Nakokiya cih zelal bû, civîna DYA û Îranê ya derbarê guftûgoyên nûkleerê de dê sibê li Omanê pêk bê.
Dewletên Yekbûyî yên Îranê (DYA) û Îran ku li ser cih û formatê civînê de li nîqaş dimeşandin li ser Omanê pêk hatin. Civîna diviya sibê li Stenbolê bihata çêkirin, dê li paytext Mesqeta Omanê pêk bê.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî muzakereyên nukleerî paytexta Ummanê Mesqetê çê bibin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçi jî diyar kir ku dê roja Înê li Omanê pêk bê.
Erakçî di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de ev tişt got: “Plana me ew e ku hevdîtinên nukleerî yên bi DYA’yê re roja Înê saet 10’an de li Maskatê werin kirin. Ez spasiya birayên me yên Omanî dikim ku hemû amadekariyên pêwîst kirine.”
Cih guherî naverok nediyar e
Civîna mûzakereyên nûkleerê dihat payîn ku li Stenbolê pêk bê. Bes li ser îtîraza Îranê ya derbarê cih û formmata civînê vegeriyabû qeydanê di navbera her du dewletan de. DYAyê dixwest civîn li Stenbolê û bi rojeva mijarên nûkleerê û moşekên balîstîk pêk bê. Îranê jî dixwest ku li cihek din û bi rojeva nûkleerê tenê civîn bê kirin, mijara mûşekên balîstik derveyî nîqaşê bê hiştin. Li gorî daxuyaniyan nakokiya cihê civînê li gorî xwesteka Îranê çareser bû bes di aliyê naverokê de rewşek çewa derket holê nayê zanîn.













