• Nûçeyên Herî Dawî
Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

12 GULAN 2025 - 09:15
Berdevkê YNKê: Gavek erênî ye

Berdevkê YNKê: Gavek erênî ye

12 GULAN 2025 - 14:35
Bakirhan: Rêya banga dîrokî di Amedê û Enqereyê re derbas dibe

Bakirhan: Êdî ti hinceta wan nema

12 GULAN 2025 - 14:15
Nirxa hîseyên ASELSANê kêm bû

Nirxa hîseyên ASELSANê kêm bû

12 GULAN 2025 - 14:11
PKK’yî ra qeraro tarîxî: Ma heme xebatê xo qedênayî!

Rojnameger Ermîş: Êdî erk dikeve ser milê Meclisê û partiyên siyasî

12 GULAN 2025 - 13:30
Nêçîrvan Barzanî: Wê rûpelek nû vebe

Nêçîrvan Barzanî: Wê rûpelek nû vebe

12 GULAN 2025 - 13:09
Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

12 GULAN 2025 - 11:57
Ji AKPê daxuyaniya ewil: Em ketin qonaxeke girîng

Ji AKPê daxuyaniya ewil: Em ketin qonaxeke girîng

12 GULAN 2025 - 11:37
‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

12 GULAN 2025 - 11:22
Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

12 GULAN 2025 - 11:10
Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

12 GULAN 2025 - 10:59
DEM Partî: Binçavkirina Îmamoglu tolhildana li dijî Lihevkirina Bajêr e

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

12 GULAN 2025 - 10:43
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Kongreya Dîrokî’ derket

Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Kongreya Dîrokî’ derket

12 GULAN 2025 - 10:15
NÇM amadekariya mihrîcaneke jinan dike

NÇM amadekariya mihrîcaneke jinan dike

12 GULAN 2025 - 08:26
‘Lawazbûna ziman encama şerê taybet e’

‘Lawazbûna ziman encama şerê taybet e’

12 GULAN 2025 - 08:26
Kamaç: Divê em li gorî vê firsendê yekitiya xwe ava bikin

Kamaç: Divê em li gorî vê firsendê yekitiya xwe ava bikin

12 GULAN 2025 - 08:04
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PKK’yî ra qeraro tarîxî: Ma heme xebatê xo qedênayî!

    Rojnameger Ermîş: Êdî erk dikeve ser milê Meclisê û partiyên siyasî

    Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

    Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

    ‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

    ‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

    Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

    Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

    Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

    Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

    Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

    Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    PKK’yî ra qeraro tarîxî: Ma heme xebatê xo qedênayî!

    Rojnameger Ermîş: Êdî erk dikeve ser milê Meclisê û partiyên siyasî

    Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

    Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

    ‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

    ‘Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike’

    Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

    Kaytan û Altûn wê li hin bajaran bên bibîranîn

    Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

    Alî Haydar Kaytan yek ji damezrînerê PKKê bû

    Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

    Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya kongreya PKKê: Me xebatên xwe hemû bi dawî kirin

Navenda Nûçeyan / AW

12 GULAN 2025 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PKKê encama danezana kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî ragihand.

Dîwana Kongreya PKKê ya 12emîn encama danezana kongreyê di ANFê de hat weşandin.

Danezana kongreyê bi vî rengî ye:

“Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27ê Sibata 2025an destpê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12’emîn di navbera 5-7ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.

Kongreya me li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDKê ya di şertên dijwar de dewam dikir bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKKê ya 12’emîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Înşaya Civaka Demokratîk ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.

PKKê siyaseta înkar û îmhayê parçe kir

Kongreya PKKê ya 12emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKKê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê Kongreya PKKê ya 12emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKKê daye meşandin bi dawî kiriye.

Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dika dîrokê. Di wexta avabûnê de bandora sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand. PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyeyê bê dîtin. Li ser vê bingehê di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana bi rûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.

Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejînê di şert û mercên salên 1990î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokkomarê Komara Tirkiyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin pêş ket. Rêber APO bi agirbesta 17ê Adara 1993yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin. Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wê ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di êşkenceyan re derbas bûn û avêtin zindanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Beranberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du aliyan ve şer bû hilbijêrka sereke. Dubareya ku şer beranberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam man.

Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin. Rexmî ku di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe dewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir. Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê pêş xist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîf şênber kir.

Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîfa Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike. Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêk hatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3yemîn de pêşketinên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin jî jinûve vesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike.

Gelê me wê bi awayê hîn serwextirî û rêxistinkirî xwedî li pêvajoyê derkeve

Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKKê û Rêbertiyê kirine, ew ê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin. Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingeha înşaya civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk xwedî derkevin. Gelê me ew ê bi pêşengiya jin û ciwanan, li her qadan rêxistinbûna xwe ava bike, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêha têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrîşan ew ê bikaribin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd bi pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Mîrateya dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKKê ya 12emîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt bi pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingeha azadî û wekheviyê bi pêş bikeve. Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar bi pêş bixînin.

Biryara kongreya me ya fesixkirina PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemîneke xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne, pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem ferz dike. Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya muxalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.

Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyeyê, pêkhateyên şoreşgerî, rêxistin û şexsiyet bi xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan ew ê asteke nû bi dest bixîne. Ev, ew ê bê wateya bi ser xistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bi pêşxistina tevgera demokrasiya global re ew ê dinyayek wekhev û adîl ava bibe. Li ser vê bingehê em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.

Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sed sal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin.

Şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn

Kongreya PKKê ya 12emîn ku bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me ALÎ HAYDAR KAYTAN (Fûat) ku di 3yê Tîrmeha 2018an de û RIZA ALTÛN ku di 25ê Îlona 2019an de şehîd bûne îlan kir. Li ser vê bingehê yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKKê hevrê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber APO hevrê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin dikin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirin. Di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.

Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne; Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serketinê

Israra Di Mirovahiyê De Israra Di Sosyalîzmê De Ye!

Bijî Serok Apo!

12 Gulan 2025
Dîwana Kongreya PKKê ya 12emîn”

 

Etîket: 12emîn Kongreya PKKêAbdullah OcalanKongrepkk
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Berdevkê YNKê: Gavek erênî ye

Berdevkê YNKê: Gavek erênî ye

12 GULAN 2025
Bakirhan: Rêya banga dîrokî di Amedê û Enqereyê re derbas dibe

Bakirhan: Êdî ti hinceta wan nema

12 GULAN 2025
Nirxa hîseyên ASELSANê kêm bû

Nirxa hîseyên ASELSANê kêm bû

12 GULAN 2025
PKK’yî ra qeraro tarîxî: Ma heme xebatê xo qedênayî!

Rojnameger Ermîş: Êdî erk dikeve ser milê Meclisê û partiyên siyasî

12 GULAN 2025
Nêçîrvan Barzanî: Wê rûpelek nû vebe

Nêçîrvan Barzanî: Wê rûpelek nû vebe

12 GULAN 2025
Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

Biryara PKKê di medya cîhanê de deng veda

12 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (222)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne