Gelê Efrînê ku bi darê zorê ji axa xwe hate derxistin piştî Peymana 29ê Çile dixwaze vegere ser axa xwe lê dagirkeriya dewleta Tirk vegera wan asteng dike.
Li gorî Peymana 29ê Çileyê divê dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li Efrînê bi dawî bike û xwediyên axê vegerin malên xwe. Lê ji ber ku Tirkiye di dagirkeriyê de israr dike hem vegera Efrîniyan asteng dike û hem jî peymanê sabote dike. Ligel hemû asatengiyan jî şêniyên cara çaremîn ji warê xwe koçber bûne, bi biryar in ku bi awayekî lezgîn û ewleh vegerin warê xwe. Ji şêniyên ku piştî ji Reqa û Tebqayê li bajarê Amûdê hatine bicihkirin Ehmed Bekir diyar kir ku çekdarên hikumeta demkî gefa kuştin li wan xwarin û gotinên xirab ji wan re kirine. Bekir got ku, çiqas astengî û zehmetî hebin ew dixwazin vegerin warê xwe Efrînê.
Vegerek bi ewle dixwazin

Koçbera bi navê Nezîra Henan jî daxwaza vegera li bajarê xwe Efrînê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em qedera xwe nizanin. Em dixwazin vegerin. Em ji ber xerîbiyê westiyan. Em dixwazin bi ewle û aram li ser erdê xwe bijîn.” Koçbera bi navê Evîn Mihemed jî da zanîn ku ew di rewşek zehmet re derbas dibin û çareserî di vegerê de ye. Evîn Mihemed wiha got: “Em nizanin dijmin çi ji me dixwaze. Tevahî zarokên me li koçberiyê ji dayik bûne û nizanin ew ji ku derê ne. Em dixwazin bi rûmet bi hêzên xwe re vegerin. Em li bendê derfetê ne. Heya kengî em ê koçber bin?”















