Li gorî çavkaniyên herêmî endamên DAIŞê li Deyra Zorê êrîşî mala xwediyê petrolê kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî endamên DAIŞê li herêma Deyra Zorê li nêzî qesebeya El-Hecne êrîşî xwediyê maleke ku hilberîna petrolê dike, kiriye. Çavkaniyan diyar kirin ku endamên DAIŞê bi çekan êrîş pêk anîye û xwediyê petrolê xwe di mala xwe de parastiye. Çavkaniyan diyar kirin ku piştî demekê di nava xwediyê malê û endamên DAIŞê de şer derketiye, lê tiştek bi kesî nehatiye.