Endamê HPGê Tamer Koç (Mihralî Yilmaz) piştî aşkerakirin şehadeta wî, ji aliyê rêveberên DBPê û saziyên demokratik ve li Enqereyê bi bernameyeke hat bi bîranîn.
Hezên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamê wan Tamer Koç (Mihrali Yılmaz) di 14ê Çileya 2025an de li herêma Garê di pêvçûneke de jiyana xwe jî dest da ye. Tamer Koç bi pêşengiya DBPê bi tevlîbûna malbat û saziyên demokratik li avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê bi bernameyeke hat bi bîranîn.
Li salona ku bernameya bîranînê hat li darxistin wêneyê Tamer Koç (Mîhralî Yılmaz) û qurnefîl hatin danîn. Bername ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de girsê, dirûşmeya “Şehîd namirin” berzkirin. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Mîhralî Yılmaz dike hat temaşe kirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê di serî de dayika Tamer Koç, Munube Koç axivî û spasiya giresyê kir û wiha got: “Ji min re got dayê piştî ez şehîd bibim li ber çavê dijmin hesiran nebarînê. Min jî soza xwe pêk anî.”
Piştî Dayikê Parlamenterê DEM Partî yê Enqere Vezîr Parlak Çoşun axivî û diyar kir ku bi saya wan pêvajo destpêkiriyê û ev tişt gotin: “Divê em jî bi têkoşîn û xebata xwe layiqî wan bin. Ji bo em bibin layiqî wan, divê em her seat û deqeyê di nav xebatê de bin. Divê yên ku dikarin roman binivisînin li ser jiyana wan roman, yên dikarin helbest binivisînin li ser jiyana wan helbest binivisînin ku em têkoşîna wan derbasî nivşên pêş bikin.”
Piştrê jî yên tevlî bîranînê bûn bi dorê mafê axaftinê girtin li ser jiyan û têkoşîna Tamer Koç hestên xwe anîn ziman.