Endam û rêveberên MEBYA-DERa Amedê bi boneya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çileya 2026an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin bangewazî kirin û gotin: “Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin.”
Endam û Rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEDYA-DER), ku têkildarî banga mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstansyonê bê lidarxistin, banga beşdariya mitîngê kirin û gotin: “Em bang li her ferdên civakê dikin ku ew roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li mitîngê bibin.”
Endam û rêveberên MEBYA-DERê ya Amedê banga mitîngê “Hêvî û Azadiyê” kirin û gotin: “Em hemû gelê xwe yê ku li Amedê û yên li bajarên dinê dijîn beşdarî mitînga 4ê Çile dikin. Ev mitîng gelek girîng e, hewceye ku her kes seferber bibe, ji bo azadiya Rêber Apo li wir dengê xwe bilind bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me ya sereke ye. Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin. Divê em dengê xwe bigihênin erş û ezmanan û her kes dengê me bibihîze. Em ê bi destê aştî û yê Rêber Apo bigirin da ku aştiyek mayînde pêk bê. Saleke hê jî gavên şênber nehatine avêtin. Heta niha hê jî destê aştiyê dirêjî me nekirine û bi dek û dolaban tevdigerin. Em ê karê xwe bi rêk û pêk bikin. Lewma divê her kes tev li vê mitîngê bibe. Ev tiştên ku li pêş ketine jî hemû bi ked û xwêdana Serokatî ye. Hemû gelên Rojhilata Navîn dizanin ku ev proje ya Serokatî ye. Niha hemû cîhan li ser vê yekê sekinî ye.”













