Amed – Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Şaredariya Amedê Tahîr Baykûşak têkildarî xebatên ziman ên şaredariyê axivî û got: “Pêdivî pê heye ku em Hawara Kurdî li her qada jiyanê bi cih bikin, bi Kurdî bijîn, her qadeka bajarê xwe bikin bi Kurdî û vê hawarê bigihînin nifşên dû xwe.”
Şaredariya Bajarê Mezin ku di çarçoveya şaredariya civakî de pirzimanîyê esas digire û xizmetê dike, karekî nû li xebatên xwe zêde kir. Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çandê û Karên Civakî, ji bo welatiyên ku dixwazin navên Kurdî, menûyên xwaringehan, tabelayên dikanan, vexwendnameyên dawetan û nivîsên goran bi Kurdî bi kar bînin, xizmeta xeta ALO Kurdî pêşkeşî gel kir. Her wiha şaredariyê li Navenda Bangê ya ALO 153 de dest bi pêşkêşkirina xizmeta bangê ya Kurdî jî kir. Şaredarî bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî yên Kurdî, Ermenkî û Suryankî jî di kursan de ders dide û xebatên xwe yên bi pirr zimanî didomîn e.
Midûrê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak têkildarî xebatên şaredariyê yên li ser ziman ji Ajansa Welat re axivî.
Tahîr Baykûşak da zanîn ku di Îlona 2024an de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman vebû û wiha got: “Armanca vê beşê ew e ku heke pêdiviya zimanên li vî bajarî dijîn bi parastinê hebe wan biparêze û bi pêş ve bibe. Dema em dibêjin ziman divê tenê kurdî neyê bîra me ji ber ku li vî bajarî zimanên gelên qedîm jî hene. Em hewl didin bi Suryankî û Ermenkî jî xebatan bikin. Qursên van zimanan jî di bin banê şaredariya me de hene. Weke midûriyet karê me yê esasî ziman in. Piştî ku em hatin ser kar me dest bi qursên Zazakî, Kurmancî, Suryankî û Ermenkî kir. Em çima pêdiviyê pê dibînin ku bi van zimanan qursan vebikin ji ber ku bi van zimanan sedan sal in li vî bajarî berhemên edebî, hunerî û yên civakî hatine afirandin. Ev ziman zimanên bajarî ne divê bijîn. Ji bo jiyîna wan jî çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
‘Gelek ziman di bin talûkeya têkçûnê de ne’
Tahîr Baykûşak diyar kir ku ji ber polîtîkayên bi sedan salan e îro Ermenkî û Suryankî li Amedê najîn û wiha domand: “Lê belê Kurmancî û Zazakî li kuçe û kolanan de hêj jî dijîn. Lê belê di bin talûkeyê de ne. Zazakî îro li gorî UNICEF û UNESCOyê di bin talûkê de ye. Gelek zimanên di bin sînorê Tirkiyeyê de di bin talûkeya têkçûn û windabûnê de ne. Ji ber vê yekê em dixwazin li ser van zimanên di bin talûkeyê de ne xebatan, lêkolînan bikin, qeydan çêbikin hwd. Lê pêşvebirinek jî ji wan re lazim e. Divê di vî bajarî de xuya jî bikin. Îro xuyakirina zimanê me li bajarê me pir xurt nîne.”
‘Em ji bo Kurdî hene’
Tahîr Baykûşak bi bîr xist ku bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê di çarçoveya xizmetên şaredariyê yên pirzimanî de, di Navenda Bangê ya ALO 153 de dest bi pêşkêşkirina xizmeta bangê ya Kurdî jî kirine û wiha pê de çû: “Esnafên me yên dixwazin tabelayên xwe bi kurdî binivîsin, ji me re binivîsin em bi îmlayeke rast bersiva wan didin. Her çiqas gelê vî bajarî bi kurdî biaxive jî dema tu li tabelayan dinêrî kesên ku dixwazin bi kurdî binivîsin jî îmlayên xelet hene. Me bi vê xizmeta xwest kesên dixwazin ku ji bo dawet, sunet, cihê vekirinê vexwendnameyekê amade bikin, gazî hezkiriyên xwe bikin. Çi kurmancî çi zazakî ji me re binivîsin em ê ji wan re bibin bersiv. Her wiha bixwazin menuyên xwarinên xwe bi kurdî binivîsin em ê alîkariya wan bikin. Yek ji cihên girîng ên bajaran jî goristan in. Hin hesasiyetên gel ên kurdî hene. Dixwazin beytekê an çarînekê li ser gorên xwe binivîsin lê di rastnivîsê de şaşî çêdibin. Kesên ku ji me bi îmlayeke rast nivîsan dixwazin re em ê bibin alîkar.”
