Xizmên Windayan û ÎHDê di heftyeya 872emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Hamza Aslanoglû pirsin û gotin: “Duh pîra min, îro ez û dê sibê jî zarokên min li gorê bigerin.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila Winda Bêne Dîtin û Kujer Bêne Darizandin” li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya Amedê di hefteya 872emîn de çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de gelek nûnerên ÎHDê û Xizmên Windayan wêneyên xizmên xwe yên di 1990î de ji aliyê polîsan û JÎTEMê ve hatibûn windakirin û kuştin hilgirtin. Di çalakiyê de Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amed û gelek endamên saziyan başdar bûn. Çîroka Hamza Arslanoglû yê ku di 25ê Cotmeha 1995an de ji hevjîna xwe re gotibû ‘Ez ê biçim navçeya Licê û êvarê vegerim’ ji malê derket û careke din venegeriya hat xwendin. Parêzer û Rêveberê ÎHDê Alî Îhsan Demîrtaş daxuyanî da. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHDê Firat Akdenîz ewil axivî û diyar kir ku dewletê bi hinceta kuştina Fermandar Bahtiyar Aydinê ku di sala 1993an de li navçeya Licê li dijî mirovatiyê sûc kiriyê û got: “Dewletê nêzîkî 10 kesên ku ji jin û zarokan pêk dihatin di sala 1993an de qetilkirin. 35 kes jî birîndar bûn. Nêzîkî 400 mal û kargehên li navçeyê hatin valakirin û şewitandin. Di navbera bûyerêde 20 sal derbas bû Dadgehê derbarê bûyerê de lêpirsîn vekir. Ev doz 10 salan berdawam kir û herî dawî sala 2023an de weke gelek dozên JÎTEMê yên cuda ew jî hat girtin.”
‘Em êdî naxwazin li ser vê axê êş bên jiyîn’
Kurê Hamza Arslanoglû, Mesut Arslanoglû jî derbarê aqûbeta bavê xwe de axivî û wiha got: “Em pêşî banga mirovan û wicdan dikin. Dema ku bavê min birin ez 14 salî bûm niha jî 44 salî me. Pîra min bi salan li hestiyên kurê xwe geriya û hestiyên wî nedît û bi wê hesretê jiyana xwe ji dest da. Wesiyeteke pîra min hebû digot, dema ku we hestiyên kurê min dît, bînin li kêleka gora min defin bikin. Ez naxwazim vê wesiyeta pîra xwe ji zarokên xwe re bihêlim. Dema ku zarokên min li aqûbeta kalê xwe dibirsin, ez ji wan re nabim bersiv. Gelek caran ji me re gotine ka gora kalê me li kur e? Dema ez ji wan re dibêjim gora wî tune, ew jî ji min re dibêjin divê her kesekî gore wî hebe. Duh pîra min îro ez dê sibê jî zarokên min li gora kalê xwe bigerin. Em êdî naxwazin li ser vê axê jan û êş bên jiyîn.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî xwest kujerên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bêne lêkolînkirin û kujerên wan bêne darizandin.
‘JÎTEMê dişopand’
Parêzer Alî Îhsan Demîrtaş jî diyar kir ku Hamza Arslanoglû bavê çar zarokan bû debara xwe bi karê boyaxkirina avahiyan dikir û got: “Hamza Arslanoglû Endamê Komîteya Rêveberiya Parêzgeha HADEPê ya Amedê bû. Ji ber peywira xwe ya di Komîteya Rêveberiya Parêzgeha HADEPê de Arslanoglû hertim ji aliyê JÎTEMê ve dihate şopandin. Beriya ku bê windakirin ew û hevalê wî Alî Tekdag li Sûrê rastî êrîşê hatin lê wê demê ji êrîşê rizgar bûn. Di 25ê Cotmeha 1995an de Hamza Arslanoglû, serê sibê ji malê derket û ji hevjîna xwe re got ku ew ê ji bo kar biçe navçeya Licê ya Amedê û wê serdana hevalên xwe bike. Piştî ku Hamza Arslanoglû ji malê derket, bilez çû dikana hevalekî xwe ya li navşeya Rêzanê. Hevalê wî Mursel jê re gotibû ku JÎTEM li pey şopa wî ye. Piştre dikandar şapik û kincên xwe li wî kir û çû xebatkarên ku li çayxaneyê dixebitin agahdar bike. Dema ku dikandar vegeriya, dît ku Hamza Arslanoglû winda ye. Ji wê rojê ve êdî tu agahî ji wî nehatiye girtin. Piştî windabûna Hamza Arslanoglû, polîsan gelek caran di ser mala wî de girtine. Di serdegirtina mala wî de malbat rastî gef û heqaretê dihat kirin. Ji ber ku êdî nikarin zextê tehamûl bikin, malbat neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Malbata Hamza Arslanoglû, dîsa gelek caran bi gef xwarinê dihatin tehdîtkirin. Doza Hamza Arslanoglû hê jî nehatiye çareserkirin.”
Çalaki bi deqeyek rûniştinê bi dawî bû.

















