Encamnameya dawî ya Civata Giştî ya 23yemîn a KNK’ê, ku di çarçoveya xebatên KNK’ê de çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya neteweyî anî rojevê, hat eşkerekirin.
Encamnameya dawî ya 23yemîn Civata Giştî ya KNKê bi vî rengî ye:
“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 23yemîn cîvîna Civata Gîştî ya xwe, di navbera 24-25 Gulana 2025an, di rojên 26’emîn salvegera damezrandina KNKê de, bi beşdarbûna piraniya endaman, li welatê Hollanda pêk anî. Li gel endaman gelek mêhvan (serok û rêvebirên partî û saziyan û kesayetên serbixwe) jî, beşdarê civînê bûn.
Li gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêşket û li ser rewşa Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cihanê bi berfirehî hate rawestan û stratejiya demê ya neteweyî hate nîqaşkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên bûrokratîk, bi teybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rûsya, nekarîn di civînê de amade bibin. Ji ber wê li Silêmaniyê, li Qamişlo û li Moskova yê, endamên wan li salonekî ya herêmên xwe kombûn û bi rêya tûra Zoom ê beşdarê civînê bûn.
Civîn, bi rêzgêrtina Şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji aliyê hevserokan ve hate vekirin. Li gorî rojevê, di serî de sînevîzyoneke li ser 26 saliya KNKê hate nîşandan, piştre peyamên mêhvan û peyamên serok û nûnerên partiyan hatin pêşkêş kirin.
Her wiha dûre rapora xebatê ya salane hate xwendin û her wiha ji teref Konseya Rêvebir ve ligel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi nivîskî hate pêşkeş kirin. Pey re, ji aliyê endaman ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Di dawiya roja yekem (24.05.2025) da, li gorî nirxandin û nîqaşan, bi navê ‘Deklerasyaona 23yemîn Civata Giştî ya KNKê’ deklerasyonek hate pejirandin û ji reya giştî re hate ragihandin.
Roja duyem 25.05.2025, pêşiya hilbijartinên organan pêşniyar guhertinek li ser Peymana KNKê hate pêşkêşkirin, piştî nîqaş û guftûgoyan ew pêşniyar guhertin hate pejirandin. Gorî wê guhertinê endamên Konseya Rêvebir ku dewreya berê ji 19 kesan pêk dihat bûne 23 kes. Piştre jî hilbijartinên Hevserokan û Konseya Rêvebir pêk hatin. Birêzan Zeyneb Murad û Ahmed Karamus ji bo du salan (dewreya dehemîn) weke hevserok hatin hilbijartin. Lîsteya endamên Konseya Rêbir di pêvekê da ye.
Piştî hilbijartinan nîqaş û guftûgo li ser rapora Konseyê hatin berdewamkirin. Her wiha li gel plansaziya kar û xebatan, ji bo 100emîn salvegera Serhildana 1925an û bîranîna Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî, di asta neteweyî da pêkanîna Konferasekî û mitîngekî mezin li navenda Ewropa, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin. Her wiha di 102’yemîn salvegera Peymana Lêzanê da weke her sal kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne çêkirin. Piştre gorî rojevê, li ser pêşniyar biryaran hate rawestandin û ji bo plansaziya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serkeftî gihişte encamê.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, bi teybetî rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, banga Birêz Abdullah Ocalan ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, kongreya PKKê û bi giştî pêvajoya lêgerînên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, têkçûna rejîma Baas li Suriyê, rewşa Rojavaya Kurdistanê û peywendiyên li gel desthilata Şamê ya nû, li Başûrê Kurdistanê kêşe û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, piştî 8 mehan li ser hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê derbasbûyî jî avanekirina hikûmeta nû, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê yên li ser gelê me, şerê Îsraîl û Hemasê, şer û krîza di navbera Îsraîl û Îranê, rewşa girtiyên siyasî, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi van hemiyan ve girêdayî çoş û geşbûna pîrozbahiyên Newrozê ku îsal sêrî de li Rojhilata Kurdistanê û li hindir û li derveyî welat, bû deng û rengê gelê me, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.
Civata Giştî ya 23yemîn ya KNKê di demeke wisa da kom bû ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, nîqaşên germ yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd têne kirin û di vî warî de lêgerîn, diyalog, bang, kombûn û daxuyanîyên girîng hene.
Eve demeke li girava Îmraliyê di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne çêkirin. Di encama van hevdîtinan da Birêz Ocalan roja 27.02.2025’an da bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bangek kir. Li ser vê bangê, PKKê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera rojên 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. Di 12 Gulanê de jî encamên kongreyê bi daxuyaniyekî ji reya giştî re hatin bilavkirin. Gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî leyîstiye û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê hêdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Turkiyê têkoşîna çekdarî radiwestîne. Weke di bang û daxuyaniyan de hatî diyarkirin, ev ne dawiye, ev destpêkeke nû ye û Tevgera Azadiya Kurdistanê gorî rewşa nû xwe diguherîne, xwe ji nûve rêxistin dike û têkoşîna azadiyê bi formateke nû berdewam dike.
Hem banga Birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di reya giştî ya Kurd û ya cîhanê de dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cîhanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazî kirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dane pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî helwesta xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. Weke tê xwestin nebe jî, rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.
Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşiyaye. Hikûmetê heta niha gavên şênber neavêhtine û peyamên wan ne zelal in û zimanê ragihandina wan jî ne zimanê aştiyê ye. Li aliyê din heta niha jî operasyonên leşkerî berdewam in, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî tên bikar anîn. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.
Li ser vê bingehê Civata Giştî ya KNK’ê, ev rewş bi awayekî teybet hilda rojeva xwe û van xalên jêrîn ji reya giştî re radigihîne:
Civata Giştî ya 23yemîn a KNKê, pêvajoya li Îmralîyê ya di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk da, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, bi erênî dibîne û piştgirîyê lê dike. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihê encamekî baş, em ê jî weke KNK’ê, ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Ev pêvajoyek gelek girînge û eger pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din yên Kurdistanê û yekrêzîya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike.
Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemî gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê lê bikin. Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin. Em di sêrî de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cîhanî dikin û dibêjin; Tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bi kar bînin.
Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe pêşiya Birêz Ocalan vekin û serbest berdin, hûn jî şer û operasyonên xwe yên leşkerî rawestênin, rojekî zûtir vê pirsgirêkê bêxin rojeva meclîsê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.
Ji bo bi awayeke baştir pêvajo pêş bikeve, ji bo di navbera herdu aliyan de rê xweş bikin û ji hemû pêvajoyê re çavdêriyê bikin, pêwîstî li aliyeke sêyemînê yê bê teref heye. Civata Giştî ya KNK’ê bang li herdu aliyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û alekî sêyemîn erkdar bikin. Em hêvî dikin ku hemû aliyan li berpisyarîya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
Başûra Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş ji bo hemû Kurdistaniyan hêviyek mezine û cihê keyfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskeftin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskeftiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK’ê, li ser parastina deskeftiyên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskeftin firehtir bibin û bikevin xizmeta hemû Kurdistaniyan.
Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê jî heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistan jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Êraq di nava qeyranek mezinde ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Li devera madeya140 pêvajoyek Erebkirinê li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û gelek cihan destdanîne li ser zeviyên cohtyaran û Kurd ji gelek cihan têne derxistin. Mixabin vê rewşa ne diyar û xeternak de, hêzên Kurdî ne yek dengin û bilave ne.
Eve bêhtirî 8 meh in li Başûra Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin û hilbijartina serokatiya herêmê jî pêk nehatiye. Di mehên payîzê de hilbijartinên Êraqê jî pêk tên. Vê demê da yekrêzîya nav mala Kurd gelek girînge. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin. Ji xwe ev e demeke li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.
Di civînê de rewşa Şengalê û bi giştî rewşa bawermendên Êzidî jî hate rojevê. Pirs û pirsgirêkên Şengalê jî berdewamin. Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek alan ve di bin êrîşan de ye, divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran yên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwe bi xwe bi rêve bibe.
Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNK’ê de ye. Ji bo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNK’ê komîteyek teybet avakiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNK’ê ye, di heman demê de meseleyek neteweyiye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bê dîtin.
Li aliyê din rejîma Îranê jî di nava krîzek mezin de ye. Krîz hem aboriye hem civakî ye û hem siyasiye. Rejîma Îranê, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştîye. Teybetî zext û zordarîya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş hêdî nayê qebûlkirin û hêdî gihiştîye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşkêşîya gelê me yê li rojhalata Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildanek pêkhat. Ev serhildan bi rastê êrîşên giran hat û ji ber van êrîşên hovane herçend hinekî bê deng bûbe jî, lê heta niha jî ev serhildan berdewame.
Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwepêşanderan û çalakvanên azadîxwaz. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandaran û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
Li gorî peymana di navbera Êraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) ya 2023’yan pê ve, hêz û partiyên Rojhilta Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatine bêçek kirin û li qempan hatine bilavkirin. Îran rewşa wa ji nîzingve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtîyan îdam dike. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.
