Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî û parêzvanên wî di êrişa DYAyê de hatin kuştin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê ya xwe dispêre çavkaniyekê li navçeya Îskenderiye ya parêzgeha Babilê hêzên DYAyê êrişî wesayîta Berpirsê Şobandin û Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê Ebû Hesen Firêcî. Di êrişê de Firêcî û parêzvanên xwe hatin kuştin.
Bi destpêkirina êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê re, li seranserê Iraqê êrişên berdewam li ser meqam û berpirsên Heşdî Şebî pêk hatine û ev êriş heta roja îro jî berdewam dikin.













