Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade, di 90 saliya xwe li bajarê Västeråsa Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedar û endamê KNKê Hesen Nuzhedzade li bajarê Västeråsa Swêdê di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Mela Hesen Nuzhedzade ji aliyê malbatê ve roja Înê li navnîşana Narvagen 90 Västeråsayê wê sersaxî bê qebûlkirin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser wefata Nuzhedzade, peyamek belav kir. Di peyamê ji malbatê sersaxî hat xwestin û behsa rola wî ya di tekoşîna azadiya Kurdistanê hat kirin.
KNKê di peyama xwe de bal kişan ser jiyana Nuzhedzade û wiha hat gotin,” Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê damezrêner ê KNKê Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, weke melayekî welatparêz û zanayeke edebiyata Kurdî li devera Urmiyê dihate naskirin. Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, sala 1979an da di Şoreşa Îranê da weke welatparêzek Kurd cihê xwe girt û tevlî şoreşê bû. Piştî şoreşê jî li gel Mamosta Şêx Ezedîn Huseynî di nava şoreşa Rojhilatê Kurdistanê da cihê xwe girt û bû berpirsyarekî naskirî.
Heta dawiya emrê xwe xebitî
Piştî êrîşên rejîma Îranê rojhilata Kurdistanê zêdebûn û îmkanên parastinê li Rojhilat kêmbûn, weke gelek berpisyarên şoreşê ew jî derbazê Başûra Kurdistanê bû. Paşê jî di sala 1988an da derkete Ewropa. Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû. Paşê jî bû endamekî damezrêner yê KNKê û heta dawiya emrê xwe weke endamekî çalak endametiya KNKê berdewam kir. Di hemû kar, çalakî û civînên KNKê de weke endamekî serkêş amade bû. Teybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû.
Wefata Seyda Mela Hesen Nuzhedzade, ji bo me û ji bo hemû gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê, windayiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Mela Hesen Nuzhedzade, gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê, endamên KNKê, xebatkarên şoreşê û malbata wî.”
Jiyana Mela Hesen Nuzhedzade
Mela Hesen Nuzhedzade, di sala 1935an de li bajarê Rewanduz a Başûrê Kurdistanê di nava malbatek Kurdperwer de hat dinê.
Malbat eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Kalikê Mela Hesen Nuzhedzade Sileyman Beg tevlê serhildana Şêx Ubeydullah Henhî dibe û tekoşîna azadiyê dimeşine. Mela Hesen Nuzhedzade, di temenê cîwantiyê de dest bi tekoşînê dike, di nava gelek partî û tevgerê Kurdistanê de cih digre. Lê piştî sala 1988an şûnve ji ber zextan neçar dibe derbasî welatê Swêdê dibe. Mela Hesen Nuzhedzade, li vir jî nasekine û her tekoşîna xwe berdewam dike.
Di sala 1999an de di be yek damezrênerê KNKê û têkoşîn xwa li vir didomîne. Mela Hesen Nuzhedzade, heyanî dawiya jiyana xwe jî di nava tekoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt.