Em êrişên dewleta Îranê yên ku li başûra Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdîstanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li parti û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrişên dewleta Îranê li ser bingeha yekîtiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.
Civîn bang li hemî partî û rêxistinên siyasî yên rojhilata Kurdistanê dike ku demeke zûtir enîyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn.
Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, enîyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek dengî derkerkevin.
Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
Di civînê de rewşa bawermendên Yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke Kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsanî, bawerîyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin.
Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tête rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahîyek piranîya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNKê de hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîlîyeta Kurdên Xuresanê di KNKê de heye. Divê ev temsîlîyet bête xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên Kurdên Xuresanê bikevin rojeva hemî rêxistinên Kurdistanî.
Di vê sala dawî de qeyrana di navbera Îsraîl û Îranê de gihiştîye radeya êrîşên leşkerî. Ev jî rewşeke nû di xwe re tîne. Em weke Kurd di vî şerî de teref nînin, lê bi hemî awayî ev krîz û şer bandorê li me dike. Ev qeyran û şer dikare herêmê serûbin bike. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê hildin rojeva xwe û li ser stratejîyek hevbeş tevbigerin.
Eve şeş mehin li Surîyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têkçûye û hêzên Selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmîyeta wa li ser temamê xaka Sûrîya nîne. Pirs û pirsgirêkên Surîya yê zêdene. Herçend bi Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîya yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hêca nehatîye çareserkirin. Bi vê peymanê cara yekeme deshilata Şamê, bi awayeke fermî heyîna gelê Kurd û mafên wa yên desturî dipejirîne. Civîn vê peymanê giring dibîne û dixwaze di demeke zûtir da bikeve merîyetê.
Li alê dî piştî têkçûna rejîma Baes, li ser Elewî, Mesîhî û Durzîyan gelek êrîş pêkhatin. Di mehên derbazbûyî da li hember bawermendin Elewî komkujî pêkhatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durzîyan dê dubarebibin. Civîn êrîşên li ser Elewî, Mesîhî û Durzîyan şermezar dike û bang li hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember van êrîşan rawestin û hemî pêkhateyên Surîya bêne parastin.
Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperîstîya Erebî sîstemeke Islamî avabikin. Bîr û hizrên wa ji pîvanên demokratîk dûrin. Jin û mafên jinan di rojeva wa da nînin. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşek ne dîyar derdixe holê. Eger Surîyeyek demokratîk avanebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Surîye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêdebikin. Li rojavaya Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêkhatî gavek erênî û serkevtî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.
Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansazîya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.
Di civînê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne û ji damezrandinê û heta niha temsîla wa di KNKê heye û di rêveberîyê de jî cihê xwe digrin. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNKê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Emê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgarîya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.
Weke gelê Kurd, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen û gelên dî yên li Kurdistanê, divê di bin garantiya civakî û sîyasî de xwedî mafên xwe yên demokratîk bin. Divê mafên van pekhateyan nebin qurbana hesabên desthilatdarîya sîyasî, divê wek gelên qedîm yên vî welatî werin destgirtin. Divê ev pêkhate di hemû biryarên paşerojê de beşdarbin û mafên wan yên demokratîk ne gorî êjmarê be, gorî konsesûs û lihevkirinê be.
KNK’ê her cureyê du satndartî û nijadperestîyê ji kê bê bila bê, red dike û bang hem li hemî hêzê û hemî rayedaren sîyasî yên Kurd û yên wan pekhateyan dike ku rê nedin hêzên hundir û derve yên ku dixwazin bi neteweperestîyê ve parçebûyînî pêş bixin.
Beşek mezin ji civaka Kurdistanê bawermendên Rêya Heq – Elewî ne. Ev dîn ev bawerî jî, bawerîyek qedîm û kevnare ya Kurdistanê ye. Bawermendên Rêya Heq (Elewî), di tarîxê de rastê gelek êrîş û komkujîyan hatine. Roja îro jî hêca weke tê xwestin, nikarin gorî bawerîya xwe îbadet bikin û jiyan bikin. Hêca rastê biçûkdîtinîyê (discrimination – ayırımcılık) têne. Heman demê de ji teref dewletê ve têne asîmîlekirin û tê xwestin di nava civaka Sunî de bêne helandin. Gelek endamên KNKê ji Rêya Heqin û nûnerên wa di nava KNKê de cihê xwe digirin. KNK, rêz ji vê bawerîyê re digre û bi hemî awayî mafên bawermendên Rêya Heq diparêze.
