• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em vegerin gundê xwe’

Amed / AW

15 HEZÎRAN 2025 - 15:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyaye li Amedê panela bi serenavê “Em vegerin gundên xwe û jiyaneke bi rûmet û demokratîk ava dikin” li dar xist.

Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ya Mezopotamyayê bi wesileye 14 û 20ê Hezîranê hefteya koçberiyê, li ÇandAmedê panel li dar xist. Komeleyê bi sernavê “Em vegerin gundên xwe û jiyaneke ya bi rûmet û demokratîk ava dikin” panel pêk hat. Di panelê de endam û nûnerên saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Hevberdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Turhalli, Serokê ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz, Aktivîsta TJAyê Hulya Alokmen û Selma Aslan axivîn. Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê Komeleya Koçberiyê Murat Sari axivî û destnişan kir ku ew ji bo mafê xwe yê vegera axa xwe li vir in û got: “Jiyana li ser ax û warê xwe mafê sereke yê mirovahiyê ye. Aştî bi jiyaneke rûmet a li warê xwe pêkan e.” Piştî axaftina Murat Sari sînevîzyona der barê koçberiyê de hatibû amadekirin hat pêşandan.

Piştre Parêzer Cîhan Aydin, panel bi rêve bir. Prz. Cîhan Aydin diyar kir ku behsa aştiyê tê kirin û got: “Ev xebat gelek giring e. Berê gelek kes ji ber ku gundên wan hat şewitandin koçî bajaran kirin. Îro em hejmera wan kesan nizanin. Divê di vî aliyê de xebat bê kirin.”

‘3 hezar û 700 gund hat şewitandin’

Ewilî Serokê ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî. Ercan Yilmaz anî ziman ku koçberiya bi zorê binpêkirina mafan e û got: “Sedema binpêkirina mafan koçberî ye. Sedema koçberiyê jî şer e. Li erdnigariya me ji ber şer xweza talan bû û mirovan koç kir. Desethilatê bendav çêkir û ax di bin avê de hişt. Di salên 1990î de ji ber şerê li herêmê bi hezaran kes koçber bûn. Di şerê li herêmê de 3 hezar û 700 gund û mezra hatin şewitandin û 2 milyon kes koçber bûn. Di salên 2015 û 2016an de dîsa ji ber şer gelek kes hatin koçberkirin.”

Pişt re Selma Aslan li ser bandora koçberiyê û bajarbûnê axivî. Selma Aslan diyar kir ku sedema koçberiyê bajêr gelek in û got: “Yek ji sedema koçberiya ber bi metrepolan de politîkayên desthilatê ne. Piştî salên 1990î welatî ji ber şer gund û warên xwe terk kirin û koç kirin.”

‘Dewlet bi koçberiyê hewl dide Kurdan asîmîle bike’

Parêzer û Berdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemile Turhalli li ser mijara “Koçberî û ziman” axivî. Cemîle Turhalli diyar kir ku tevahiya dewletan politîkayên sistematîk a koçberiyê dimeşine û wiha axivî: “Di dîroka Tirkiyê de komkujiya Ermeniyan, Dersimê heye. Îro bi politîkayên koçberiyê dixwazê gelê Kurd asîmîle bike. Dewlet bi koçberiyê dixwaze gel kontrol bike. Lê dîsa dewletê Tirk nikarê gelê Kurd asîmîle bike. Ku em azadiyê bixwazin divê em pêvajoya baş bi rêve bibin.”

‘Xwesteka vegera gung xwesteka welatparêziyê ye’

Herî dawî Hulya Alokmen jî da zanîn ku bi koçberiyê herî zêde jin mexdûr dibin û got: “Jin dema li warê xwe be hinek azadiya wê heye. Lê dema ku koçberî bajaran bûn gelek bar ket li ser milê van. Piştî koçberiyê jin neçar ma Kurdeweriya xwe biparêze. Koçberî ne tenê cihekî valakirin e. Piştî valakirinê politîkayên bişaftinê jî dest pê kir. Nifşên nû Kurdî neaxivin. Vegera gung xwesteka welatparezî û aştiyê ye. Girêdayî hev in.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Etîket: cemîle TurhalliCîhan AydinErcan YilmazHulya AlokmenkoçKocberiPanel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

NY: Bi milyanan kes li Îran û Libnanê ji ber şer koçber bûn

26 ADAR 2026
UNHCR: Îranî ji bajaran ber bi gundan ve koç dikin

UNHCR: Îranî ji bajaran ber bi gundan ve koç dikin

19 ADAR 2026
Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

Rohilat Efrîn: Piştevaniya çar aliyan encamên êrişan bisînor kir

15 ADAR 2026
Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

Li Wanê panela aştiyê: Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye

7 ADAR 2026
Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

6 ADAR 2026
Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (15)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne