Rojnameger Bîlal Babat û Behçet Bayhan ku du roj bûn di binçavan de bûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 20 welatiyên binçavkirî jî hatin girtin.
Li Wanê polîsan serê sibeha 15ê Sibatê ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hat kirin de girtibûn û nêzî 100 kesên nobeta li dijî hewldana qeyûm de digirtin, hatibûn binçavkirin. Ji van gelek kes di heman rojê de hatinbûn berdan û dema binçavkirina 22 kesan jî hatibû dirêjkirin. Ji van 22 kesan jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Babat û rojnameger Behçet Bayhan jî di nav de bûn. Rojnameger û 20 welatî îro sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Dozgeriyê bêyî îfadeya rojnamger û welatiyan bigire wan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kiribû. Dadgeriyê rojnameger Babat û Bayhan bi şertê kontrola edlî berda û derbarê 20 welatiyan de jî biryara girtinê da.
Navên welatiyên hatin girtin
Navên kesên hatin girtin ev in: Berkan Bayar, Delîl Akdogan , Mîrhan Akar, Kava Înal, Mehmet Aslan, Metîn Sevdali, Nêçîrvan Kaya, Nûrûllah Aslan, Nûrûllah Kaval, Nûrûllah Kiziltaş, Omer Arkaş, Omercan Akdogan, Ramazan Kaya, Rojhat Dag, Seracettîn Kina, Serhat Onal, Serkan Dûrmîş, Ûmût Teke û kesek navê wî nehat zanîn.