Elmaz Romî weke Şaredara Kobanê hate tayînkirin. Li aliyê din li Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê serlêdanên ji bo qeydkirina wergirtina hemwelatînbûnê, dest pê kirin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Elmaz Romî weke Şaredara Kobanê tayîn kir. Elmaz Romî, beriya niha karên Hevserokatiya Daîreya Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser û Serokatiya Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê kiribû.
Pêvajoya qeydkirina daxwaznameyên hemwelatîbûnê dest pê kir
Di vê navberê de li gorî nûçeya Ajansa Hawarê, li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê navendên qeydkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin, hatin vekirin. Pêvajoya qeydkirinê dê heta 6 meha Gulanê berdewam bike.
Li gorî Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî, dê di qonaxa yekem de daxwazname werin wergirtin û belge werin lênerîn, ji bo amadekariya temamkirina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê.
Li Qamişlo, daxwazname li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê û li Çilaxa jî li Ofîsa Tomarkirina Sivîl a bajêr têne wergirtin. Serokê Komîteya Navenda Çilaxa, Celal El Ehmed, diyar kir ku navend dê mehek tevahî bixebite û her roj ji saet 09.00ê sibê heta 15.00ê piştî nîvro daxwaznameyan werbigire.
Endamê tîma hiqûqî ya Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê, parêzer Omar Daman diyar kir ku daxwazname li ser du beşan têne qeydkirin û ev agahî dan: “Daxwaznameyên takekesî ji bo kesên ku hîn hemwelatîbûn negirtine û daxwaznameyên malbatî ji bo endamên malbatê yên neqeydkirî, çi li hundirê Sûriyeyê bin çi li derveyî welêt bin.”
Endamê Komîteya Rêveberiya Xweser ê ji bo wergirtina daxwaznameyan hatiye erkdarkirin Yûnis Hacî anî ziman ku komîte li ser temamkirina formên daxwaznameyên hemwelatîbûnê dixebite da ku pêvajoyek bêkêmasî û rêkûpêk pêk bîne.
Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di destpêka Nîsanê de ragihand ku wan dest bi qebûlkirina daxwaznmeyên ji bo hemwelatîbûna Sûriyeyê kiriye. Ev yek di 6ê Nîsanê de, wekî beşek ji qonaxa yekem a bicîhanîna fermanê dest pê kir.
Ji bo qeydkirina daxwaznameyan jî li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Heleb, Dêrazorê, Reqa û Şamê, navend hatine destnîşankirin. Ev xebat dê mehekê berdewam bike.













