Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanêde li ser mijara “Qirkirina Çandî” panelek hat lidarxistin û di panelê de bal kişandin ser belavbûna kapîtalîzmê û gotin “Em ji koka xwe dûr ketina lewma kapîtalîzmê li ser me bandor kir.”
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja 9an de ye. Di çarçoveya mîhrîcanê de li ser mijara “Qirkirina Çandî” li eywana Konservatûara Şaredariya Tetwanê panelek hat lidarxistin. Di panela ku nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavîç moderatoriya wê kir de Jînda Ceylan a ku 32 salan di girtîgehê de maye û hunermend Kasim Taşdoğan weke panelîst cih girtin. Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li panelê bûn.
‘Kapîtalîzmê li ser me bandoreke mezin kir’
Ewilî nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavîç panelîst dan nasandin. Dûre hunermend Kasim Taşdogan axivî û got: “Mixabin li ser vê mijarê akademiyeke kurd tune ye. Ji bo tunekirina miletekî gelek caran hewehî bi çekan nÎne, mirov dikare bi tunekirina çandî jî miletekî ji holê rake. Gelek komkujî bi serê kurdan de hatin, Geliyê Zîlan, Mereş hwd. Her wiha mirov dikare bi birîna daristanan jî komkujiyê bike. Ji ber ku em ji koka xwe qût bûne, hilberandina me jî kêm e. Heskîf, ne tenê ji bo ceyranê binav kirin, ev jî qirkirineke çandî ya mezin e. Kapîtalîzmê ji ber ku çanda me hat qûtkirin û em ji koka xwe dûr ketin, bandoreke mezin li ser me kir. Tirkiye netewe dewleteke û çanda netewe dewletekê li ser me tê ferzkirin. Heta niha ji ber ku me nekariye binivîsin, çanda xwe bidin naskirin em bi zimanê ereb, fars û tirkan tên nasîn. Divê em biafirînin, bibêjin, xwe bidin naskirin ku em ji çanda serweran bandor nebin.”
‘Çand bi xwe hebûna mirovan e û bingeha wê jî ziman e’
Piştre Jînda Ceylan wiha axivî: “Bingeha Çandê çandinî ye û ji afirîneriyê tê. Gava mirovan dest bi çandiniyê kiriye, bûne civak, kom û danûstandin dest pê kiriye. Ev yek tenê bi xwezayê re girêdayî nemaye û bûye nirxeke mirovan jî. Çandin û çinîn hem tiştên madî hem jî tiştên manevî bi xwe re tîne. Çand bi xwe hebûna mirovan e û bingeha wê jî ziman e. Zarokên niha kurdî naaxivin û ev yek jî ji çend aliyan ve jinan eleqedar dike. Bişaftin gihiştiyeke asteke gelek mezin û ji bo pêşîlêgirtina bişaftinê divê em dibistanên xwe saz bikin. Divê xwesteka me ya herî mezin statuya zimanê Kurdî be. Heke em niha xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin dê mîrateya bi hezaran salan winda bibe. Gava em ji koka xwe dûr ketin, ferqa me ji giyayekî çirmisî namîne. Bivêja ku jinan afirandiye ‘te an jî we hestiyên min çêrand” mijara qirkirina çandî gelek rast pênase dike. Divê êdî em rê nedin ku hestiyên me biçerînin û xwe biparêzin. Em ji çanda xwe ya neolotîk dûr ketine û em niha li gorî feraseta kapîtalîzmê dijîn. Divê ji bo vegerîna koka xwe hewldanên me hebin.”
Banga xwedî derketina çand û ziman kir
Herî dawî moderator Elîf Gemîcîoglû Yavîç anî ziman ku zimanê dayikê nemaye û niha bûye zimanê dapîrê û got ku tovê kurd û kurdiniyê qahîm e û zû bi zû winda nabe. Elîf Gemîcîoglû Yavîç banga xwedîderketina çand û zimanê kurdî kir û da zanîn ku divê ji bo çand û zimanê têkoşîn bê dayîn.