• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Almanyayê banga muzakereyê li HTŞê kir

    Almanyayê banga muzakereyê li HTŞê kir

    Êrişên çeteyan li Misircê hate şermezarkirin

    Êrişên çeteyan li Misircê hate şermezarkirin

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Hêza me ji fitne û fesasdiyê mezintir e

    Heyeta HSDê û Hevpeymanê serdana Dêr Hafirê kir

    Heyeta HSDê û Hevpeymanê serdana Dêr Hafirê kir

    KCK’yî ra seba Heleb û prosesî eşkerayîyêka muhîme

    Îstîxbarat û leşkerên Tirk li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diveşêrin

    Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

    Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Almanyayê banga muzakereyê li HTŞê kir

    Almanyayê banga muzakereyê li HTŞê kir

    Êrişên çeteyan li Misircê hate şermezarkirin

    Êrişên çeteyan li Misircê hate şermezarkirin

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Hêza me ji fitne û fesasdiyê mezintir e

    Heyeta HSDê û Hevpeymanê serdana Dêr Hafirê kir

    Heyeta HSDê û Hevpeymanê serdana Dêr Hafirê kir

    KCK’yî ra seba Heleb û prosesî eşkerayîyêka muhîme

    Îstîxbarat û leşkerên Tirk li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi diveşêrin

    Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

    Gok: Kalo di her gotinek me ya heqîqetê de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

Amed / AW

10 COTMEH 2025 - 09:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Çalakvanên beşdarî daxuyaniya şermezarkirina destpêkirina komploya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn destnîşan kirin ku demildest pêwîstî bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan heye.

Duh bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê de destpêkirina komploya navneteweyî ya di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, li Qada Şêx Seîd hate şermezarkirin. Bi sedan welatî tev li çalakiyê bûn. Welatiyên tev li çalakiyê bûn têkildarî rewşa Abdullah Ocalan axivîn.

‘Em ê li ser rêça Rêberê Gelê Kurd bimeşin’

Xebatkara Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê Herem Nergîz bal kişand li ser polîtîkayên tunekirina gelê Kurd û got: “Çi kirin jî lê em tune nebûn. Em ê her tim li ser rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin. Ne tenê îro me di vê tekoşînê de gelek bedel dan. Ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe û ji bo yekîtiya gelê Kurd. Daxwaza wan ew bû ku bi dagirkeriyê me tune bikin. Lê belê çiqas wisa dikin hêrsa me mezintir dibe. Armanca me ya herî mezin ew e ku em dê oxira azadiyê de canê xwe feda b ikin. Bi salane li her qadan têkoşîna me didome. Em soz didin em ê li ser rêça Rêberê Gelê Kurd bimeşin.”

‘Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in’

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Farqînê Mafuz Kizilduş anî ziman ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyê û Rojhilata Navîn alternatîfan ava dike û wiha got: “Îro em li vê derê ji bo komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû şermezar dikin. Ev komplo li dijî nêrîn û paradîgmaya Serok pêk hat. Rêberê Gelê Kurd bi ramanên xwe ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn alternatîf ava kiriye, ji bo mirovahiyê fikir û ramanên herî baş derxistiye holê. Em îro ji bo azadiya Rêberê xwe li vê derê ne. Em dixwazin Rêberê xwe di nav gelê xwe de bibînin.”

‘Em dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin’

Hacer Kurt jî diyar kir ku ew dixwazin bi awayekî lezgînî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigîhîje azadiya xwe û got: “Em dixwazin êdî di nav gel de be. Em ê ji bo azadiya wî dengê xwe bilindtir bikin. 9ê Cotmehê roja destpêkirina komploya navneteweyî ji bo me roja reş e. Em dibêjin bila ev komplo biqedin û bila serokê me azad bibe. Divê ji bo pêşxistina aştiyê Rêberê Gelê Kurd bi gel re be. Bila were Meclîsê ku em aştî û demokrasiyê ava bikin.”

Halîse Nergîs jî hestên xwe anî ziman û got: “Bila êdî tu dayik negirîn, bila ciwan nemirin. Em azadiyê dixwazin, Serokê me çi dixwaze em jî wê dixwazin.”

Etîket: 9ê CotmehêAbdullah OcalanaştîAzadiKomploya Navneteweyîpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

12 ÇILE 2026
Dayikên Aştiyê: Serok mifteya çareseriyê ye

Dayikên Aştiyê: Serok mifteya çareseriyê ye

12 ÇILE 2026
PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

11 ÇILE 2026
Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

Trump: Em ji destwerdana Îranê re amade ne

11 ÇILE 2026
Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

9 ÇILE 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (563)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne