Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rohat Guvercîn ku dema vedigeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin hate girtin.
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Partiyê (PM) Rohat Guvercîn ku dema ji derveyî welat vedigeriya Tirkiyeyê di 31ê Kanûna 2024an de li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha ku ew sewqkirinê ve hate girtin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî girtina endamê xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Di encama êrişên aqlê serwer ê ji têkoşîna ciwanan û biryardariya wan ditirse, endamê me Rohat Guvercîn hate girtin. Ji bo ciwanan her der qada têkoşîn û berxwedanê ye. Têkoşîna ciwanan a li dijî faşîzmê li her dere didome û dê bidome!”