Di civînê de rewşa Kurdên Anatolîya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatolîya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endamin, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê. Kurdên Antolîya Navîn demek dirêje weke Kurdên navenda Kurdistanê cihê xwe di nava şoreşê de digrin û xwe xwedîyê Kurdistanê dibînin. Ji ber vê rewşê jî bi êrîşên nijadperestî re rûbirû dibin. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê berbiçav bigrin û gelê me yê li Anatilîya Navîn tinê nehêlin.
Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.
Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên dî yên Cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadîya jinê nehatîye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanazîyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihnîyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha tevgerên jinan, daxwaz dikin ku di partî û rexistinên sîyasî de êjmara jinan bête zedêkirin. Jin, li ser têgîhîştîna baviksalarîyê di sîyaseta Kurdî de, rexne li partîyên siyasî dikin û dixwazin di hemî partîyan de, gorî heqîqeta jinê rêya siyasetê ji jinan re bête vekirin. Bi taybetî, ji partîyên sîyasî tête xwestin ku di karên yekîtîya neteweyî de, astengîyên li pêş beşdarbûna jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareserîyên derbarê yekîtîya neteweyî bi beşdarîya jinan xurttir bibin.
Divê hemû nîzikatîyên cudakarîya li ser jinê, wek nîzikbûnek antî demokratîk bê destgiritin û rêzgirtina li himber îradeya azad ya jinê di siyasetê de bibe binesazîya têgihîştinê. Divê kuştina jina çi li malê çi li kolanan weke sûcên dijê mirovahiyê bêne dîtin. Pewîste jin bi îradeya xwe ya azad, di nava siyaset û saziyên biryarê de cih bigrin. KNK her cure amûrkirina jinê di siyasetê de red dike û rêzê li vîna azad ya jinê digire û banga hemû hezên sîyasî û civakî yên Kurdîstanî dike ku himber îradeya jinan rêzgirtî bin.
Di Konferansa 100. Salvegera Peymana Lozanê de, jibo xurtkirina yekrêzîya nav mala Kurdistanîyan, biryara komkirina Konferansek Neteweyî hate standin. Civînê ev mijar jî hilda rojeva xwe û kire parçeyek plansazîya xwe. Amanc ewe ku di nava vê salê de em bikarin Konferasekî Neteweyî kombikin û hemî pirs û pirgirêkên xwe di vê konferansê de nîqaş bikin û li ser bingeha stratejîyek hevbeş yekîtîya xwe xurttir bikin.
Li ser salgera Peymana Lozanê jî hate rawestan û wê di 102. salvegera Peymana Lêzanê da weke her sal li bajarê Lozanê, kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne çêkirin.
Îsal 100 salîya Serhildana 1925an ya li bakura Kurdistanêye. Herweha 100 salîya îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne. Di heman demê da 100 salîya belgeya jenosîda gelê Kurd, “Planê Islahkirina Şerqê” ye. Jenosîda li ser gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî di sala 1915an, jenosîda li ser gelê Pondîyan (Pontos, gelê Rom yê devera behra Reş) 1919an, jenosîda li ser gelê Kurd jî 1925an da destpêkir. Bi vê munasebetê di rojên 27-28ê meha Hezîranê (27-28.06.2025) li Brukselê, li ser “Serhildana 1925an ya li bakura Kurdistanê” emê konferansekî pêkbînin. Roja 29.06.2025an ku roja 100 salîya îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne, emê wê rojê jî li Almanya li bajarê Kolnê, mitîngeke mezin pêbînin. Konferans û mitîng wê bi perspektîfa neteweyî bêne çêkirin û wê hemî hêz û partîyên Kurdistanî bêne vexwendin.
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Çar dewletên dagîrker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Surîya, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, bi gelek qeyranan re rûbirû ye. Turkîya, her çend xwe xurt dibîni û hinek nakoyên navneteweyî jibo berjewendîyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e. Li herêma Rojhilatanavîn şereke Cihanî heye. Dewletên dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî di vî şerî da terefin. Herêm be rguhertinek mezin ve diçe.
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekîtîya xwe xurttir bikin, emê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Jibo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, herweha hemî gelê me li çaralîyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.
Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kurîyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekîtîya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.
Bi kurtî; dem dema yekîtîyê ye. Dem dema çareserîyê ye. Dem dema azadîyê ye. Dem dema xebatê ye. “