Li Siwêdayê bi deh hezaran welatî ji bo destnîşankirina mafê xwe yê çarenûsê daketin qadan.
Li Sûweydayê ku piştî têkçûna rejîma Beşar Esad heta niha li dijî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê mafên xwe dixwazin, cardin bi armanca destnîşankirina mafê çarenûsê daketin qadan. Girseya mezin a li Qada Kerama kom bû, pêkanîn û polîtîkayên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê protesto kirin. Girseya pankart û dowîzên daxwaza mafê çarenûsê dike vekirin, sloganên, “An hebûn an tunebûn” û “Destnîşankirina çarenûsê maf e” berz kirin.
Di axaftinên li ser navê girseyê hatin kirin de jî polîtîkayên redkar ên Hikûmeta Şamê hatin protestokirin û daxwaza nasîna mafên siyasî û rêveberiyê hate destnîşankirin. Di xwepêşandanê de al û sembolên Durziyan hatin hildan û hate diyarkirin ku armanca wan ew e ku peyameke zelal a li ser daxwazên xwe bigihînin hikumeta demkî.