‘Em dixwazin her kesî bi Kurdî pêşwazî bikin’
Tahîr Baykûşak da zanîn ku bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî gelek kar û xebat dane ber xwe û ev agahî dan: “Li parkan sinemaya bi kurdî, li eywanan şanoyên bi Kurdî dilîzin, her wiha me xwest çi zazakî, çi Kurmancî çi Soranî helbestvanên Kurd ên ku ev ziman bilindkirine em wan bi bîr bînin û bi helbestên wan vî bajarî bixemilînin. Li hin cihan me li ser keviran helbestên wan kolan, me bajar xemiland. Xuyakirina ziman, Kurdîkirina vî bajarî yek ji xebatên me ye. Em ê vê yekê li parkan, li ber sûran, li kolanan bikin. Zimanê vî bajarî ev e dixwazin ev yek xuya bibe. Kesên ku nikaribin biaxivin jî bila mereq bikin ka Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Hecî Qadir kî ne, çi nivîsî ne û kurte jiyana wan hîn bibin. Ev bîreke civakî di bajar de ava dike. Kesên ji derve jî tên dê haydar bibin ku li vî bajarî helbest hene helbestvan hene.”
‘Divê em vî zimanî bigihînin nifşên dû xwe’
Tahîr Baykûşak derbarê xebatên şaredariyê de ev yek anîn ziman: “Hemû beşên hunerê bi ziman re têkildar in. Em ê weke miduriyeta ziman hewl bidin ku di hemû beşên çand, huner û ziman de bi hev re tiştan biafirînin. Lê divê em rastiya xwe jî bibînin zimanê me di bin xetereyê de ye. Êdî di nava zarokên me de kêm tê axaftin. Di nava civakê de her ku diçe axaftina vî zimanî qels dibe. Em ê hewl bidin derbarê van de hem lêkolînan hem jî ji bo pêşvebirina zimanan hin cihan ava bikin. Cihên ku zarokên bi kurdî diaxivin bigihin hevdû kurdî bilîzin. Kar û xebatên şaredariya me yên weke Zarokistan, odeyên lîstikan hene. Em ê van cihan bi fikr û ramanên xwe, bi hevalên xwe re hem zêde bikin hem xurt bikin. Lazim e em bi xurtî li ser mijara ziman bisekinin. Heke em nikarin vî zimanî bigihînin nifşên dûv xwe ew mîrateya me ya ziman a bi hezaran salan dê bi dawî bibe. Kurdan bi hezaran salan e zimanê xwe parastine. Lê niha di bin teknolojiya îro de di bin xetereyeke mezin de ye. Di warê nûçegihaniyê de, televizyonê de û gelek aliyên din xebat hene lê bi taybetî ji bo bajarê Amedê em ê di nava civakê de lêkolîn û kar û xebatên xwe bidomînin. Pêdivî heye ku ev ziman di vî bajarî de baştir xuya bike. Em dikarin çawa ji malbatên zarokan re bibin bersiv. Ev dibe ku kreş be, cihê lîstikan be, parkên lîstikan be em ê van kar û baran pêk bînin.”
‘Em ê her derî bikin bi Kurdî’
Tahîr Baykûşak bi boneya hefteya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî cejna ziman pîroz kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 15ê Gulanê de Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Ew Hawar hawareke kurdî bû. Hewl da wan şert û mercên giran de ku bi Kurdî tiştek nedikarî bihata kirin bi kovarekê hawara Kurdî ragihand. Ew hawar îro gihiştiye me, pêdivî pê heye ku em vê Hawara Kurdî li her qada jiyanê bi cih bikin, bi Kurdî bijîn, her qadeka bajarê xwe bikin bi Kurdî û vê hawarê bigihînin nifşên dû xwe. Kar û xebatên ku em bi vî zimanî ji bo zarokan bikin ew ê vî zimanî bigihîne pêşerojê. Ev jî berpirsyariya me ye ku em di vê mijarê de bênavber bixebitin.”