• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîpinarê vebe’

    ‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîpinarê vebe’

    Jin li Sêrtê tev li kampanyaya honandina keziyan bûn

    Jin li Sêrtê tev li kampanyaya honandina keziyan bûn

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

    Li Wanê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

    Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

    Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

    Le Point bi manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ derket

    Le Point bi manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ derket

    Hêzên Şiî: Nûrî Malikî namzetê me ye

    Hêzên Şiî: Nûrî Malikî namzetê me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîpinarê vebe’

    ‘Dê bi têkoşîna me deriyê Murşîpinarê vebe’

    Jin li Sêrtê tev li kampanyaya honandina keziyan bûn

    Jin li Sêrtê tev li kampanyaya honandina keziyan bûn

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

    Li Wanê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

    Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

    Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

    Le Point bi manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ derket

    Le Point bi manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ derket

    Hêzên Şiî: Nûrî Malikî namzetê me ye

    Hêzên Şiî: Nûrî Malikî namzetê me ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em bi hev re bihêz in’

Navenda Nûçeyan /AW

5 ADAR 2025 - 17:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Çalakiyên 8ê Adarê li gelek qadan didomin. Jinên di nav partiyên siyasî û saziyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê cîh digirin, bi boneya 8ê Adarê çalakî lidar xistin û peyama “Em bi hev re bihêz in” dan.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev demek e çalakiyên bi mebesta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tên lidarxistin. Bi boneya 8ê Adarê platforma çalakiyên hevpar ên rêxistinên jinan li bajarê Hesekê, serdana sazî û hêzên leşkerî yên jinan kirin û diyarî li wan belav kirin. Li Qamişloyê şahî hat lidarxistin. Her wiha jinan li Kobanê jî komxebat lidarxistin.

Hesekê

Kongra Star serdana sazî û hêzên leşkerî yên jinan kir û diyarî li jinan belav kir. Di çarçoveya çalakiyê de jinan serdana Fermangeha Jîngehê ya bajare Hesekê, Mala Jinan, Kongra Stara Hesekê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Hêzên Parastina Civakî HPC-JIN û Asayîşa Jinê kirin û bi pîrozkirina 8ê Adarê diyarî dan sazî û hêzên Leşkerî yên jinan. Endama kordînasyona Malên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa, 8ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û banga hevgirtina jinan li tevahî Sûriyeyê kir. Piştre jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ‘û gerandina dîlanê 8’ê Adarê li hev pîroz kirin.

Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li stadyuma 12ê Adarê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwanên û Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, bi boneya 8ê Adarê, bi beşdariya sedan jinan şahiyek hat lidarxistin. Di nav şahiyê de pêşangehek jî hat nîşandan. Piştî deyeqek rêzgirtinê, li ser navê Yeîitiya Xwendekarên Welatparêz a Qamişloyê Elîsa Şêxo axivî û got: “Roja 8ê Adarê ji bo me rojeke girîng e. Emê bi nasnameya jinê 8ê Adarê pêşwazî bikin û xwedî lê derkevin. Bi felsefeya Rêber Apo rêya 8ê Adarê, li tevahî jinan vebû. Emê xwedî li vê felsefeyê derkevin. Em vê roja pîroz li Rêberê xwe pîroz dikin û em dibêjin em ê heta dawî xwedî li nasnameya xwe û felsefeya Rêber Apo derkevin.”

Paşê Koma Şehîd Delîla sitran gotin û Koma Helbestvan jî helbestan xwendin.

Şahî bi govendê berdewam kir.

Kobanê

Partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bajarê Kobanê jî, komxebatek ji bo hemû jinên di saziyan de kar dikin, li dar xist. Jin bi cil û bergên Kurdî tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de li ser mijarên wekî girîngiya şoreşa jinê, Qonaxa destpêkê û pêşketina tevgera jinan û rola jinan a di siyasetê de, nîqaş hatin kirin. Komxebat bi dirûşmeya “Felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke demokratîk ve” pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, endama Rêveberiya Desteya Ciwana a Bajarê Kobanê Avşîn Misto axivî. Avşîn da zanîn ku ev komxebat li ser navê Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser tên darxistin û di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke demokratîk ve” ji du beşan pêk tê.

Beşa yekem ji aliyê Hevseroka Desteya Ekolojîk Almaz Romî ve hat pêşkêşkirin. Almaz Romî, li ser Şoreşa jinê û guhertinên wê yên di nava Rojhilata Navîn de axivî û wiha got: “Pêşketinên jinan ku di cîhanê de û di Rojhilata Navîn de pêk tên bingeha xwe ji dawiya sedsala 19’dan distînin. Di wê demê de jinê dixwest tevlî wî şerî bibê û cihê xwe di nava şer de bigre û mafê xwe bistîne. Mafê xwe di aliyê siyasî, xwendin, kar û her wiha di her alî de dixwest bistîne. Jinan dixwestin ku xwe bi pêş bixin, lê ew kaosên ku di wê demê de derketin, nedihiştin ku jin xwe bi pêş bixe.”

Komxebat bi beşa duyemîn berdewam kir.

Etîket: 8ê AdareJin
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

28 ÇILE 2026
Jinên TJAyî: Jin dê bi ser bikevin, jiyan dê bi ser bikeve

Jinên TJAyî: Jin dê bi ser bikevin, jiyan dê bi ser bikeve

27 ÇILE 2026
Ji bo piştgiriya Rojava bazinên kesk û sor

Ji bo piştgiriya Rojava bazinên kesk û sor

25 ÇILE 2026
Jinên li Êlihê tev li kampanyaya por hunandinê bûn

Jinên li Êlihê tev li kampanyaya por hunandinê bûn

23 ÇILE 2026
Însiyatîfa Pêwistiya Jinan bi Aştiyê Heye, li qadê keziyên hev hûnandin

Însiyatîfa Pêwistiya Jinan bi Aştiyê Heye, li qadê keziyên hev hûnandin

22 ÇILE 2026
TJA: Jin hemberî van êrişan in

TJA: Jin hemberî van êrişan in

21 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1431)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne