Rapora bi sernavê “Derfet û Sînordariyên Gihandina Zarokên Pirziman” ku mamosteyên zimanê Kurdî Ronayî Onen û Cemîl Guneş amade kirine li Çand Amedê ji raya giştî re hate parve kirin. Cemîl Guneş anî ziman ku ew dixwazin rênîşanderekê ji dayik û bavan re amade bikin da ku bikaribin zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin û bi pêş ve bibin.
Rapora bi sernavê “Derfet û Sînordariyên Gihandina Zarokên Pirziman” ku mamosteyên zimanê Kurdî Ronayî Onen û Cemîl Guneş amade kirine li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji raya giştî re hate parvekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernameyê bûn.

‘Bila zarok êdî bi zimanê dayika xwe bi rûmet mezin bibin’
Prof. Dr. Serkan Tûrgût ew ewilî axivî, diyar kir ku ji bo lansmana raporê li vir civiyane û wiha got: “Veguhastina ziman ji bo zarokan, çalakiyeke herî xwezayî ya dê û bavan e. Lê belê li vî welatî ji bo gelek Kurdan ev pêvajo tu carî ne hêsan û bêdeng bûye. Bi dehan salan malbatan li ser berdêla hînkirina zimanê dayikê fikirîne. Encama herî giran a vê zextê jî ew e ku gelek zarok bêyî hînbûna zimanê xwe mezin bûne. Em bawer dikin ku bi hev re jiyan ne tenê parvekirina heman erdnigariyê ye; bi hev re jiyan fehmkirina çîrok, serpêhatî û zimanên hevdû ye. Ji ber vê yekê em mijara ziman wekî mijara wekhevî, naskirin û aştiya civakî dibînin. Ev rapor, astengiyên li pêşberî veguhastina zimanê dayikê û rêyên malbatan ên ji bo derbaskirina van astengiyan bi dengê wan bi xwe tîne ziman. Ez wekî Kurdekî ku bi tirs û şermê mezin bûme, hêvî dikim ku zarok êdî bi zimanê dayika xwe, bi rûmet û bêyî tirs mezin bibin.”

‘Dewletên netewe dixwazin civakeke yekreng ava bikin’
Cemîl Guneş jî diyar kir ku dikarin vê xebatê wekî destpêkekê jî bibînin û dibe ku di salên pêş de ew vî karî berfirehtir bikin. Cemîl Guneş daxwaz kir ku rênîşanderekê ji dayik û bavan re amade bikin da ku bikaribin zimanê xwe ji bo vî nifşî biparêzin û bi pêş ve bibin û got: “Ez niha dixwazim hinekî jî behsa ‘Rapora Cîhanê’ bikim. Pêşkêşiya me li ser ‘Rapora Cîhanê’ û ‘Rapora Tirkiyeyê’ ava bûye; ango, li cîhanê û li vî welatî me bi dayik û bavên Kurd re hevdîtin kir û encamên wê derxistin. Wekî ku em jî dizanin, ji ber nebûna dewletên netewe an jî nêzîkatiya dewletên heyî, ew dixwazin civakeke yekreng ava bikin. Yanî ew dixwazin bi yek baweriyê, yek çermî, yek zimanî, yek bîrdoziyê û hwd. civakekê ava bikin û armanca wan ew e ku bi vî awayî civakê hêsantir kontrol bikin.”

‘Polîtîkayên bişaftinê jî hêj didomin’
Ronayî Onen jî diyar kir ku wan berê xwe dane ezmûnên cîhanê; xwestine ku fêr bibin ka gelên din ên ku rastî bişaftinê hatine çi kirine û çawa li ber xwe dane û wiha got: “Rapora me ya sereke ya qadê ye. Di sala 2025an de, me bi wan dayik û bavên ku hewl didin zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin re hevdîtin pêk anîn. Em ji van hevdîtinan gihiştin encamên rapora xwe ya sereke. Ev rapora me ya sereke bi xwe jî ji du mijarên bingehîn pêk tê. Beşa yekem a raporê paşxaneya dîrokî ye. Di vê beşê de me lêkolîn kir ka polîtîkayên dewletê yên li hemberî zimanê Kurdî li Tirkiyeyê çawa bi pêş ketine. Me pêvajoya ji destpêka avabûna komarê heta roja îro girt dest û nirxand. Polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan, polîtîkayên asîmîlatîf bûn; ev polîtîka li ser bingehên înkarkirin û Tirkkirinê hatibûn avakirin. Tevî ku di nava pêvajoyê de bi saya têkoşîna gelê Kurd di van polîtîkayan de hinek nermbûn çêbibe jî, em dikarin bi rehetî bibêjin ku polîtîkayên asîmîlasyonê îro jî didomin.”

‘Me di raporê de cîh da têkoşîna mafên zimanî’
Ronayî Onen destnîşankir ku di raporê de bi berfirehî qala vê pêvajoyê kirine û wiha bi lêv kir: “Me di raporê de cih da têkoşîna ji bo mafên zimanî. Me nîşan da ka rewşenbîr û çalakvanên Kurd di salên 60î, 70yî û 90î de çawa nêzî zimanê Kurdî bûne û ji bo parastina zimanê Kurdî çi xebat kirine. Wekî min berê jî anî ziman, me bi dayik û bavan re li ser ziman hevdîtin kirin, ka ew çawa zarokên xwe fêrî Kurdî dikin û wan çawa bi Kurdî mezin dikin. Me ji wan hevdîtinan rapora xwe ya sereke derxist holê.”
‘Malbat ditirsiyan ku tiştek bê serê zarokên wan’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî wiha got: “Piştî ku gundên me hatin şewitandin û em hatin bajêr, malbatên me digotin ‘Li derve bi Kurdî neaxivin, eyb e.’ Ew ‘şerm’ ne ji ber şermê bû, bi rastî ji bo parastina me bû. Malbat ditirsiyan ku tiştek bê serê zarokan. Lê mixabin di nav çand û hunera bajar de, ev tirs bû sedem ku em hinekî ji koka xwe dûr bikevin. Ev mijarên bişaftinê gelekî kûr in, ez wekî kesekî ku ev tişt jiyaye, dibêjim ku divê li her derê ji bo ziman têkoşîn bê dayîn.”
Bername piştî pirs û bersivan bi dawî bû.








