edebiyat û çanda kurdî xebatan nakin, lê me xwedî derketin ji bo xwe kiriye dirûşmeyek. Divê em lêkolîn bikin û pêş ve bibin. Pêdivî ye ku rêgiriyên siyasî û îdolojî nekevin di navbera babetên girêdayî ziman, çand û hunera Kurdî. Ziman, çand û huner aîdê ti fikrên siyasî û îdolojiyan nîne, ew babetên neteweyî ne û divê em hemû yek çav temaşe bikin û bi hev re û yekdil bixebitin.”