Amed – Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya TJAyê de hate lidarxistin bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo avakirina aştiyê xebatên xwe birêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Aktîvîstên TJAyê, gelek jinên niha parlamaneter in û yên berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Parlamenter û siyasetmedarên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bûn. Li eywana konferans lê hate lidarxistin bi zaravayên kurdî yên kurmancî, zazakî û soranî pankartên “Jin azad dibe civak azad dibe” , “Jin jiyan azadî” û “Cinîya azad, komelo azad” hatin daliqandin.
Duh di konferansê de bi sê rûniştinan axaftin hatin kirin. Konferans îro bi atolyeyên bi navê Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Leyla Qasim û Mîna Qazî berdewam kir. Di atolyeyan de pirsgirêkên rêxistinbûna jinên parlamenter dipêşxistina siyaseta demokratîk de li hember siyaseta serdest a mêran û pêşniyarên çareseriyê, di yekîtiya neteweyî de rola jinên parlamenter û polîtîkayên çareseriyê, têkoşîna hevpar li dijî tundî û cudaxwaziya li ser jinan di parastina jinan de, beşdariya temsîliyeta siyasî ya jinê di nav çandên pirreng de ji bo aştiya civakî û demokratîkbûna siyasetê hatin nîqaşkirin.
Di dawiya konferansê de jî encamname bi zaravayê kurmancî yê Kurdî hate parvekirin. Metna encamnameyê bi kurmancî Semra Çaglar Gokalp xwend.
Encamname wiha ye: “Di navbera dîroka 28-29ê gulana 2025an de konferansa parlamenterên Jin yên Kurd pêk hat. Ji demên borî û heta îro parlamenterên jin ji çar aliyên Kurdistanê û ji Ewropayê tevlî bûn û konferans li Amedê pêk hat.
Me berxwedana xwe nîşanî tevahiya cîhanê da
Li erdnîgariya Kurdistanê ya ku di navenda şerên global yên kapîtalîst û netew dewlet de yê em wekî jinên Kurd bi hemû perçiqandin û komkujiyan re rû bi rû man. Şerê desthilatdaran li ser jinên Kurd weke qirkirina jinê tê meşandin. Weke jinên ku ti caran ji têkoşîna ziman, çand û nasnameya xwe paş ve gav neavêtin, ji bo avakirina jiyaneke nû me berxwedana xwe nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê da.
Dengê tekoşîna jin a ku ji Bakur bilind bû, li Rojava bu modela jiyana nû. Dema ku li Başur li hemberî qetliamên jinan tekoşîn mezin bu, rêxistbûyina jinan a Şengalê bû bersiv ji kuştina jinan re. Bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên Kurd di kesayeta Jina Amînî de Rojhilatê gihişt hemû cihanê. Îro jinên Kurd li gorî sedsala derbasbuyî de pêngav û rêyên avakirina azadiya xwe bi modelên parastina jinê berfireh kirine. Ji Mîna Qazî bigire heta Leyla Qasim, ji Sakîne Cansiz heta Hevrîn Xelefê, di kesayeta wan de em jinên Kurd li her çar alîyê Kurdistanê dîroka serhildan û azadiyê me nîşanî hemû cîhanê da.
Konferans nîşandana yekitiyê ye
Ev sedsala 21emîn me wekî Ronesansa jinê honand û nîşanî cihanê da. Lidarxistina Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li Kurdistan û li Rojhilata Navîn de asteke dîrokî de ye. Ji ber ku em jinên Kurd xwedî giringiyekî dîrokî ne. Serpêhatiyên me yên wekî qetlîam, dîlgirtin û koçkirin, dîroka tekoşîna jinên Kurd a li dijî nijadperestî û parastina olî û zayendperestî li vê erdnigariyê bi tekoşîna jinên Kurd têk çû. Ev konferans di heman demê de nîşandana yekitiyê ye ku bi biryar em ê pêşeroja xwe ya hevpar pêk bînin.
Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan
Di konferansê de destkeftiyên me jinan wekî mekanîzmayên xweser û modelên ku me afirandîne wê bibe pirek nû a tecrûbeyên yekitiyê. Me bi tekoşîna hevpar a jinên Kurd di siyaseta demokratîk de li ser derfetên guherîn û veguherînê de siyaseta serdest a mêr nîqaş kir. Di avakirinê de weke îrade û hêza jinan a wekhev û azad em ê bi awayek pêşeng rola xwe bilîzin. Hêza guherîn û vegûherînê bi pêşengitiya jinê ya di avakirina civaka demokratîk a bi siyaseta demokratîk de, di têkoşîna li dijî hemû tundiyan desthilatdariya mêr de xwedî roleke girîng e. Ji ber ku jin qadên xwe yên têkoşînê di siyaseta demokratîk de, bi awayekî taybetî di avakirina aştiyê de berfireh dikin, di avakirina aştiya li van axan de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.
Em ê li hemberî ambargoya li ser Şengal û Mexmûrê bêdeng nemînin
Li dijî tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên qirkirina jinan, têkoşîna ku em jin di qada parlamentoyê de dimeşînin, di parastina jiyana jinan de xwedî roleke sereke ye. Bi qasî ku girtina helwesteke hevpar li dijî qanûnên zayendperest û cudaxwaz girîng e, ewqas jî pêwîst e ku jinên Kurd di qadên parlamentoyê de dengê hevdû bin. Li hemberî êrîşên ku em tê re derbas dibin, wekî qanûna zewaca di temenê biçûk de, pirjinî, tundiya zayendî, qirkirinên siyasî yên li dijî jinan, jinên Êzidî yên bi zorê hatine girtin, sinetkirina jinan, em ê bibin parêzvan û bîra hevdû. Ambargoya ku li ser Şengal û Mexmûrê tê meşandin, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike, û em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ji bo rakirina embargoyê, em ê wekî jinên Kurd têkoşînê mezin bikin. Li dijî zordarî, îşkence û biryarên îdamê yên ku li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî girtiyên jin ên siyasî têne kirin, em ê wekî jinên Kurd li her devera ku lê ne çalakiyan rêxistin bikin û wekî parlamenterên jin ên Kurd têkoşînê wekî erka xwe bibînin. Em ê destkeftiyên xwe yên wekî Peymana Stenbolê, CEDAW, Belgeyên Şoreşa Jinê ya Rojava, NY 1325, hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi rêxistinbûnê biparêzin û ava bikin.
Divê em banga birêz Abdullah Ocalan bigirin ser milê xwe û vê pêvajoya aştiyê birêvebibin
Em wekî Parlementerên Jinên Kurd bal dikşînin li ser banga birêz Abdullah Ocalan ya Civaka Demokratîk û Aştîyê. Divê em vê berpirsîyarîya û pêşengtîya banga Birêz Abdullah Ocalan bigrin li ser milê xwe û vê pêvajoya aştîyê birêvebibin. Ji ber ku hevgirtîya me yên jinên kurd yên parlementer li çar alîyê Kurdistanê dê bibê temînata yêkîtiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî wê bibe hevgirtina peyam û gotinên me. Têkoşîna jinê, bi nasnameyên xwe yên pirreng, beşdarbûnê, ne tenê têkoşînek zayendî ye, lê belê têkoşîna çînî, nasname, bawerî û ekolojiyê jî di nav xwe de dihewîne. Temsîliyeta jinê di siyasete de, hem dikare di aştiya gelan û baweriyan de rolekê bilîze, hem jî di avakirina civakeke demokratîk de mekanîzmayên yekgirtî bixebitîne.
Pergala kapîtalîst a paşverû tundiyê rewa dike
Di vê serdemê de ku derfetên Ronesansa Jinê li Kurdistanê mezin dibin, li dijî xetereyan, pergala kapîtalîst a cîhanî ya paşverû, zayendperest û ku tundiyê rewa dike û her wiha li dijî hemû şerên desthilatdariyên baviksalar (mêrsalar), em dikarin bi yekkirina hêza xwe azadiya jinê û wekheviyê pêk bînin. Çawa ku mêrsalarî bi awayekî yekgirtî û tevayî êrîşî jinan dike, em jin jî dikarin bi têkoşînek jinê ya ku perçebûn û qutbûnê derbas dike û bi rêxistinbûneke bihêz vê pergalê bi ser bixin.
Bi dîtina rastiya gerdûnî ya yekîtî û têkoşîna jinan, jin ji herêmî heta rêxistinbûnên konfederal di asta cîhanî de jî hewceyî rêxistinbûna jinan in. Konferansa me wê bi biryareke dîrokî ya ji bo avakirina yekîtî û torên rêxistinbûnê yên parlamenterên jin ên Kurd di asteke herêmî, navçeyî û cîhanî de xebatên xwe bimeşîne.
Di vê çarçoveyê de:
* Ji bo li dijî şîdeta li ser jinan, di her qadê de mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinbûnê ava bikin.
* Dîrok û bîra têkoşîna jinên Kurd ava bikin.
* Tevî cihêrengiyên jinên Kurd, ji bo amadekirina daxuyaniya polîtîk a yekîtiya neteweyî bixebitin.
* Li her deverê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî, ziman û çandê bi hevparî biparêzin.
* Ji bo ku parlamenterên jin ên Kurd di siyaseta demokratîk de ji bo avakirina aştiyê helwesteke hevpar pêş bixin, komên xebatê ava bikin.
* Hevserokatî û temsîliyeta wekhev, wekî mekanîzmayek ku civak û siyasetê diguherîne û vediguherîne, li her perçeyê nayê sepandin. Ji ber vê yekê, ji bo ku têkoşîna jinan karibe partiyên siyasî veguherîne, têkoşîna ji bo pêkanîna kota jinê ya ji sedî pêncî di organên biryargirtinê û temsîliyeta partiyan de bimeşîne.
* Parlamenterên jin ên Kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî mêrserwerî û her cûre cudaxwaziyê re, ji bo avakirina aştiyê qadên xebata hevpar bibînin û xebatên xwe rêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.”
Piştî xwendina metnê jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û li çepikan dan.
‘Em gotina birêz Abdullah Ocalan ji xwe re weke rêber dibînin’
Dû re Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axaftineke kurt kir. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku heke demokrasiye bixwazin divê li rewşa jinan binêrin û wiha got: “Li Tirkiyeyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn serweriya mêran heye. Em ê li dijî dewleta mêr û pergala kapîtalîst dibêjin ku em ê qedera xwe diyar bikin. 27ê Sibatê Rêberê Gelê Kurd bangek kir û qala aştî û civaka demokratîk kir. Heke li Bakur jin azad bibin li Başûr jî dê azad bibin. Em girêdayî hev in. Jinên kurd berxwedana xwe berfireh dikin. Hemû dinya vê dizane. Ev ked keda me hemûyan e. Divê em vê kedê mezintir bikin. Di heman deme em li ser yekitiya jinên Kurd jî axivîn. Jinên Kurd, siyasetmedarên Kurd tên kuştin, ji ber em rastiya civakê ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku pirsigrêka jinan ji ya kurdan mezintir e. Em gotina birêz Abdullah Ocalan ji xwe re weke rêber dibînin.”