Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku avakirina şandeya yekgirtî ya Kurd gavek bingehîn a pêkanîna peymana 10ê adarê ye û anî ziman ku şande mafên Kurdan ên destûrî misoger dike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî avakirina şandeya yekgirtî ya Kurd li ser X’ê peyam weşand. Mazlûm Ebdî di peyama xwe de evtişt anî ziman: “Naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û adilane ku tevahî beşdar bibine.”
Mazlûm Ebdî wiha domand: “Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya Kurd rêyek hevgirtî ava dikin ku pabendbûna me ya bi diyaloga neteweyî wekî vebijrêka stratejîk ber bi siberojek ku edalet û wekheviyê pêk tîne, temsîl dike.”